Yekta, mirovekî pirr dev biken bû û ji kenandinê pirr hezdikir. Li gor wî, “jiyan her dem bi kul û kedera dom nake. Lazim e em kenînê ji jiyanê dernexin. Jiyana bi kul û keder zor derbas dibe. Em ê bijîn û bikenin.” Bi rastî ev demek drêj bû, min ken ji bîr kiribû. Şertê kurda, zilma dewletên dagirker, kuştin, qetlîam û jiyanek di bin metirsîyê da ken bi me dabû ji bîrkirin. Bi xêra Yekta, bi xêra kena wî ya dilgeş, ez jî li vêderê, ji nû da li kenê haydar bûm. Nizanim, belku Yekta ji psîkolojîya rihê min, an derbasbûna jiyana min a di nava t’adayî da anibû ber çavê xwe, yan jî bi çavê textorîya xwe dixwest jiyanê bi şêrînayîyê bi min bide hezkirin, nizanim. Lê devbiken bû û min jî teşwîqî kenînê dikir. Sihbeta wî, rabûn û runişta wî, têkilîyên wî yên bi insanan re, bi ken bûn, di kenîna wî de jiyan hebû. Piştî weqa sal, kennê bi dil min liba wî dît û ez bi wî ra pirr kenîyam.

Yekta di sala 1970an de tê Fransayê. Rehmetî, dost û hevalê min Erdinç; ku birayê Yekta yê mezin bû û rehmetîyê Necmettin Büyükkaya, wî birê dikin.
Yekta bi alîkarîya malbata xwe diçe qursa zimanê Fransî. Lê di sala 1971ê de leşker li Tirkîyê derba leşkerî çê dikin û malbat nikare jêre pera bişîne. Ev wezîyet ji Yekta re astengîyên mezin der dixe. Lê Xwedê wî bi tenê nahêle. Wê demê rehmetîyê Mîr Kamuran Bedirxan li Parîsê ye. Ji bona bursa dewleta Fransê, jê ra dibe alîkar û jê ra bursa xwendinê derdixe. Bursa ku jê re derdikeve, kare li pênç welatê Europeyê bixwîne. Yekta Çekoslovakyayê dibijêre û diçe Çekoslovakyayê.
Wê demê, ji KDPa Başûr, Muhsin Dizaî li serokbajarê Çekoslovakya, li Pragê balyozê Iraqê ye.
Mistefa Barzaniyê nemir di sala 1970yan de bi dewleta Iraqê re li ser otonomîyê lihev dikin û di vê lihevkirinê de, 5 balyozên dewleta Iraqê ji Kurdan dide qebulkirin. Muhsin Dizaî yek ji vana ye û li Pragê dibe balyozê Iraqê.

Mistefa Barzani di sala 1958an de, piştî ji sovyetê vedigere Kurdistanê, berê tê Pragê. Demekê li virê dimîne. Çavdêrîya Çekoslovakyayê dike û ji bona xwendina zarokên Kurdan, di hatina Muhsin Dizaî de, pirr li ser disekine. Yekta bi mamê Muhsin re dikeve têkilîyê û tê Pragê. Tariq Aqrevî, Yekta ji istesyonê digire û dibe mala xwe. Di vê demê de karê birokrasîyê bi cîh tînin, îzna niştecîyê, navnasîya xwe distîne. Li bajarekî, xebata ziman û hazirîya beşa tibbê/zaningehê dike. Di ezmûnê de bi ser dikeve û dikeve Zankoya Çarls, beşa tibbê.

Yekta him dixwîne û him jî xebatê sîyasî dom dike. Di van deman de tîyatroya nivîskarê navdar li Çekoslovakya Karel Çapek verdigerîne zimanê Kurdî. Li mala bi cihbûyinê (pansîyon) bi kesekî ku navê wî Pavel e ra dibe heval. Ew û Pavel di menzelekê da bi hevdura dimînin. Pavel ji bona xebatên wî, bi her alî dibe alîkar. Di sala 1976an de, yekem car li Europa/ Çekoslovakyayê weşanxaneyek bi zimanê kurdî, bi navê ARARATê dixe jiyanê. Karê vê weşanxaneyê bi dizî tê meşandin. Lewra rejîma komunist izna xebatê qebûl nake. Pirtûkek li ser metelokên kurdî (gotinên pêşîyan) bi dizî çap dikin.

Pavel Mortasek bi eslê xwe Cuhû ye. Di şerrê duyem de ji ber zilma li ser Cuhûyan malbata wî dînê xwe guherîye û bûne mesîhî. Bi hebûn û hevaltîya Pavel têkilîyê Yekta bi vî mezhebê mesîhîya re pir bi pêş ve diçe. Pavel Mortasek pirtûk û belavokan bi dizî li çapxana partîya komunist çap dike. Serokê çapxaneya Vîladîmîr Korensky hevalê Pavel e û di vê mijarê de, bi her havî dibe alîkar. Yekta her tiştê xwe bi van alîkarên canfeda, bi dizî li çapxaneya partîya komunist çap dike.
Tariq Aqrevî serokê komeleya xwendevanên Europayê bû. Li Pragê, li salona herî mezin a hotêla Parisê, bi şahîyek mezin şeva Newrozê çê dikin û xebatên siyasî dikin. Di şeva Newrozê de ji başûrê Kurdistanê mizisyenê qedirbilind Qadîr Dîlan; ku helbesta “ey reqîp” çêkiribû, Necmettin Büyükkaya, Ömer Çetin, Mîrhem Yiğit, Tariq Aqrevi û gellek navdaran cîh girtibûn.

