Sefaretxana Swêdê li Prag

Li tevahiya cîhanê di sala 1974’an de piştî Yekitiya Sovyetan, di nava welatên Ewropayê de welatê ku xwendekarên Kurd herî zêde lê diman Çekoslovakya bû. Zêdetirî 100 xwendekar lê hebûn.
Peymana Otonomiyê ya di 11.03.1970’an de di navbera Sedam Hisên ku di rêvebirina welat de bi awayekî (de facto) xwedî gotin bû û berdevkê Kurdên Başûr Mistefa Barzanî de, bandoreke zêde li ser hejmara xwendekarên Kurd a li Çekoslavakyayê kiribû. Ji ber ku li gorî vê peymanê Mistefa Barzanî ji Sedam Hisên xwestibû ku 5 sefîrên Iraqê yên li cîhanê Kurd bin anku PDK’î bin û ev daxwaz hatibû qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de Barzanî karîbû ku ji hevalên xwe Muhsîn Dizeyî bişîne paytexta Çekoslovakyayê Pragê. Dema şandî jî Dizeyî tembîh kiribû ku yek ji peywira wî ya esasî ew e ku li Çekoslovakyayê ji xwendekarên Kurd re bibe alîkar û ji wan re derfetên wisa çêbike ku bikarin ji her firsenda perwerdeyê sûd wergirin. Ji ber ku di sala 1958’an de dema Mistefa Barzanî 12 sal piştre ji sirgûna xwe ya mecbûrî ya li Sovyetê vedigere Iraqê, raste raste naçe. Li ser Pragê derbas dibe. Di wê navberê de heta demekî li vir dimîne, derfetên perwerdeyê yên li Pragê hîn dibe û dibîne ku pêşeroja Kurdistanê jî di perwerdeyê de ye. Û çawa ku vedigere Iraqê jî ji bo ku xwendekarên Kurd biçin Pragê, wan teşwîq dike. Bêyî ku ferq û cudahiyê bixe navbera wan, di nav kesên şandibûn Çekoslovakyayê de ji her çar parçeyên Kurdistanê xwendekarên Kurd hebûn. Saziyên perwerdeyê yên Çekoslovakyayê li pêşiya xwendekarên Kurd vekiribûn.
Muhsîn Dizeyî ji 1970’ê heta sala 1974’an sefîrê Iraqê yê Çekoslovakyayê bû. Ji bo ku derfetan ji xwendekarên Kurd re çêbike, ketibû nava hewldanan. Wek xwendekarên Kurd ên ku di wê demê de me li Çekoslovakyayê dixwend, di jiyana xwe de yekemîn car bû ku me hîs dikir bê ka piştgiriya dewletê tiştekî çawa ye. Her çiqas ev piştgiriya dewletê ne ya wê dewleta ku em jê hatibûn be jî, hebûna Apê Muhsîn ku tekane hêza palpişta me bû û em bi dilrehmî ji her pirsgirêkê diparastin. Hebûna wî bû ku nedihişt em stûyê xwe xwar bikin! Û yê din jî serokê Yekitiya Xwendekarên Kurd ên Ewropayê kek Tarik Akrewî bû! Li kîjan devera Ewropayê dibe bila bibe, ji bo çareserkirina pirsgirêka her xwendekarekî ew bi şexsê xwe diçû. Ev lûksa me heta sala 1974’an jî berdewam kir. Ez di meha 10’emîn a sala 1971’an de hatibûm Çekoslovakyayê. Wek Kurdekî min di jiyana xwe de cara ewil û her wiha cara dawî heta Adara sala 1974’an lûksa hebûna hêza dewletekî ya li pişt xwe hîs kir.

Sedam Hisên peymana otonomiyê ya bi Mistefa Barzanî re di Adara 1974’an de dirêj nekir. Lewma di navbera Kurdan û hikûmeta navendî ya Baasê de şer derket. Apê me yê Muhsîn jî winda bû. Jixwe diviya winda bibe jî. Ji ber ku Sedam Hisên ji hikûmeta Çekoslovakyayê xwest ku apê me Muhsîn bigirin û radestî Iraqê bikin! Dewleta Çekoslovakyayê jî dê ferîşteyê me yê dilovan ku em diparastin bigirta û bişanda Iraqê anku radestî Sedam bikira!

