Hevpeyîvîna Dr.Yekta Uzunoğlu li gel Şakir Epözdemir

Apê Şakir Epözdemir, Hûn yek ji dameznarên PDKT yê nin ku we 5 kesan roja 11 yê Tîrmeya1965 ê li Amedê vê partîyê ava kir. Dixwazim derbarê xebat û tevgera we ya wî zemanî da çend pirsan ji we bikim:
PİRS -1: Ji vir 55 sal berê weka damezranêrêkê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiya, hun dikarin şert û mercên wê demê binirxînin?
BERSÛ – 1: Belê serçavan. Têkilîyên min bi Partîyê ra ji 11 yê Temmuza 1965ê heya 11 yê Êlûna 1971ê didom ê. 6 sal û 2 mang. Ji ber vê yekê piştî 11 yê Êlûna 1971ê, têkilîyên min bi tevgera PDKT ango KDP-Bakûr ranîne.
Keredengiya ku li Kurdistana Bakur ji sala 1938ê heya 1958ê dide ber xwe, di wan 20 salan da, Kurdên Bakûr tewizandîbin jî, dagera Mela Mistefa Barzanî ji Sovyetan, hissên wanên millî yên temirandî careka din geş kir û piştî dagera wî lîderê dîrokî salek, li Tirkîyeyê operasyona 49’an li dar ket. Piştra inqilaba leşkerîya 27ê Gulana 1960ê qewimî. Di vê navê de makezagoneke ku di warê bîr û bawerî û fikir û ramanê da xweşbîntir bû hate pejirandin. Partiyêkê Sosyalist, Partiya Karkerên Tirkiyê (TİP) hate damezrandin. Di vê navê da rojname û kovarên bi Kurdî dest bi weşanan kirin. Riya xwendinê li ber Kurdan vebû, welatparêzên Kurd, bi taybet ehlê medreseyê, pirtukên rizgariya Hindistan û Cezayîr û Kongoya Belçikan û van miletên din xwendin û guhên hemî welatparêzan ji 11 yê Êlûna 1961ê va li şorişa Mela Mistefa Barzanî bû. Ew potansiyela welatparêz lihev digeriyan û 20 sal bûn ku li İran û İraqê rêxistinên bi navê KDP yê hatibûne avakirin û li Suri jî ji sala 1957ê va partîya xwe ya KDP yê damezrandibûn. Di pêşketinêkê waha da. pêwîstî bi rêxistinekê millî hate dîtin. Rola Fehmiyê Bilal di vê babetê da giringe ku ewî zor da Seid Elçî, Şerefeddin Elçi û kesên din û ev gava ha ya xêrê 11 yê Tîrmeya 1965ê li Amedê hate avêtin. Ji bona min serbilindîyekê bê hempaye ku ez yek ji wan 5 kesanim.

PİRS – 2: We 5 hevalan çewa biryara vê rêxistinê girt?
BERSÛ-2: Di beriya avakirina rêxistinê da têkilîyên me bi hevra germ bûn. Qîma me bi hev dihata. Katibê Şêx Seîd Efendî Fehmîyê Bilal Saîd Elçi, Şerefedin Elçi û Emer Turhan iqna kir, piştra Şerefeddin Elçi teklifa hevalan ji min ra anî, roja em hatine cem hev, min dît ku em 5 kesin. Me 5 kesan bi hevra wê rojê sond xwar û partî ava kir. Ew 5 kes: Seîd Elçi, Şerefeddin Elçi, Emer Turhan, Derviş Akgül û ez ( Şakir Epözdemir) bûn.

PİRS -3: Roja we partî damezirand hun çiqas bi xwe bawer bûn?
BERSÛ- 3: Em ne tenê bixwe, bi miletê Kurd jî bawer bûn. Piştî ku me sond xwar û partî damezirand, Kekê Seîd û Şerefeddin Elçî gotine me:
”- Emê mizgînîyêkê xweş bidine we, em bawerin ku wê Parêzer Faîq Bûcak bê bide pêşiya me. Ku Kek Faîq xebata partî bipejrînê û serokayetîya partî qebûl bike, wê barê me sıvık bibî û rola me xurttir bibî.
PİRS-4:Piştî Parêzer Faîq Bucaq xebatê pejîrand û weka Serokê parti cih girt, bandora wî li ser xebata partî çî qeder çê bû? Şehadeta rehmetîyê Faîq bandorêkê çewa li ser we çêkir?
BERSÛ – 4: Hatina wî moralê me gelek bilind kir, eger Kekê Faîk şehîd neketa wê rêxistinê li seranserê bakur xwe bidara pejirandin. Kuştina wî barê me yê giran hê girantir kir. Di wê demê da Şerefeddin Elçî li esker bû. Hê em di şîna Kekê Faîqda nin, di 19 yê Tebaxê da erdhejêna Wartoyê serî da, hema bêje sala 1966ê bi xemgînî derbaz bû.

PİRS- 5: Piştî şahadeta Faîk Bucak di Koma Navkom û rêvabîrîyê da guhartinên çewan çêbûn?
BERSÛ- 5: Me tenê bi Sekreterîyê qîma xwe anî. Me biryar girt ku em hewl bidin cîyê Kekê Faîq vala nehêlin. Yekê ku qîma hemî Kurdan pê bê, şexsiyetêkê xwedî Vizyon peyda bikin bidine pêş. Di vê mijarê da Saîd Elçî ji me zêdetir teqeze dikira ku şexsiyetêkê welatparêz bînê bike serok. Nîyeta Seîd Elçî heya deqîqa paşî ew bû ku yekî peyda bike, di payîza sala 1970 yê da li Zaxo ji Dr. Şivan ra dibêjê “- Sekreterîya Politbiroyê û 2 endaman bide min, bila partî ( yanê partiya wî, yanê PDKT ) ji te ra bî.” Evaha tê wê wateyê ku Seîd serokîyê dide Dr.Şivan û partiya xwe jî hewaleyê wî dikir a.

PİRS-6: Piştra we qîma xwe bi kadroyê xwe anî ane heya dawîyê hun li peyî serokêk geriyan?
BERSÛ-6: Di rêxistinan da lîder rolên gelek bilind dileyzîn. Miletê Kurd di qerekterê xwe da feodalın, nadine peyî hemû kesî, eger di pratîkê da misyona liderîtîyê xwe nedabe pêş, divê yekê xwedîyê misyoneke bilind û karizmatik serwerîyê li rêxistinan bikin ku milet li dora wan kom bibin. Me weka Koma Navkom vê mijarê lêviya Seîd Elçî hiştibû.
Piştî ku em hatine girtin û bune xweyê berevanîya siyasi û Partî deşifre bû, eger kekê Seîd bixwesta wê xwe li seranserê Kurdistanê bidara qebûlkirin. Qîma me pê dihata lê mixabin ewî qima xwe bi me nanî. Bi rastî eva 50 sal di ser vê yekê da derbaz bû, ez hêja jî nizanim ka çire Seîd Elçi li rêxistina xwe ya ku bi 6 Komên Herêmî û bi dehan komên Cî va me ji 300’an ne kêmtir kesên bijare û durust tenzîm kiribû, ewî pişta xwe da me û da wê tenzîma me ya bi rêkûpêk. Eger ew rêxistin nehata ihmal kirin, piştî em ji hepsê derketin wê hêjmara endamên me bi ser hezaran biketa û wê partî li ser axa Kurdistana bakur seranser cîyê xwe bigirta.

