Yekta,bi alîkarîya rehmetîyê Kamuran Bedirxan bursdar dibe û derbasî Çekoslovakya yê dibe.Li vêderê dikeve ezmuna tibbê û bi ser dikeve.Him di xwîne û him jî xebatê siyasî dike.Li wargeha xwendekaran de,( pansîyon) menzela ( ode) ku lê dimîne hevalek jêre çê dibe.Her du jî li eynê menzelê di mînin.Hevalê menzela wî Pavel Martasek, bi her awî ji Yekta’re dibe alîkar.Yekta xebatê xweyî siyasî bi dizî di meşîne.Li welatekî komunîst û li devletek dîktatorî dijî.Yekta,ez karim bi bêjim di wan deman de ê ku komunîzm baş nas kirîye û li gor wê hereket kirîye yekem Kurd’ekî ye.Lewra wê demê Kurd, bi taybetî jî Kurd ên Bakurê Kurdistanê bi germî li komunîzmê dinêhêrin.Têkilîyê Çekoslovakyayê û dagirkerên Kurd a jî, liser menfeetê pirr pêşketîye.Loma Yekta xebatên xweyî sîyasî bi dizî di meşîne.Bi nawê Ararat ê weşanxana Kurd î ava dike(1976) û pirtuka çap dike.Methelokên Kurd an ( gotinê pêşîya) ,belavok û wekî din,bi zimanê Kurd î gellek tiştan li vir çap dike.Çapxana ku pirtuka çap dike,çapxana partîya komunîste.Pavel,li vir bi hevalê xwe dibe alîkar û tiştên Yekta bi dizî livir çap dibin.Van xebatê Yekta bala devletê dikişîne.Ji xwe di sala 1975 an de dagirkirina wanî balyoza Swed ê, wî pirr bi pêş derxistibu.Dawîyê jî devleta Çekoslovakya yê wî ji sînor derdixe û Yekta derbasî Fransê dibe.Livir di xebata enstîtuya Kurd î a Parîs ê de xebata xwe dom dike û biryarek pirr zor û qedirbilind distîne.Bi textorên sînor nenasan wê herre Kurdistan a Rojhilat.Li dijî devleta dagirker,devleta xwîn xwar,devleta Îran ê,ji bona pêşmergeyên birîndar wê xebata bikin û diçin.Kendal Nezan wî dibe Bruksel ê ,di eynê demê de mamosta M.Emin Bozaslan jî tê balafirgeha Bruksel ê.( Çîroka vê balafirgehê Yekta bi drêjayî nivîsandîye) Yekta ji Bruksel ê dihere Tehran ê,ji wir jî derbasî enîya şer dibe.Di çuyîna wan textor û dermanan de xebatek minî piçuk jî hebu.Di derbaskirina textor û dermanan de, ez jî bi wanre derbasî Kurdistan a Rojhilat bibum û min wan teslîmî