Piştî çûyîna ferîşteyê me yê parastinê Apê Muhsîn û destpêkirina şer, em dîsa bûn ji wan kesên baskşikestî û bûbûn ew xwendekarên her tim tên şopandin. Vêcarê yên ku em bi wekilî dişopandin, Çekoslovakya bû. Di wê demê de min xwe bi temamî dabû perwerdeya xwe. Jixwe Zanîngeha Çarlsê ku min lê dixwend gelek zehmet bû. Di demên xwe yên vala de jî min şanoyên Karel Çapek ku navûdengtirîn nivîskarê Çekan e, werdigerandin Kurdî. Ez xwendekarê yekemîn û yê dawî yê Kurd bûm ku li Çarlsê dixwend. Kesên beriya min ceribandin yan demek piştre dev jê berda bûn an jî ji ber neserkeftîbûna xwe ji zanîngehê hatibûn dûrxistin.

Temamiya roja min di navbera zanîngeh, pirtûkxaneya neteweyî û wargehê de derbas dibû. Carna di dawiya hefteyê de li gel hevalê xwe yê odeyê Pavel diçûm serdana dêra mezheba wî û bi dîapozîtîviyan li ser xaka pîroz a di Tewratê de min semîner didan. Bi saya wan semîneran gelek zanyarên wê mezhebê ku niha li çar aliyên cîhanê belav bûne, Kurdistanê nas dikin. Gelemperiya kesên ji wê mezhebê bi eslê xwe Cihû ne. Ji bo xwe ji qirkirina Hîtler xelas bikin, derbasî mezheba Xiristiyanan a herî zêde nêzî Cihûtiyê bûbûn. Û tekane hevalên min ew bûn.
Di demekî ku rojên min wiha bi xebatan ve zêde tije derbas dibûn, xwendekarekî Kurd hat wargehê û agahiyekî nexweş da min. Digot ku her hefteyê xwendekarekî Kurd tê girtin, bi balafirê dişînin Bexdayê û çawa ku digihijin Bexdayê jî li meydanê tên bidarvekirin.
Ez bi lez û bez çûm wargeheke ku Kurdên me lê zêde diman û piştre jî çûm yeke din. Xwendekarên Kurd bi giştî li çar wargehan diman. Tevan jî tiştên ku min bihîstibûn erê kirin. Bi rastî jî hevalên me yên Kurd ên ji Iraqê yek bi yek an jî cot bi cot dihatin girtin û di her roja pêncşemê de ji Londonê dişandin Pragê û ji Pragê jî bi balafirê dişandin Bexdayê.

Ji ber vê meseleyê em hemû bi awayekî xwezayî ketibûn nava fikaran. Du rojan em li hemû wargehan geriyan û me di navbera xwe de nîqaşên dûvdirêj kirin bê ka em ê çi bikin û rêbazekî çawa bidin pêşiya xwe. Lê her deqeya diçû ji kîsê hevalên me diçû ku me wek pêşeroja welatê xwe yê dixwest ava bikin didîtin. Dema di saetên ber bi êvarê ve vedigeriyam wargeha xwe, li ser Cadeya Slavikovayê du kesên sivîl ez dam sekinandin. Tiştekî dişibiya nasnameyê ji berîkên xwe derxistin û îdia kirin ku ji îstîxbaratê ne. Ji min re gotin; “Xwe nede nav wan xwendekarên Kurd ên ji Iraqê. Xwe ji wan dûr bixe. Tu ji Tirkiyeyê hatiye vir. Tirkiye endama NATO’yê ye ku dijminê me ye. Lewma hewce nake tu bitirsî. Ger bixwazî ne tenê xwendina zanîngehê, tu dikarî îhtîsasa xwe jî li Çekoslovakyayê bikî.” Bi van gotinan û bi yên mîna wan re xwestin ji hêlekî ve min bitirsînin û ji hêla din ve jî baweriyê bidin min. Aha diviya bû ev yek li min nehatibûya kirin! Bi wê şevê re ez êdî li wargeha xwe nemam û êdî li wargeha hevalên xwe yên Kurd ên ji Iraq û Sûriyeyê dimam. Min biryar da ku êdî li cem wan bimînim û çûm cem wan. Lê belê ketin û derketina hemû wargehan dihatin kontrolkirin û heta nasname nebûya jî kesekî nedikariya bikeve wargehê. Dema diketî wargehekî hewce bû te nasnameya xwe nîşan dabûya. Pîrejinên li resepsiyonê ku ji bo îstîxbaratê dixebitiyan jî navên we li lênûskê tomar dikirin. Ger tu biçûya serdanê jî te dikariya herî dereng heta saet 22.00’an li wir bimînî. Ji ber ku em di temamiya jiyana xwe de hatibûn şopandin, mîna her xwendekarekî Kurd ez jî ji bo derbaskirina vê astengiyê êdî şareza bûbûm.