PİRS-7: Serê sala 1968ê ku hun hatine girtin Seîd Elçî Li Kutahya Sirgûn bû, em wisa dizanin ku di beriya Operasyona MİTê 40 roj bûn PDK-S ya Sûri Reşid Hemo weka kadirêk rêkiribûn ku di warê Tenzîmê da arîkariya we bik e. Yanê hun faal bûn. Beriya we bibine pêşberê Sorgu Hakimê Amedê te û Emer Turhan biryar daye ku hunê programa partiyê biparêzin û wê ew hevalên din bêjin haya me ji vê rêxistinê nîn e. Gelo selehîyeta we hebû ku hun bi serê xwe vê biryarê bigrin?
BERSÛ-7: Kekê Seîd gava çu sirgûnê ( di Êlûna 1967ê da) em civîyan û me kir ku wekiltiya xwe bide Emer. Ya giring ewe ku MÎTê roja 27.01.1968ê li dora nîvro me 9 kesên girtî li Müdüriyeta Emniyetê anî cem hev. MİTê me teslîmê Esayîşê kir. Gava min anîne cem wan hevalan, ew heval giş li ba hev rûniştî bûn. Min ji Emer pirsî ka tiştek gotîye ane na, ji min ra got:”- Ewraqên partiyê hemî danîne ber min, ez şoq bûm, min navê te û Faîq Bucaq û Seîd Elçî da.” Min jî got: “- Ez û tû li partîyê û programa partîyê xwedî derkevin, bila ev hevalên me bêjin xebera me ji vê rêxistinê nîn e.” Emer gotina min pejirand û berê xwe da wan hevalan got:”- Ez û Şakir wê vê meseleyê li ser xwe qebûl bikin, hun bibêjin haya me ji vê rêxistinê nîn e”. … Wan hevalan gotin:”- Qey em ji we çêtirin, hema em jî weka we”. Emer got:”- Çiqas ku em kêm bedel bidin ji me ra baştır e. “ Wê ew biryar bihata girtin, di şertên awerte de meriv bi serê xwe jî dikarê qenç, xirab, biryarek bid e. Ez dibêjîm ka ew biryar bû sebebê ku Miletê Kurd xwe gihande qonaxa berevanîyên sîyasî û raste rast li dawa xwe xwedî derketin ê. Ew gaveke dîrokî bû ku wê rojê me avêt. Berevanîyên siyasî û millî li peyî vê biryarê hatin dan. Di urf û adetê Kurdan da berxwedan û şerên dijwar bi dehanin, belki bi sedanin, lê berevanîya mafên millî heya wê rojê tinebûn. Bi hindikayî hereketeke tenzîmî ne bawerim ku rûniştibin biryarek weka ya min û Emer Turhan girtibin û li Kurd û Kurdistanê xwedî derketibin. Em ji Mîr Bedirxan heya ifadeyên 49’an dibînin ku di hesaba wan da berevaniyên siyasî nînin.

PİRS-8: Saîd Elçi çend roj şunda ji Kutahya anîne hepsê? Hun giş li ba hev di qawişek da bûn? Yanê di hepsa Amedê da we hev didîta?
BERSÛ- 8: Belê, gava ku tewqîfa me birin, şeva pêşîn me li qawîşan bela kirin. Dora rojê qawîşa Gardiyanan bo me vale kirin, 11 somyeyên rut dane me, me livînên xwe danî ser wan somyan û em 70 roj giş li cem hev man. Seîd Elçi di nava 2 – 3 rojan da hate cem me. Derwêş Sedo di 12 yê Sibatê da, Zubeyr Yıldırım jî di 14 yê Sibatê da anîne hepsê cem me.
Malbat û dost û heval jî dihatane qawîşê, li ba me rûdiniştan, ji bo wan kesên dihatane ba me zeman nehatibû tehdidkirin. Mêvanên me, bi kêfa xwe radibûn diçon. Serê sibê siet li 9.00 yê heya êvarê 17.00 yê deriyê me ji ziyaretçiyan ra vekirî bû. Ev tolerans ne ji bo me bû, MİTê xwest ku potansiyela welatparêzan bipîv ê. Bawer bike, di wan 70 rojan da mêvan ji qawîşa me qut nebûn. MİTê dît ku em li Amedê bêne mehkemekirin wê bi hezaran Kurd bejdarê duruşman bibin. Ji ber vê yekê me ji welat dûr kirin dane Antalya yê.

PİRS-9: Biryara ku te û Emer Turhan gırt û we li mehkema Amedê Programa Partîya Demokrata Kurdistana Tirkiyê parast; Seîd Elçî piştî ji sirgunê anîne cem we wî jî wê biryarê erê kir? We bi hevra biryarek girt ku ka çend kes ji we wê programa partî biparastan? Ango li ser ifadeyên we yên ku we li MÎT ê dabûn, we 4 endamên Komita Merkezi di nava xwe da wan ifadan nırxand, ane na?
BERSÛ-9: Sed heyf û mixabin me tû tiştek ne li hepsa Amedê ne li ya Antalya yê bi hevra mizakere nekir û nenirxand. Lê me biryara xwe ji Kekê Seîd ra got, erê kir nekir, nayê hişê min. Dibêjim ka “ ne erê ne nerê bû”. Piştî 15 rojan Derwêş Sado anine cem me, me jêra jî got ku me herduyan programa parti parastîye û ji van hevalan ra gotîye hun bêjin xebera me ji vê rêxistinê nîn e.

PİRS-10: Wekî din Seîd Elçî weka ku Sekreterê Partî, serwerî û sebebîyê li we dikira, nakoki di nava we da dest dan, ane na?
BERSÛ-10: Hîç dilên me ji hev nema. Em ne weka girtîyên partîzan, weka ku li ser bîr û ramaneke siyasî em çend heval hatine girtin û divê bi hevra aşt bin. Heroj 3 caran em bi hevra li ser sifreyê rûdiniştan, me bi hevra olte davêta, ewên nimêj dikiran bi hevra diçun mizgevtê nimêj dikiran, yên xwendevan pirtûkan li hev parva dikiran û Seîd Elçî di wî warî da xwedîtîyê li me dikir a. Pirê caran li ser sifreyê digota min ka bo çî tû kêm xwarin dixwî, min rojek li ser sifreyê pirsî: ”- Seîd Abê, bo çî hun hewçend li ser xwarina min radiwestin?” Got: “- Apê Fethullah te emanetê min kirî ye. Ez dixwazim te sağlem teslîmî babê te bikim.” Li xar û jor helwesta wî ev bû. Dixwesta me bê qeza û bela, teslîmî malbatên me bik e.

PİRS-11: Têkilîyên wî û Dr.Şivan çewan dest pê kirin? Çewa ew û Seîd Elçî dikariyan di Hepsê da hev bîbînin? Xebera we çêdibuya ane na? Di pêşiya girtina we da têkilîyên herdû seîdan bi hevra hebûn ane na?
BERSÛ- 11: Serhed Bucak di makaleyeke xwe da dibêjê: “- Pıştî şehid buna bavé min ( 04.07.1966) baverım mehek derbaz bu, bı toxmake deriyé mala mé hat lexistın, deri vekırın. Kék Seid Elçi u Kék Seid Kırmızıtoprak (Dr.Şıvan) ketın hundır. Lı merdıvanan berjor bun. Desten hev du gırtıbun. Dr.Şıvan jı dıya mın ra sersaxiya xwe peşkeş kır u pesna bavé mın kır.” … Ev yekaha balkêş e. Xebera me jê nîn e. Belkî diyaloxa wan hê wê demê dest pê kiri be. ( Nameya Serhed Bucaq li cem min e). Piştî ku di sala 1969yê da em ji Hepsa Antalya hatine berdan Serhed Bucak diçe mala Seîd Elçî, jê dipirsê ka ev mesela Dr.Seîd Kırmızıtoprak çî mesele ye; Said Elçi dibêjê: “- Piştî Faîq Bucaq Ew kesê ku qîma min pê tê bi tenê Dr. Seîd Kırmızıtoprak e”
Di hepsê da têkilî di navbera Dr.Şivan û Seîd Elçi û Feqe Huseyn Sağniç da derbaz dibu ya. Dr.Şivan Carek tenê hate Mehkeme yê, lê çewa ku Feqe Huseyn di pirtuka xwe ya Portreler ê di rupela 91 ê da beyan kirîye, ew di her Celseyê da hevdîtinan bi Seîd ra li dar xistin e. Piştî ku di hepsê da em mane 5 kes, me Kekê Saîd weqatê xwarinê didîta, gava kefçî dataniya radibuya diçura idare yê, deigota “ Midur ji min rica kir ku ez muhaseba wan bidime hev.” Piştî em ji hepsê hatine berdan feqe Huseyn ji min ra got:”- Tû dawa xebata partîyêyê dikî, min û Seîd bi Dr. Şivan va di nav xwe da biryarek girtîye ku em 20 kes ji Partî, 10 kes jî wê ew ji xwe ra hevalan peyda bike, bi 30 kesan va em wan rêkine Başûr ku di nava Şorişê da profesyonelan bighêjînin, em qadroyêkê pispor bi dest bixin, paşî dest bi xebatê bikin.”