pêşmergeyan kiribu.Lê ez ji Yekta ne haydar bum ku ew li wêderê ye.Piştî 39 sal bişunde em her du jî,ji vê meselê yê haydar bun.
Di nav wan xebatên şerê li dijî devleta İran ê de,rojekê birayê wî Erdinç ji bona wî bivîne sînor bi qaçaxî derbas dike û tê enîya şer.Biratî,biratîya Erdinç, ne tenê biratî bu.Bavitî bu,dê tî bu,hevaltî bu.Erdinç pirr dev girtî bu.Tu carî çuna xwe ji min re qal ne kiribu.Ne neheq bu jî.Ne gotina wî,ji gotina wî çêtir bu,di wan şertê Tirkî yê de.Wî di dadgeha de gellek itîrafkar ditî bu û li wan gohdarî kiribu.Demek kin, piştî hesreta xwe tînin cîh,Erdinç ber êvare kê berê xwe dide sînor û ji Yekta di qete.
Yekta demek drêj di yarmetîya pêşmerge de dimîne,piştî têkçunê bi rehmetîyê Ebdurrehman Qassemlu re der basî Kurdistan a Başur dibe.Li Qandîl ê şevekê li mala mam Celal Talabanî di mine û roja din derbasî Hewlêrê dibe.Hewlêr,Kerkuk,dîsa Hewlêr,Bexda… Çû ye û hatîye.Gellek bê bextî li dijî wî derketine.Hatîye girtin,revîya ye, xwe avêtîye balyozxana Fransê,lê xwedî derneketine û mirin xistîye çavê xwe,heya xwe gihandîye Urdin ê.Pîştî gelek zahmetîyan bi şunde ji Şam’ê derbasî Paris ê dibe.
Êvarekê bi Kendal re tên cem hevudu û li vêderê çenteyê xwe wenda dike,yan jî tê dîzî.(!) Her tiştê wî di hundirê wî çenteyî dene û her tiştê xwe wenda dike.Pasaport,pere,nivîsandinê wîyî Rojhilata Kurdistan…Bi giştî bi çentê wîre wenda dibin.
Jiyan, yan jî qeder caharna bi mirovan pirr xerab dilîze.
Bext wexta dibe bê bextî,berê jiyana insan di guherîne.
Yekta bê çare dimîne.Liser wê bê çareyîyê jî, di jiyana wîde buyerek herî mezin derdikefe
pêşberî wî.
Birayê wî Erdinç.
Erdinç parêzer bu.Em wê demê di zindana Amed ê ya leşkerî de bun.Erdinç parêzerê min
jî bu.Şertê zindanê,şertê wahşetê bu.Şertê Kurdistan a Bakur di bin zordarîya devleta Faşist,devleta leşkera de bê aman bu.Ji vê zordariya devletê her kesî para xwe di girt.Çend parêzer ê welatparêz, xwe kiribun yek û parêzerîya girtîyê zindanê dikirin.Erdinç jî yek ji wan parêzgera bu.Devlet bi tundî çu ser wan parêzgera.Hinek anin zindanê cem me,hinek jî revîyan.Erdinç jî, ji ê revîyan bu.Derbasî bin xetê, ji virjî derbasî Libnane bibu.Wexta ku Yekta ji Şamê derbasî Fransê dibe,Erdinç jî,derbasî Roma yê dibe û hayê wan ji hevudu tuneye.
Yekta wê şeva çentê xwe wenda dike (!), li mala xwaka Kendal,li mala Nezihe xanim di nive ( radikeve).Sibehê Erdinç ji Roma yê telefon dike,Yekta derketîye derve.Piştî vedigere agahîya telefona Erdinç digire û li mal li benda telefona wî di sekine.

Têlefon tê û Erdinç rewşa xwe ji Yekta re tîne ziman û dibêje bila Kendal wî bigire Paris ê.Êvarî Yekta rewşa Erdinç ji Kendal re dibê je, lê Kendal xwe nade ber û qebul nake.Kendal hevce nabîne Erdinç bê Paris’ê û dibê je bila vegere Tirkîyê, Erdinç mirovekî ser bi xweye,devlet têkilî wî na be.

Dinya Yekta di serê wîde di zîz di be, wî ji hal der dixe û yekcar bê çare dimîne.Pasaporta wî wendaye,perê wî wendaye û birayê wî li Roma yê li benda hêvîya wîye.
Di vê bêçareyî yê de nizane wê çi bike.Bê hêvî,ji xwe aciz û di nav hiznê de, di xerriqe.Mixabin,bê çareye.
Sibeha şevê Erdinç dî sa telefon dike.Yekta bi hizna giran neyênîya Kendal jêre dibêje,Erdinç zêde na peyive û telefonê digire.
Erdinç, li Roma yê nasekine û bi pasaporta xweyî sexte berê xwe dide Tirkî yê.Xwe di gîhîne Elîh ê ( Batman) û liwir tê girtin.

Piştî vê buyerê û heya roja mirina wî (21/01/2014) nirxên dinya Erdinç wenda bi bû û xwe ji dinê re girtibû.Bext, dil xweşî û kêf xweşî neda bu wî.Ji şêra revîya bu, ketibu dahfika revîya.Wî jiyana xwe bi bextereşî di dît û heya mirinê jî,ew bextereşî ji pêşîya wî derneket û bi wê bexteteşîyê çû.

Dost tê dosta bu,hevalê mêrxasê xwe nas bu.Ji siyaset medarê xwe wek piling di dîtin qet hez nedikir.Siyaset medarê wek piling jî,ji wî hez nedikirin.Dûrî wan bu,ew jî jê di revîyan.

Xwe teslîmî alkolê kir û alkol bu hevalê wîyî herî nêz.
Ruhê wî şhad be.
Piştî vê buyerê Yekta derbasî Elmanya yê dibe.
Li Elmanya xebatê wî dom dikin û di sala 1983 n de li Bonn’ê Enstituya Kurdî ava dike.Di
ava kirina Enstituyê de gellek navdarên Europê cîh digirin,alîkar dibin.Xelatgirên Nobelê Alfred Kostler,Heinrich Böl û Gunther Grass piştgirîya Enstituyê dikin.Siyasetmedarên ji xwe razî li ber wî u li ber xebatên wî dibin asteng.Li gor siyasetî lazime her tişt di bin bandora wan de be.Siyaset her dem li dijî berhemdaran,li dijî nivîskaran astenge.Hesû de,bext reşe,xwedî bandore…
Yekta di sala 1987 n de, di Radyo ya Monte Carlo de bernama bi zimanê Kurdî çê dike.Çand û hunera Kurdî di demek dirêjde tê weşandin.
Yekta deme kê derbasî Ermenistanê dibe bi Temurê Xelîl,Tosinê Reşit û Aram Tigran re li ser misîqa Kurdî xebatê dikin.Yekta fêrî bi dizî xebatê ye.Arşîva Radyoya Êrivan ê bi dizî qeyd dikin û 170 kîlo bantê şerît bi dest dixin û van banta disa bi dizî ji Ermanistanê derdixin.