Muhsin Dîzayî, di navîna salên 1970 û 1974an de li Pragê balyozê dewleta Iraqê bû. Di navîna wan salan de bi her hawî, ji bona xwendevanên kurd dibe alîkar. 
Mixabin li Kurdistana başûr, di sala 1974na de bi dewleta Iraqê ra şer dest pê dike. Saddam, ji dewleta Çekoslovakyayê Muhsîn Dîzayî û xwendekanên kurd ên başûr dixwaze. Muhsîn Dîzayî ji Pragê direve. Dewleta Çekoslovakyayê çend heb xwendekanan digire û teslîmê Iraqê dike. Fazil yek ji wana ye. 
Yekta û Hecî Ahmedî (ji kurdên rojhilat e) bi dizî lijnekê (komite) amade dikin. Armanca wan, pêşîgirtina dewleta Çekoslovakyayê ye, ji bona xwendekanan teslîmê Iraqê neke. Lijne di navîna xwe de şîroveyan dike, çi bikin, çi nekin? Di dawîyê de li ser dagirkirina (îşxal) konsulxaneya Swedê biryar digirin. 

Erê, wê konsulxaneya Swedê dagir bikin. Li dewletek komunist ku girêdayîyê bloka çep e, di bloka komunist de, wê konsulxaneyekê dagir bikin. Konsulxaneya Swedê jî pirr girîng e, lewma ne girêdayî ti alî ye. Ev jî wê dengekî pirr mezin bide dinyayê. Ji xwe re bernameyekê çê dikin û dikevin hereketê. Di serî de Yekta û çend hevalên wan yeko yeko dikevin hundirê konsulxaneyê. Jimara wan ne wek jimara biryar girtina lijneyê ye. Hinek nehatine. Xebatkarê konsulxaneyê dikevin şubhê û dikin b’aarîn. Kurdên ketine hundir derîya digirin û paş derîya, bi mêze û alavên din asê dikin. Sixurê hundirê balyozxanê polîsên Çekoslovakyayê agahdar dikin û balyozxane ji alîyê polîsan ve derdor lê tê girtin.
Balyoz, ne li balyozxanê ye. Alîkarê wî dadikeve jêrê û mirovekî pirr nerm û medenî ye. Bi çalakvanan re diaxive. Çalakvanê kurd jî xwe îfade dikin û semeda çalakîya xwe jêre îzah dikin. Alîkarê balyoz ji wan, ji bona bi vezareta xwe ya derve ra biaxive demekê dixwaze û derdikeve jor. Di demek kin de disa tê cem wan û ji wan ra dibêje “temam, em ne li dijî xwesteka we ne û meraq nekin.” Telefonekê datîne ber wan û dibêje “keremkin, hûn bi kê û bi kêderê ra dixwazin biaxifin.” Çalakvan dest bi telefona dikin. Nas, heval û medya agahdar dikin. Medya dinyayê li ser vê çalakîyê radibe ser linga. Bûyer mezin e ji bona medyayê. Li bloka komunist, li devletek komunist balyozxana Swedê hatibû dagirkirin. Tirsa çalakvana jî ji navîn rabûbû. Polês neketibûn hundir û balyozxane jî ji wan ra bûbû alîkar. Piştî çend deman, alîkarê balyozxanê hate cem wan û ji wan ra got “meraq nekin, wê xwestekê we bêne cîh.” Lê tirsa çalakvana ji alîyê devleta Çekoslovakyayê hebû. Ji alîkarê wezîr teminatek xwestin. Temînata mezin jî berdana girtîyê di destê devletê da û neşandina wan a Iraqê bû.
Li berdestê sibehê alîkarê balyoz, nameya temînata wezareta derve ya devleta Çekoslovakyayê û agahîya medya dinyayê bi çalakvanan ra parve kir û dawîya çalakîyê ji wan xwest. Gotin nema bû, çalakîya wan bi ser ketibû. Her çiqas li ser wan metîrsî hebû jî çalakî bi dawî anîn û ji balyozxanê derketin. Di derketinê de ji alîyê polîsên devletê ve metirsî hebû, lê polês ji derdora balyozxanê çûbûn û tu kesî têkilî çalakvanan nebû.
Çalakî bi serkeftî xelas bûbû û girtî ji bona teslîmê Iraqê nebin, hatibûn berdan.

Piştî çalakîyê, bi salên dirêj, di sala 1990î de rejîma komunizmê hate helvişandin û belgeyên wan deman hatin vekirin. Di çalakîyê de hinek mirov nehatibûn û paşê jî bi hinek mazeretên badilhawayî xwe parastibûn. Di arşîvan de bersiva wan mirovan derketibû holê ku sîxurê devleta komunist bûne. Kurd, li devleta Çekoslovakyayê bûbûn sîxur û ji bona nekevin çalakîyê ji birayê xwe dûr mabûn, dûr ketibûn.

Disa jî çalakvanê vê bûyerê di encamê de bi ser ketibûn û xwendekanên kurd, ji devleta xwînxwar, ji devleta xwedî qetlîam xelas kiribûn.

Nuri Sınır