PİRS-12: Piştî hun ji hepsê hatine berdan rewşa we bû çî. Diyaloxa we bi çî rengî domand?
BERSÛ-12: Em ji hepsê hatine berdan, li dolmişek suwar bûn 24 sietan hatine Amedê, li Derêçîyê peya bûn me xatiran ji hev xwest, me tiştek ji hevra negot. Di şandina 5 merivan da ku bi Dr. Şivan ra dibûne6 kes jî hevalê me Emer Turhan wan derbazî Başûr kir. Piştî çuna van 6 kesan ku yek tenê zilamê me bû, Dr. Şivan wî jî ji xwe dûr kir şande Fransa û partiya xwe ava kir û cewaba Kek Said da, Said Elçi bêyî ku xeber bide me, Feqe Huseyn rêkire Başur, Feqe li Qumriyê Dr. Şivan nekarî iqna bike destvale dageriya, piştî ku dageriya ji min ra got: “- Mesele eve, min gazinan kir. Wî got merak neke wê Seîd Elçî herê vê mişkilê hel bik e.” Piştra Seîd çu, wî jî hel nekir, lê ji me ra negotin, problemê ji me veşartin.

PİRS -13: Kengê hun pê hisîyan ku ixtilafa navbera 2 Seîdan buye pirsgirêk?
BERSÛ- 13: Sala 1970 yê derbaz bû em ketine sala 1971ê, rojek Feqî ji min ra got ku filan rojî li Amedê civîneke wan kesên ku dixwazin bi navê “Şark Matbaacılık ve Gazetecilik A. Ş. yê” Dezgeyek ava bikin li dar dikevê, emê di wê rojê da li Amedê bejdarê vê civînê bibin û emê di nav xwe da jî bi Seîd Elçîra bicivin”. Dibêm ka 25ê Sibata 1971 ê bu ku em ji manga Êlûna 1967ê va, piştî 41 mehan wê şevê li ser mişkila Dr.Şivan civîyan. Em bi ixtîlafê hisîyabûn lê civîna li ser vê mijara bêbext û bêyom û bêfesal wê şevê li dar ket.

PİRS – 14: Li gora nîzamnama partî çend roj carek divara ku hun berhev bibuyan. Weka Mekteba Siyasî ango Koma Navkom ku hun hemî bi hevra di hepsê da bûn; hun hîç dicivîyan?
BERSÛ – 14: Li gor nîzamnameyê 2 mang carek divara ku em bicivin, eger pêwîsti bi civînan çêbuya, ne hewce yê 2 mehan bû. Çewa min li jor got ji Êlûna 1967 ê heya 25ê Sibata 1971ê 41 mang em necivîyan. 41 Mang 3 sal û 5 mang e.

PİRS – 15: Civîna Amedê ku di Sibata 1971ê da pêk hat, rojeva wê çî bû, we karî biryareke mişterek bigirin.
BERSÛ – 15: Rojeva vê civînê mişkila Dr.Şivan bû. Piştî 41 mangan teklifa min û ya Şerefeddin Elçî ew bû ku em tewqeyên xwe ji Dr.Şivan bibirin û têkiliyên xwe bi Başûr ra eyar bikin, bi Dr.Şivan ra nekevine reqabetê û di vê mijarê da gilî gazinên xwe nebine ba mesûlên KDP ya Başûr. Em xebata xwe bimeşînin, rêxistina ku vaye bu 3 sal û 5 mange me pişta xwe daye yê, em bi serhev va bînin.” … Seîd Elçî vê teklîfê bi şertê ku nameyek û mehkumek rêke Zaxo ba İse Suwar, pêşniyara me pejirand. Lê mixabin dîsa bi ya xwe kir.

PİRS – 16: Piştî vê civînê heya windabûna Seîd Elçî hun dikarin binirxînin?
BERSÛ – 16: Li ser biryara Seîd Elçî, Mektub û mehkum çone Zaxo cem İsa Suwar, İsa Suwar bê ku nameyê veke bixwînê tîj dike û dibêjê “- bila Seîd Elçî û Derwêş Sado carekê dîn ji min ra nameyan û mehkuman rê nekin”… Piştra Seîd û Feqî min şandine meqera Dr.Şivan. Li ser daxaz û israra Kek Seîd ez çume heya Meqerê Dişêşê, gava gihame meqer Mela Ebdilkerim Ceyhan got: “- Kek Şakir tû bi xêr hatî, Dr.Şivan xeber şandîye gotiye ku Şakir hate wêderê, bila dagerê Tirkiye, emê li Tirkîyê hev bibînin. Ji ber ku Dr. Şivan li Tirkiya bû ez dageriyam hatim Tatwan. Dr.Şivan hat li Tatwan me şevek heya sibê li berhev da û tiştek bi serê hev nexist. Piştî 3 rojan destê girtinê danîne ser hevalên me yên Tatwan, min xwe da ali, çome Edenê. Li Edenê şirîkêkê min rojê kamyonek sebze çêdikira dişanda Tatwan, min arikariya wî dikira, rojek min hew dît ku Mela Yunus û Derwêş Sado hatine cem min, Derwêş got: “- Xanima Seîd Elçî û zarokên xwe hatine li mala Bahaddin Malgirin, were em herin serêk bidin ê. Em çon me Saîme Xanim dît, wê ji me ra got Seîd derbazî Surî bu ye. Li ser vê xeberê berê me kete Sûrî. Ez û Derwêş û Mela Unis derbazî Surî bûn, li Sûrî me bihîst ku Seîd Elçî winda ye.

PİRS – 17: Saîd Elçî ji ber çî derbazî Zaxo bû? Gelo derfet tinebû ku derbazî rexê Musulê bibar a.?
BERSÛ – 17: Li Qamîşlo hevalên Hemîdê Hacî Derwêş jêra dibêjin Keko çend roj mêvanê me be. Hemid ji Beyrudê ciwab şandîye ku tû neçî, şolêkê wî yê taybet bi te hey e. Seîd bi ya wan nake. Ew û Mihemedê begê bi Ahmedê Hisso û Xanima wî ra bê paseport diçin ber gumrikê ku derbaz bibin. Ehmed û Xanima xwe bi paseportin, ew derbaz dibin, qewlê xwe datînin ku li Musulê bighêjine hev û bi lez xwe dighêjînê Zaxo, ku di ser Zaxo da herê Musulê. Ya muhim bo çî ji dostên xwe yên Surî pirs nake ka rîya bê paseportan li ser destê kî ye. Ya jê giringtir, gava ku li deriyê gumrika Musulê derbaz nabî bo çî nayê Qamîşlo ba wan dostên xwe ku ewan çewan riya çonê şanî min û Derwêş dan wê jêra ji bigotana:”- Qıyada Muwaqet ya Dahamê Mîro dikarê te derbaz bik e.”