Yekta xwe digihîne Qanat ê Kurdo û sê roja li Leningradê dibe mêvanê wî.Yekta,Tosinê Reşîd,ji bona êrîşên rejima Îranê, li ser Kurdistan a Rojhilat tawanbar bê kirin pêvendîya bi nas û dostên komarên Sovyetê re di tînin, bi telgraf û nameyan protestoya ji komîteya bingehî a komunist partî re di şînin.Yekta xwe digihîne endamê bingeha partîya komunist Prîmakov û li ser vê mijarê tîkka wî dikşîne.Van çalakî yê wan di medya sovyetê de zêde cîh digire û çalakîyên wan bi ser dikeve.Ha,ez vê jî bînim bîra we; di van xebatên sovyet ê de, Yekta dîsa bi paseporta sexte xebat kirî ye.

Di sala 1989 n, piştî helveşandina komunizmê Yekta bi qaçaxî derbasî Çekya/ Prag ê di be û livir dibe niştecî.Dest bi ticaretê dike û di vê mijarê de jî dibe xwedî yê Holding’ ê.Di van xebatên wîyî balkeş hinek jê ne rehet dibin û du caran ji kuştinê di filite.Hinek ji polêsên Çekya ku girêdayên mafya Tirka û istîxbaratên derve (!) ji bona têk çûna wî di xebitin.13 ilon 1994 ra wî digirin û tavên girtîgehê.2,5 va di hucrê de di mîne.Serok komarê Çekya hevalê Yekta’ye.Di xwaze ji bona Yekta ef kirine kê derxe,lê Yekta qebul nake.Ji ber ku sucdarîya xwe qebul nake,sala 1995 ca ji serok komar Vaslav Havel re nameyekê dişîne.Di vê nameyê de, di bê je “ çanda min desturê nade, ez serê xwe li ber Neron ê nujen xwar bikim.

Serok komarê Çekya,Vaclav Havel bersîva wî nade.
Yekta micadeleya xweyî huquqê dom dike.Yekta parastina mafê mirovan,parastina rastî yê û heqîya insan ji xwere kiribu armanç.Hukûmeta Elman di girtîgeh ê de mafê hemwelatî yê di de Yekta û parlementer ê Elman Bernard, pasaport û nasnameya wî, bi destê xwe di hucrêde dide wî. Piştî 3 rojan jî; wî ji girtîgeh ê der dixin.Bi dadgeha Çekya yê micadela xwe dom di ke û piştî 13 e sala li dijî dadgeh ê ev micadele qezenç dike.
Ev micadela li dijî hukuk nenasîyê,ji bona wî , xelatek herî bilind a Çekya yê,xelata FRANTİŞEK KREİGEL bi kar anî ye.Yekem Kurd e kî,li europa, li dijî hukuk ne nasîyê xelatek wa qedir bilind, bi dest dixist.Ev xelat, xelata mafê insan bu, ev xelat, xelata li dijî bê hukukî yê,li dijî hukuk nenasî yê bu.Girîngîya herî mezin jî; xwedî yê vê xelatê,xwedî yê vê micadele yê, yekî Kurd bu.Ev Kurd jî dr.Yekta Uzunoğlu bu.Hêjayî pîrozbahî yê ye.

Em 8 rojan li Prag ê bun mevan ê Yekta.Bi roj u şevan, me sohbet kir.Min bi kurtayî ji wan sohbetan ev tiştên herî balkêş nivîsand.Yan jî ê di bîra min de mayîn min nivîsand.Xebata Yekta,ji xeynê van nivîsan,gellek fireye,gellek çalake.Di derheqê kuştina rehmetî yê Ebdurrehman Qassemlu,hevjina wî Helena,Celal Talabanî û gellek tiştên din gotinê Yekta pirrin.Van tiştan aidê wîne û ji bona ez şaşîtîye kê nekim,min ne nivîsand.

Ez hêvîdarîya jiyana wîyî bi tendurîsteyek baş û nivîsên wîyî balkeşim.

 

6/6/2020

 

NURİ SINIR