PİRS – 18: Gava ku we windabûna Seîd Elçî bihîst, we tedbîrêkê çewan stand?
BERSÛ – 18: Min li Edenê rojek di pêşiya xwe da Derwêş şande Cizîr ê. Dora rojê ez û Mela Unis ji Edenê derketin, gava ku li Cizîrê gihîştime mala Şerefeddin Elçî, Fatma Xanim ji min ra got hevalê te Derwêş derbazî Surîyê bu, kerem bikin rûnin, wê nuwa merivêk bê we jî derbaz bik e.
” Em derbaz bûn çune Mezra Misto ku Cigerxwîn, Reşid Hemo û Hemid Hacî Derwêş li wirin. Ez hê ji pîya bûm Derwêş Sado got: “- Seîd Elçî eva çend rojin winda ye”. Ez rûniştim, min ji Reşid Hemo ra got: “- Hun dikarin ji kerema xwe xeberê ji şerefeddin Elçî ra rêkin ku işev derbaz bibî bête vira”. Gotin “derhal.” Şerefeddin Elçî hate mezrê hê roj neçobû ava.
Ez û Şeref û Derwêş rûniştin, me biryar girt ku em Mela Yunus bişeynine Zaxo ku biçe ba Mela Mihemedê Palo pirsa Seîd bike, salixê wî bigrê, em jî li wê gorê bikevine peyî şopa wî. Şerefeddin Elçî ji me ra got: “- hun herdû bi hevra neçine derêk; bila Derwêş biçe Gilale, Şakir jî herê Meqerê Dr. Şivan” Li gor vê biryarê ez çume Meqerê Dr.Şivan. Derwêş jî ço Gilale. Kenanê Egîd ku endamê Qîyada Muwaqat ya Dehamê Mîro bû, ewî me derbaz kir bire Tilehfer ê. Ji Tilehferê em derbazî Musulê bûn û ji hev qetîyan.

PİRS – 19: Piştî ku hun di ser Tilehferê da derbazî Musilê bûn, tû û Derwêşê Sado ji hev qetiyan, rewşa te bû çî.
BERSÛ – 19: Pêşiya Nîvro bû em gihane Musulê, gava me xatir ji hev xwest, dilê min ma bi Derwêş va; min got:”- Xwezî em ji hev neqetîyan; em bi hevra biçuna meqerê Dr.Şivan û me xwe bighanda Seîd Abê.” Derwêş bêna xwe teng kir, Got: “- Ez naçime meqerê Dr.Şivan tû jî neçe, tû herî wê Şivan te jî bikuj ê.” Min got: “- Min wisa dizanîya tû merivêkê bi aqilî.” Got: “- Wê niha kifş bibî ka ez bê aqilim an tû bêaqilî.”… Vê gotinê gelek bi hiddet got. Wê rojê bêna Derwêş pir teng bû, piştî ku em ji Qamîşlo bi Kenanê Egîd ra ketine rê, ne ew û ne jî Kenanê rehmetî hîç xeber nedan. Ezû Derwêş weka bê dilê xwe ji hev qetîyan. Piştî 4 -5 sietan ku ez li Zaxo çume ba Osman Qazî û min helwesata wî dît, min qebûl kir ku Derwêş bi aqil e. Osman Qazî got: “- Bi serê Kurdistanê Seîd Elçî nehatîye Zaxo, li Lecnê nebuye mêhvan, ku tiştêkê waha hebuya wê xeberê min jê çêbuya. Ez nikarim te rêkime Gilale, nava me û behsiyan xweş nîne. Ezê te rêkime Meqerê Dr.Şivan.” … Min anî yeqînîyê ku ji xeyrî min bişeynê cem Dr.Şivan rê li ber min nema ye. Min got hevalêkê min li çayxaneya ba Pira Delalan li benda mine, ezê biçim wî jî bînime Lecneyê, hun ji kerema xwe me rêkine Meqer” û hatime ba Mela Mihemedê Palu. Min ji mela Mihemed pirsî ka ez çewa dikarim xwe bighêjînime Derwêş, Mela Mihemed got: “ ku pereyê te hebin, ezê kurê xwe rêkime Gilal e.” Min nameyekê ne vekirî ji Derwêşra rêkir. Min vana gotibû: “ Derwêş, Dr.Şivan li Glale ye. Osman Qazî bi serê Kurdistanê sond dixwe dibêjê haya min jî Seîd Elçî nîn e. Ez bilmecbûrî diçime meqerê Doqtor. Hay ji xwe hebe, lixwe miqat be û di dijê Dr.Şivan da xeber ne de.” Min ji kurê Mela Mihemedê Palo ra jî got:” ji Derwêş ra bêje rewş ne başe, mamê Şakir dixwesta bê Gilale, lê Osman gazî wî dişeynê ba meqerê Dr.Şivan. … Di encamda ez û Mela Unis di wê rojê da hê roj neçobû ava me xwe gihande meqer, Zendo ( Ebdilkerim Ceyhan) xêrhatin li me da, Got: “ – Dr. Şivan çuye Gilale wê piştî 2 – 3 rojên din bê.” Min jêra bi dizî got:”- Bextê te û xwedê ketime xebera te ji Seîd heye ane na?” Mela Ebdilkerim Ceyhan ( Zendo ) got: “- Hiç xebera min jê tine, dibe ku çobî Tirkiya.”

PİRS – 20: Li gora hizra te çî ji Seîd hatibû? Te çî hizir dikira? Dr.Şivan gava ji Gilale dageriya hate meqer çî gote te? Tû Ji 25ê Heziranê heya 13 yê Temmuzê 20 rojan li meqerê Dr.Şivan mayî, li meqer helwesta Dr.Şivan û hevalên wî li pêşberê te çewan dimeşiya?
BERSÛ – 20: — Wî 20 rojî li Meqer gelek rihet bûm. Hirs û qaprîs û çavnebarî di exlaqê min da nîn e. Dr.Şivan vî qerekterê min baş keşif kiribû; dizanîya ku ez ne li peyî xirakirinê me. Min digo wê Doktor sozê xwe bînê cî, piştî bi hevalên xwe ra mizakere bike wê min bibe ba Seîd Elçî. … Min wisa hizir dikira ku teşkilata KDP ya Zaxo rê nedane Kekê Seîd ku biçî Glale; Wî jî bêna xwe ji wana ra teng kirîye, wî danîne gundêk teslîmi mesûlê gund kirine, ji Dr.Şivan ra gotine hun tevlî vê meseleyê nebin. Hizra min ev bû … Min hizir nedikira ku Dr.Şivan buye “Dûkê Dişêşê”. Min hizir nedikira ku Dr.Şivan cesaret bike yek weka Seîd Elçî hepis bike, bikujê, veşêrê û li wê erda ku di bin hikmê Şorişê da otonome hespê xwe bi çargav bibazîun ê. — Rojek dido şunda Doktor hate Meqerê xwe, min tenha kir, hebek bêna xwe teng kir ka em bo çî ketine peyî Seîd Elçî. Min di Kovara WARê da gelek dirêj behs vê mijarê kirî ye. ( Kovara WAR hêjmara 5-6 ê. Sala 1998ê Bi Kurdî, Hêjmara 7ê bi Tirkî) Piştra nerm bû got: “- Baş e, tû heqli yî, niha ez bi seré xwe, bé qerara hevalén xwe nikarim bikevime peyî vé pirsé. 10–15 roj şûnde wé hevalén min yén Qomîta Merkezî bén, emé bicivin. Û emê pirsa Seîd bikin. Ez dizenim kû niha hûn nikarin dagerine welat. Tû ji xwendiné pir hez dikî. Birek kitebén Kurmancî li vir henin. Hemî faskulen Hewar’a Celaded Bedirxan jî hene, bi dilé xwe bixwîne û istrahat bike, heya ku hevalên min ten, emé qirar bistînin û li Seîd bigerin.” Ez 20 roj mam li meqer. Di vé navé da hevalén Şivan yén merkezî û herémî çî ku hebûn hatin. Semîneran çekirin, konferansan dan, xebat kirin û herkes belav bûn cî û waren xwe.

PİRS -21: Dr.Şivan, piştî hevalên wî ku hatin sozê xwe bi cih anî?, weka ku gotibû “ emê li Seîd bigerin ka li ku ye” Netice bu çî?
BERSÛ – 21 : Şeva 13yê Temmuzê ku bi 14yê Temmuzê va tê girêdan siet 01.30ê şevê wî û Çeko li huzura komita merkezî, biryar girtin ku piştî Çeko ji Musulê dagerê wê min bibirane cem Seîd Elçî. Ez bi vê biryarê pir kêfxweş bûm. Di serî da doktor gotibû “emê lê bigerin”. Lê nuha got “ emê te bibine cem”. Ev gavek pêştir bû; nexwe Doqtor dizaniya li kuye, wê min bibirane cem. 20 rojbûn ku li benda vê mizgînîyê bûm. Minê Kekê Seîd bidîya, minê jêra bigota ku ez û Derwêş ji 8ê heziranê va li peyî şopa te ne.
Di wê sietê da Çeko û Elîşêr wê hereket bikiran biçuna Musulê zexîre yê banîna. Ez çum razam. Siet weka li dora 16.00 – 17.00 yê, banga êvarê Pêşmergeyek ji Bamernê hat, nama Mam Eshed dirêjî Doktor kir, Doqtor berê xwe da Zendo got: ”- Nevîyê Mam Eshed nexweşe, şandine peyî min, divê ku bilez biçim”. Çenteyê xwe yê TIB ê girt, li hêztirê siwar bû, pişta xwe da me, berê xwe da Bamernê, ew bi şev gihate bamernê, çewa ku min di wê hînê da bihîst, Çeko û Elîşêr hê bi roj li Bamernê hatibûne girtin. Ji ber vê yekî nebû qismet ku min bibirane ba Seîd Elçî.

PİRS – 22: Biryarek balkêş e. Gelo di beriya ku ba te kirin vê biryarê weka qerarê Komîta Merkezî girtibûn ane na? Vîya tû nuha çewa dinirxînî?
BERSÛ – 22 : Ez û Soro 53 şev û roj li Haciumranê li Otêla Mam Ebdillah Mîrxan bi hevra man. Car caran heya serê sibê, bê ku em dengên xwe bilind bikin tiştexilîyan. Soro ketûm bû. Zêde cigare dikêşa û kêm xeber dida. Carcaran ji xwe ra digota: “- Soro! Kero! Tû Muhendis bûyî, te teqsîyeke qadîlaq ji xwe ra bistanda, sarişînêkê bedew bidara tenişta xwe, salê carek, îskana xwe rakira bigota her bijî Kurd û Kurdistan! Bes bû. Welatparêz jî wê tû buyayî, fedekar û şorişger jî dibuya payê te. Kero! Te biçî aqilî da peyî Dr.Şivan û weka dînan bi çîyan ketî?”
Min carek vê pirsa ku te niha ji min kir, ji soro pirs kir ka beriya ku hun min ji xew hêşyar bikin siet 01.30 yê şevê bînine dîwana xwe ya bilinda bê edalet, we biryara kuştina min dabû ane na? Soro hêrs bû vê pirsê li xweşê xwe nanî. Min got: “- Soro weka wê şevê 43 roj di ser kuştina Seîd Elçî û hevalên wî da derbaz bibûn. Eger Seîd li gundêk hatibuya rawestandin ma weyê çewa nizanîya, piştra jî gava Ebdlletif Savaş li qumrîyê girtine û xeber dane we tû çoyî teftêşa wî û tû dizanî Letifê kurapê Dr.Şiyar hate kuştin. Ne mimkine ku hun nizanibin Seîd Elçî hatîye kuştin. Gava ku ez ji Doktor ra dibêjim: ”- Eger Seîd Elçî di binê erdê da bî jî, tû dizanî ka li ku veşartîye” Doqtor di sanîyê da berê xwe dide Çeko, berê wî li Çeko ye lê ji min ra dibêjê:”- Madema ku tû hewçend israr dikî, bila heval ji Musulê dagerin, emê te bibine cem Seîd.” Tû û Kurdo û Zendo jî guhdarî dikin. Ma çewan hun nizanin Seîd li ku ye.? Soro Can, tû dizanî ku piştî Çeko ji Musulê dageriya wê we min bibira ser gorên kuştiyan, wê Dr.Şivan bigota: Mêzeke Şakir! Eva Seîd, eva Mihemedê begê û eva Ebdilletif Savaş, ya tê tû bibî hevalê me, ya emê te jî danine tenişta van. Minê itiraz bikira, wê ji piştêva yekî çavên min bi egalêkê sorê pêşmergan girê bidara û Dr.Şivan wê ji te ra işaret bikira, teyê demanca xwe deraniya, tetikê bikişanda, vala bikira nava vî mejîyê minê safê temîz û paqij û xawên.”

PİRS – 23: Gelo çewa peşke li vê biryarê ket, ev yek nesêyr e .
BERSÛ – 23: Belê ez jî dibêjim weka mucîzeyek e. Eger Çeko wê şevê, wê sietê; ne li ser rîya Musulê buya û 2 roj zûtir gazî min kırıbana, mimkin bû hêjmara kuştîyan yek lê zêde bikir a. Ji alê min va weka ku qencîya min gihaye min, qenciya min ewe ku dilteng nînim, sabirim, sebir dikim, şakirim, şikir dikim. Qencîyêkê Derwêş di vê da heye ku Derwêş bênteng û bê sebre, roleke wisa leyîstîye ku Serokê rehmetî Mela Mistefa Barzanî bi xwe ketîye dewre yê, ew helwesta Derwêş ya bi heyecan ku qerekterêkê eşaîrîye, ew heyecan bi kêrî min hat. Derwêş fersendê neda biryara Doqtor ku qerarê xwe bibe serî. Belkî ev yek mucîze bî. Xwedê di Kuranê da dibêjê :”- Ya Muhemmed! Min Ummeta te ji bona şadeyîyê şandî ye.” Ka mêzekin, 15 – 20 kesên hevalên Dr.Şivan şahidê vê buyerê ne û yek tenê ji wan şahdeyîya heqîqetê nedan. Xwedê min ji bo şahdeyîyê parast. Ez li ser tewsiya Şerefeddin Elçî çome Meqerê Dr.Şivan. Ne di dilê min da û ne di dilê Şerefeddin da xirabî nediborîya, di hizra me herduyan da jî ew bû ku Dr.Şivan wê nehêlê kes dilê Seîd Elçî bişkê nê.

PİRS – 24: Gava mesele hate zelal kirin, bandorêkê çewa li te kir. Dikarî di vê warê de tiştêk bibêjî?
BERSÛ – 24: Gava ku Mela Hemdî – roja 16 yê Temmuzê – li Bamernê weka 15 kes hevalên Doktor berhev kir û bi dengêkê bilind ji terefê Dr.Şivan, Çeko û Burusk va kuştina 3 kesan ilankir û got:”- Mucriman curmên xwe itiraf kirine, em çune me gorên hersê kuştiyan vekirîye û tesbit kirî ye.” Û pişta xwe da me ço, min aqilê xwe avêt; min bi dengêkê ku gelek kesî bihîst got: “- Ev çî buyerêkê malkambaxe hate serê me, heqê me tevan ewe ku me bidine hev, ez û Derwêş jî daxil, me derbazi alê Tirkiyê bikin û nêzî qereqolêkê Tirkan me gişan gule baran bikin.” Ez dizanim ku min tiştêkê waha got. Kesî bihîst, ne bihîst nizanim. Ji vêra bi Japonî “harakıri” tê gotin nayê gotin wêjî baş nizanim. Min nedixwesta Kurdên Bakur vê rûreşîyê, vê şermezarîyê bibihîzin. Kurdên Bakûr beriya 50 salan gelek paqij bûn. Di vê navê da dengê Kurdo ( Emer Çetin) hat, Emer Çetin got: “ Ew nikarin me mehkeme bikin, em rêxistinêkê serbixwe nin, ancax em dikarin mucrimên xwe di nava xwe de mehkeme bikin.” Min cewaba wî da û got: “- Hun hemî qadroyên sereke nin. Qadroyên pêşeng weka lideranın, lider jî ewin ku gava buyereke waha dijwar û qirêj diqewimê divê bizanin ka çî hatîye serê wan. Eva ez baş dizanim ku: Sekreterê me jî ço, Sekreterê we jî ço, Partiya me jî ço ya we jî ço. Partî martîya we nîn e, donkişotî nekin û serê xwe nexine teşqele yê”. Ev 2 tişt di bîra min da man e. Min xeberdana xwe qedand, pêşmergeyek selam kir û got: “ Ka Şoriş kîye, Eshed Xoşewî dixwazê wî bibîn ê.” Ez bi wî pêşmergeyî ra çom ku Mam Eshed Xoşewî û Mela Hemdî bi tenê li benda min in.

PİRS – 25: Mam Eshed û Mela Hemdî çi ji te pirsîn, tewrê wan çî bû?
BERSÛ – 25: Mam Eshed Fermandarê Hêzên Pêşmergan yê Herêma Behdînan bû. Mela Hemdî Cigirê Fermandarîyê û amirê İstihbarata vê herêmê bû. Mam Eshed insanêkê nefsbiçûk û bi aqil bû. Kefîlê Dr.Şivan û hevalên wî bû. Ji bo Mela Mistefa izna Dr.Şivan bide ku meqerekê sihhî bo xwe ava bike ji Serok ra gotibû”- Hingî qîma min bi Dr.Şivan tê; hewçend bi Selimê kurê min nay ê”. …
Mam Eshed ji min pirsî ka ez hevalê Seîd Elçî me ane na. Min erê kir ku hevalê Seîd Elçîme, Got : “- Dr.Şivan dibêjê Seîd Casus bû ji ber wê min kuşt”. Min waha dest bi xeberdana xwe kir:
“- Ez fêm dikim ka Doqtor bo çî Seîd kuşt, ewi dixwesta ku reqibên wî tinebin, lê ez ecêbmayî dimînim ku mêr mêran dikujin û bi kuştinê jî qayîl nabin; bêbextîyan û iftiran davêne ser hev.” Min mesela Şivan û Seîd û derbazkirina wan û çiroka Şîvan ji Eshed Xoşewî û Mela Hemdî ra vekir. Tesbîta min ew bû kû: Doqtor merivek muhterîs bû, kesî di ser xwe da qebûl nedikir û bi kuştina Seîd Elçî bi sere xwe dima û dibûya peşkeşeké bé reqîb. Min go: “- Kû reqîbé meriv xayîn û casus bî, ma hevvceye kû mirov cirmeke waha bik e, ji xwe milleté Kurd wé Seîd Elçî ceza bikir a. Reqabeta navbera partiyan, bi xiyanet û casûsiyan divé neyéne tabîrkirin. Vaye ez hevale Seîd Elçî me û dibem Doqtor kû vé yeké kiribî micrim e, qatil e, le ne casus e, ne xayiné welat û millete kurd e.” Min behsa hevaltiya wan ya 49’an kir, behsa Hepsa Antalya û têkilîyên herdûk Seîdan û derbaz kirina Dr.Şivan û hevalên wî kir, behsa parti avakirina Dr.Şivan û ka çewa li me qelibî û cewaba me da kir.
Mam Eshed got: “-Şoriş, min te nas kir, tû hatî bîra min, tû insanêkê muxlisî, navê te Şakire. Eger ji te ra zehmet nebî, van tiştên ku te ji me ra izah kir, ji katibê min ra bibêje bila binivsîn ê.” Min got: “- Çewa hebî em işev li dîwanê ne, kaxiz û qelemek bidine min ezê bi latênî binivsînim, siba bînim teqdîmê we bikim. Bila katibê we ji herfên latênî wergerînê herfên Erebî “. Mam Eshed ji kurê xwe Yuzbaşî Selim ra go kaxiz û qelem bîne bidê; ez rabûme piyan, min xatir xwest hatime derva li benda Selim Eshed Xoşewî mam; Selim kaxiz û qelemê anî, got:”- Kek Şoriş, Dr.Şivan dixwazê te bibîn ê, eger te bivê ezê te bibim cem. Mentîqa min ji min ra got “ here lê bibîne, belkî dixazê tiştek ji te ra bibêj ê.” Min gote Selim: ”- Başe, em hev bibînin baştir e.”

PİRS – 26: Dîtina te û Dr.Şivan çewa derbaz bû. Tû dikarî bînî ziman?
BERSÛ – 26 : Ez û Selîm çûne wé mala kû Doqtor li wé girtîbû. Odeya kû lê bû, derîyê wê li serê banikek vedibuya, Odeyek biçûk bû. Raxistî bû. Doqtor û hevalén xwe yén qomîta merkezî û hemî hevalén wanén din jî li wé rûniştî bûn. Selîm Xoşewî selam kir, kete hindir, ew tev ji ber va rabûn, Selîm derbaz bû li ser sendoqek rûnişt, ez jî li tenişte li ser dike rûniştim.
Dr.Şivan bi Tirkî – ji bo Selîm nizanbî ka çi dibêjê – waha dest bi xeberdane kir: “- Got: “ Şakir, Ez dizanim kû tû niha min pir bi dijwarî rexne dikî.” Min got:
” – Doqtor, ez qaraqar û zarezar nakim. Niha kû ez di vî derî da ketim hindir çi hatibî bîra min ezé wê bi tené bibejim û bes. Niha kû ez ketim hindiré vé odeyé, min ji xwe ra got xwezî ew roja kû Seîd Elçî û hevalén wî hatine kuştin, ez jî bi wan ra buma, bi wan ra bihatima kuştin û niha di bine axa sar da buma, lé min we di vî halî da nedîta. Lewra Doqtor! Tû dizanî kû te çikir? te tene Seîd Elçi nekujt, te xwe bi xwe jî kuşt û ji hole hilanî. Te tene bi kujtina Seîd Elçî; xwe ji hole hilnanî, te dû hereketén siyasî fetisand. Te partiya xwe jî fetisand û te ya me jî fetisand. Niha ezé çewa bikim û çi bejim kû berge bigre.”
Bi rastî jî min ji vé yeké pé va ji Şivan ra tû tişt negot û min carek dî pé ra minaqeşe nekir. Dr.Şivan got:
“- Ez dixwazim ji te ra hinek tiştan bebéjim. Ez nabejim kû tişté min kiriye rast e. Ez li pey îddiayeke waha nînim. Ez jî, niha vê kiriné xelet dibînim. Ez vé mineqeşeyé nakim.
Seîd Elçî, Ekmedé Hisso û Mihemedé Begé roja kû hatine ber deriyé Mosilé kû derbazî İraqé bibin, di wé roje û wé saeté da Ziya Şerefxan ji Beyrııte bi teyare hat li Bexdaye peya bû. Li gora istihbarat û tesbîta kû min kir, Ehmedé Hisso çû Beyrûdé, Ziya dît, xebera wan bû yek, wé Ziya û Seîd li Gilale bigihîştina hev, Seîd Elçî, Ziya xistibû dewreyé, kû biçin giliya me ji Mela Mistefa ra bikin û me ji vira rakin, hereketé me bifeşîlînin û rêxistina me pûç bikin.
“Seîd Elçî û Mihemede Bege, ji ber kû Paseporté wan tine bû, mecbûré riya Zaxo bûn. Zîya Şerefxan di roja randewoya xwe de hat Bexdayé û derbazî Gilale bû. Seîd li Zaxo bû, mehvané Lecna Miheliya PDKé . Di navbera me û teşkilata Zaxo da protokolek heye, li gor vé protokolé, ew merivén kû ji Tirkiye derbazî vî alî bibin, heya xeber nedine me nikarin wana bişeynine ciyek. Mektûbek ji min ra hat kû Seîd Elçî li Zaxo ye, ez û hevalén xwe civiyan, me qerar da kû em wî bînin li Meqer mehvan bikin û nehelin biçî Gilale. Ez û Çeko û Brûsk bi hevra çûne Zaxo. Ez neçûm Lecné, lé Çeko û Brûsk çûn Seîd dîtin; Seîd ji Lecné hildan û ez jî gihame wan. Me dûr û direj vé pirsé minaqeşe kir. Min pir hevî û zarî kir kû neçe Gilale giliya me nek e, min wî nanî re, tû çare nema.
Rast weya xelet, di bavveriya me da, me li vir darek danîbû, wé ev dar heşin bibûwa û fekî bida. Me digo kû emé Kurdîstané azad bikin. Seîd jî projeyé me serûbin dikir a. Em mecbur man, min û Çeko qeraré kuştina wan da û me da înfazkirin. Lewra ez Sekreteré Polîtbroyé me û Çeko jî Aza ye. Em herdû bi sere xwe dikarin qerarén waha bidin. Antê parantêz, kû babe min bi xwe li pey Seîd Elçî bihata, mine babe xwe jî bikûşta, rast an xelet. Kusurê mêze nek e. Tır ji kevan derketibû”
Di vê noqteyê da Doqtor, lêborînê ji min xwest, Zivirî hevalen xwe û ji wan ra hinek tiştan got: Wek mînak: ” – Dive hûn xebera Şakir kû dibéje ev partî ji holé rabûn bixne guhén xwe. ( Şakir’in söylediklerini hafife almayın) Divé bi hindikayî hûn 4 salan siyaset nekin.Wexte kû xeber dida bi taybetî bere wî li Soro bû. 2–3 caran tekrar kir û ji Soro pirsî: “-İs çi dike? Cara paşî kû pirsî, Soro bi hêrs, destê xweyê rastê rakir got: “-Ez çi zanim ka çi dike.” Soro dizanîya ka ev malkanbaxî çî anîye seré wan.
Selim Xoşewî da xwe rabû, ez jî rabûm, em derketin.

PİRS – 27: Destê girtinê danîbûne ser Dr.Şivan û Çeko, girtinêkê çewa bû, çend hevalên wî li cem bûn? Dikarî navên wana binî ziman?
BERSÛ – 27: Çewa tê bîra min, Çeko, Soro, Kurdo û Zendo li wê bûn. Hevalên wîyên din jî Mehmud Okutucu, Ziya Avcî, Burusk û Necmeddin Büyükkaya li wê bûn. Ev 8 kes kadroyên sereke bûn. Dr.Şivan alenî, eşkere, li ber hemî hevalên xwe rastîya meseleyê got. Di binê baskıyê da nebû, weka mêhvanêkê xwedan prestij danîbune odeyek, dibêm ka oda Selim Xoşewî ya taybet bû ew xurf e. Tû kes lê nobet nedigirta, çewa ku Emer Çetin di BELGESELA Doktor da behsa sietan û deqîqan dike, tiştêkê wisa tinebû. Navbera meqamê Mam Eshed û wê oda serê wî banê ser hemzeminê, ku meriv ji ba Mam Eshed derkevê here wê odeyê 30 metre tinebû.

PİRS – 28: Piştra serpêhatiyên te û Hacîumranê û dagera te ku tû hatî Tatwanê, dikarî binerxînî?
BERSÛ – 28 : Serpêhatîyên min gelek dirêjin, şaxek jê bi navê “Cemil Miho û Rewşa Hacîumranê ya sala 1971ê” min di facebookê da parva kir. Beşa 2 yê min hê nenivisandî ye. Divê ez vê bibêjim ku çuna Hacîumranê ne bi daxaza min bû. Min dixwesta dagerime Tirkîyê ser şolê xwe. Gava ku min bi şev li Diwanê têkiliyên herdû Seîdan nivisand û serê sibê bir da Mam Eshed Xoşewî, ewî rica kir got: “- Dixwazim tû jî bi Dr.Şivan û hevalên wî ra biçî Hacîumranê, van tiştên te ji min ra got, tû wan tiştan ji Mela Mistefa ra anku ji Kak İdris ra jî bibêjî.” Min nexwest ez daxaza Mam Eshed red bikim, yek jî; hevalê min Derwêşê Sado li Gilale bû, pêwîst bû em hev bibînin.

PİRS – 29: 2 partî bi serokayetî û tenzîmên xwe va di vê karesata dijwar da berze bûn. 50 sal di ser vê buyerê da derbaz bû, doza azadiya welat yek gavek bi pêş neket û ji roja beriya kuştina Seîd Elçî û virda pêşketinek bi dest neket, li gora baweriya te divê terefdarên herdû Seîdan çi bikin? Derzêk ji vê buyera qirêj derînin ango bikevine peyî şopa wan xwe bixwe kirîyan?
BERSÛ – 29: Ji buyerên siyasî derz çewan dertên? Herkes li gora xwe ders digir ê. Pîvan nîn e. Pîvan mîzana edaletê ye. Pîvan ujdan û însaf e. Mesela: Roja ku ev buyer eşkere bû, wan kesên ku li dora Dr.Şivan bûn çî hate bîra wan? Ewên herê nêzîkê Doktor ew kitle bûn û ew kes bûn. Pirsêk jê kirin? Jê ra gotin: “- Te xeleti kir? Ango, 50 sal di serda derbaz buye; niha jî dibêjin Dr.Şivan xeletî kir? 50 salin lê digerin ku xeletiya wî bi aleke din va bişemitînin.
Soro destê xwe radike ji Dr. Şivan ra dibêjê: “- Ben ne bileyim herif ne yapıyor?” Çî tînê bîra we. Soro isyan dik e. Ev pirsa Soro çî anî bîra hevalên Doqtor?
Li Meqer Dr.Şivan bi darê zorê bi hevalên xwe dide qebulkirin ku Seîd bîne meqer dest danê ser, nehêlê herê Glal e. Ev qerar ji binî xelet e. Bi vî jî qaîl nabî, diçî Zaxo li derek peya dibî, çeko û Burusk dişeynê Seîd tînê, û li ber wan hevalên xwe dibêjê “- di rêda me kir û nekir me Seîd Elçî iqna nekir, li gora nizamnama me ez Genel Sekreterim, Çeko cîgirê mine; em herdûk dikarin biryara kuştinan bidin.” Nîzamnameyê Xwedê nenivisandîbû? Tû çewa Sekreterê rêxistinek dikujî, te biryara kuştinê daye û birîye daniye depoya silehan Çeko daniye ber wan û ji 25ê Gulanê heya 1ê Hezîranê tû li kû bûyî? Tû li çî geriyayî?
Dr.Şivan li hafa Kurdo, Soro, Zendo, Çeko, Elîşêr, Necmeddin Büyükkaya û wanên din dibêjê min: “- Ez iddîâ nakim ku min tiştêkê rast kirîye, ez xeletiya xwe qebûl dikim.” Lê ev insanên li dora wî nabêjin evî xeletî kirîye. Ya divê em bibêjin herdûk Seîdan jî çi kiribin rast kirin e. Ya jî xeletî kirin e. Eger raste, çewa rast e? Eger xelete bo çî hun li ser rêbazeke xelet dimeşin.?
Ez gava kuştina Seîd û hevalên wî dibihîzim, dibêjim bila me hemîyan, – ez û Derwêş jî daxil – bibine nêzîkê qereqolêkê Tirkan gulebaran bikin, ku kes nebêjê Dr.Seîd Kırmızıtoprak hevalê xwe yê 49’an, dostê xwe yê ku lê derbazî başûr kir û sekreterê rêxistinêkê welatparêz kuşt. Hevçend xeletêkê girane ku Xweda Emin Cibrail bişanda bigota “- Emrê Xweda ye, Xweda emir kirîye, divê tû vê cirmê bikî, Diva ku Dr.Şivan tiştêkê waha nekir a.
Derz girtin ewe ku roja ewil derz bihata girtin. Roja ewil, roja ku Mela Hemdî vê karesatê deşifre kir û pişta xwe da me ço Min Ji hevalên Dr.Şivan ra got:”- Donkişotî nekin, Sekreterê me ço yê we jî ço, Partiya we ço ya me jî ço.” Piştî sietek min dîsa li ber van şoreşgeran ji Dr. Şivan ra got: “- Tû dizanî te çikir Doqtor? Te bi kuştina Seîd Elçî fermanê kuştina xwe bi destê xwe imza kir; te bi tenê fermanê kuştina xwe bi destê xwe imza bikira xem nebû; te 2 hereketên siyasî fetisand. Te partiya xwe jî kuşt, ya me jî kuşt .”
PİRS – 30: Pirsa min ya dawîyê ye ku 50 sal di ser vê karesatê da derbaz buye û tû yek ji xemxwerên daw û doza milletê Kurdî, 83 salîyî, te roja pêşîn dît ku ev mesele çîye, çî li peyî xwe anî û wê çî mişkilên mezin li peyî xwe bînê; 1-Serê ewil ji bo ku ev karesata dijwar xisarê nede doza millî, te weka bi serê xwe çi kir? 2-Piştî 50 salan tû dixwazî çi bê kirin?

BERSÛ – 30: Pirsêkê balkeş e.
1-Çewa ku min li jorê got, hema di destpêka deşifrebûnê da min jî Doktor ra û hevalên wî ra dîtina xwe eşkere beyan kir.
2- 53 roj ez û Soro di odeyek da li ba hev man, Dr. Mehmud Osman û Kak İdrîs me bi hevra qebûl dikiran, min itiraz nekir ka hun bo çî me ji hev cuda nakin. Yani weka Kurdêkê Bakur min nexwest bi çavê neyartîyê li Şivancîyek mêze bikim.
3-Pirsa çareserîyê ji min hate pirskirin, min bi devkî û nivîskî fıkra xwe waha beyan kir:
a)-PİRSA Dr. Şivan: “ min 15 navên ronakbîr û rewşenbîrên Kurd rêz kir ku ji van 15 kesan komisyoneke lêgerînê ava bikin, ev lecne bi bejdariya nûnerên hersê perçeyên din jî bê xurtkirin, lêkolînêk li ser vê karesata qetilkirina Seîd Elçî û hevalên wî çêkin, raporê xwe binivîsin, teqdîmê Serok Mela Mistefa bikin û qima xwe bi biryara Serok bînin, ku rê li pêşiya dijberan bê girtin, herkes qîma xwe bi wî raporî bînê. Eger hun vê nekin; wê siba bibêjin: “- Yekî bi destê yekî dane kuştin, yê din jî wan kuşt.”
b)-Bila Serokê Dîrokî Mela Mistefa dilê hevalên herdû Seîdan bihev xweş bike û partiyeke mişterek bi wan bide avakirin, bila şoriş vê rêxistinê destek bike û bê ku dereng bimînê ew partî xwe bighêjînê asteke wîsa ku bikaribî xwe li ber singê dijmin bigir ê. Eger hun vê nekin, eger Kurdên Bakur xwe nexine binê tangên Tirkan hun li vira nikarin bibine dewlet. Ev 2 daxaz bi nivîski min teqdîmî Kak İdrisê Rehmetî kir.
c)-Min di wê nameyê da gotîye: “- Mafê min nîne ku bi serê xwe ez li kuştina Seîd Elçî û hevalên wî biborim. Malbata wan û PDKT dikarin fikra xwe beyan bikin. Eger Seîd Elçî birayê min buya, min dikariya weka malbatî tiştek bigota. Lê ew Sekreterê Partîya Demokrata Kurdistana Tirkiya ye. Di vira da qerarê partîyê û malbata wî pêwîst e.
4-Roja ku li Navpirdan tesadufen ez rastî Şerefeddin Elçi, Derwêş Sado, Ramazan Haşim, Mehmed Eli Dinler hatim, min jî Şerefeddin ra got:”- Soro dibêjê bila tabanê me û yê we di binê sekreteriya Şerefeddin da rêxistinek ava bikin û em xebata xwe bimeşînin. Mixabin gotina min pere nekir.
5-Dr.Şivan nîvroj beriya ku bê girtin bi Çeko va biryara kuştina min dabû, min vê yekê hiç nanî ziman. Yanê li dawa xwe borîm.

MİN ROJA PÊŞÎN HEVÇEND TİŞT KİR
Nuha çi ji destê min tê? Şîreta xêrê ji destê min tê. Beriya çend salan; belkî 4 sal berê. Rojêk DARA Kirmizitoprak ji min ra telefon kir got:”- Mamê Şakir ez dixwazim te ziyaret bikim, ka em çewa dikarin hev bibînin? Min got:”- Ez li Ankara me, kengê te bivê keremke were em hev bibînin”. Dara got: “- Roja Çarşemê siet li 14.00 yê ku ez li Otela Şeraton li benda te bim” çewa ye? Min got tamam, Me hev dît. Wê gavê belgeselê Dr. Şivan hatibû parvakirin. Pêşî xwest ku bizanê bi rastî kuştina Seid Elçî bi biryara babê wî ye ane na. Min rastîyê jê ra got. Anî yeqînîyê ku ez rastiyê jêra dibêjim. Got: “ Mamê Şakir heya nuha 2 kesan ji min ra raste rast gotine ku babê te Seîd kuştiye. Yek Fuat Elçi ye, yek jî te niha ji min ra got. Min got: “- Babê te mêr bû, ewî raste rast li ber hevalên xwe got min û Çeko biryar girt û da infazkirin, ev kesên ku meseleyê kur dikin û giran dikin û dibin û tînin hayê wan ji camêrîyê nîn e. Te birêk mesref kir, belgeselek çêkir, bo xatirê min, 2 sietan bi tenê rune guhdariya Belgeselê xwe bike û li ruyê wan bejdaran mêze bike ka çiqas samîmîne wê tû bibînî.
Dara Kırmızıtoprak dixwesta ku destûr ji Cenabê Mesud Barzanî bigirê cenazeyê babê xwe derbaz bike bîne Dêrsim ê. Mesud Barzanî gelek xweşik cewaba wî dabû û gotibû: “- Wê roja wê bê, niha ne wextê wê ye.”
6- Min şîreteke waha li dara Kırmızıtoprak kir: Min got:
“- Ku di şuna te da ez bim. Ku ez kurê Dr.Şivan bim, ezê Fuad Elçî iqna bikim, ezê herdû terefên Seîdan jî haydar bikim, li Amedê herdû terefan bînime cem hev, ez û Fuad emê derkevine hafa wê alemê; ji wan ra bêjin: “- GELİ DOST Û HEVALAN! … Em weka kurên herdû Seîdan naxwezin ku babên me bibine sebebê dûbendiyan û nexweşiyan, çî buye buye û çoye, têştên ku bûne divê em bidine alek û yekîtî, yekrêzî û tifaqa welatparêzên Kurdistanê ava bikin û babên me bixine senbola aştîyê, senbolên yekrêziya Kurdistaniyan. … DARA yê hêja! Nuha tû termê Dr.Şivan ji Çoman rakî bînî Dêrsimê wê milyon insan bejdarê cenazeyê bibin, Seîd Elçî jî her wisa, başe bi sedan prowekator wê nekevine nava wê qerebalixê? Wê nebine sebebê fitneyên giran? Divê tû û Fuad riya xirabiyan bidine girtin, xeletîya ku hevçend sal û zeman hatîye kirin red bikin û berê me dagerînine qencî yê”.
Dara ji min ra got: “- Mamê Şakir soz didim, tû çi rê bidî ber min ez ji xeberê te dernakevim.” Min telefonê Fuad Elçî kir, lê agahdar kir, dizanim ku Fûad jî yê çêkirinê ye.
Ya ku ez dizanim tabanên herdû Seîdan welatparêzin, di derveyê van tabanan da ew partîyên din jî her wisa welatparêzin, eger welatparêz yekrêz nebin ne mimkine biser bikevin. Yekrêzî bi fedekarî û niyeteke qenc bi dest dikevê.
Gotina min ev e. Şîreta min ji hemî gêncan ra ewe ku vê meseleyê nexwirînin, neqiştînin û birîna me kûr nekin. Bila meseleyê bizanin ka çîye, bila dersan ji xeletan derxin lê bila hişê me tim li ser tifaqa welatparêzan bî. Barê me giran e. Pêwîstî bi yekrêzî û fedekarîyê hey e. Ez waha difikirim.

Dr. Yekta Uzunoğlu: Apê Şakir Epözdemir spasgûzarê cenabê we me bo ked ,xebat û tekoşîna we ya bêhempa bo gelê me yê bindest. Neslê me pîrozîya doza Kurdîstanê ji neslê we hinbû ! Ked û xebata neslê we ronahî bû bo me !Hûnê hebûna me û ya gelê me de her hebin !
Şakir Epözdemir: Ez jî gelek sipas dikim û bo cenabê te tendurustî û temeneke dirêj daxaz dikim.