 

Hecî Ahmedî, hevserokê PJAK’ê

Di wan rojan de anku di Sibata sala 1975’an de me bihîst ku hevalê me Fadil hatiye girtin ku ji Kurdên Iraqê bû û bi jineke ji eslê xwe Çekî re zewicî bû. Fadil li gel hevjîna xwe ya hêja, li Prag 8’ê di maleke biçûk de dijiya. Hevjîna wî agahiya girtinê dabû me. Êdî tehemûl jî heta vê derê bû! Min û Hecî Ehmedî demildest înîsiyatîf girt û me lijneyek ava kir. Wek lijneyê, ji ewil em çûn Wezareta Karên Derve û piştre jî çûn lijneya navendî ya partiya komunîst. Bêguman her cihê ku em çûbûnê me rewşa heyî bi wan re parve kir û wan jî guhdar kir lê piştre em qewirandin. Hecî Ehmedî ji Îranê bû anku mimkin nebû min jî li gel wî radestî Îranê bikin. Lê em hemû Kurd bûn. Dibe ku em nedihatin radestkirin lê belê birayên me radestî mirinê dikirin û ev nedihat wê maneyê ku em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin! Piştî her saziya ku me serî lê dida em qewirandin, me fêm kir ku êdî rewşa me di asteke xeternak de ye. Lê ma li welatekî komunîst dê ji destê me çi bihata? Em kesên biyanî bûn lewma derketina ji welat jî girêdayî destûra dewletê bû. Jê re digotin ”welatê perdeya hesinî.” Ji bilî vê ma dikarin çi navekî din lê bikin?
Ji bo rizgarkirina Fadil û hevalên Kurd ên ji Iraqê ku li pey wî dê bihatina radestkirin, di dawiya dawî de wek rêya dawî ez û Hecî gihiştin wê qenaetê ku em bi ser sefaretxaneya li Pragê de bigirin.
Di vê navberê de me ji hevalên xwe yên li Slovakyayê re jî agahî şand ku di zûtirin dem de bên Pragê. Qet nepirsin bê ka me agahî çawa ji wan re şand. Di serdemeke ku telefon nedihatin bikaranîn, danîna peywendiyan karekî zehmet bû. Bi zimanekî şîfreyî me li ser telgrafê pê re peywendî danîn. Hevalên me yên li Slovakyayê çawa ku telgrafa me ya bişîfre gihişt ber destê wan, di roja duyemîn de hatin cem me. Anku di roja sêşemê de. Ji bo rizgarkirina Fadil tenê du rojên me mabûn. Weke ku min beriya niha jî qal kiribû, balafira ku ji Londonê dihat Pragê û li ser Pragê diçû Bexdayê tenê di roja Pêncşemê de diçû.

Em demildest li cihekî veşartî civiyan û me biryar da ku bi ser Seferatxaneya Swêdê de bigirin! Swêd welatekî bêalî bû lewma ji bo çalakiyê me ew der tercîh kir. Ji ber ku welatekî bêalî bû dê nekarîbûna me bi sîxûrtiyê tawanbar bikin!
Yek ji herêmên herî zêde li Pragê di bin venihêrînê de jî cihê Seferatxaneya Swêdê bû. Bi qasî 400 mîtroyan ji Qesra Serokomariyê û bi qasî 200 mîtroyan jî li dûrî Wezareta Karên Derve bû…!
Di esasê xwe de Swîsre jî welatekî bêalî bû û Seferatxaneya wê ji bo serdegirtinê li cihekî gelek guncav bû. Lê me biryara xwe ji bo Swêdê da. Ji ber ku li cihekî wisa bû ku ew êşa me dijiya li wir dê bêhtir bihata bihîstin. Ji bo ku zêde balê nekişînin ser xwe, di navbera demên cuda de em yek bi yek yan jî cot bi cot hatin avahiya seferatxaneyê.

Ji wan kesên di serî de ketibûn Seferatxaneyê ez û Hecî jî hebûn. Navbeynekî kin piştî dergehî, korîdorek hebû ku diçû eywaneke mezin a çargoşe. Li eywanê tenê 4 mase hebûn û li derdora wan jî paldank hebûn. Tam li hemberî ketina eywanê jî resepsiyon hebû. Li resepsiyonê jî jineke navsere ya Çekî hebû ku ji bizava wê ya bedenî xuya bû ku ji bo îstîxbarata Çekoslovakyayê dixebite. Min xwe nêzî wê kir, jê re got ku dixwazim biçim Swêdê û min jê xwest ku belgeyên serlêdanê yên ku divê bên tijekirin bide min. Bi awirên nîjadperest li min nihêrî û bi dilsarî belge dane min. Bawerim heke ji destê wê bihata dê ez bigirtima û bi destên xwe îşkence bikira. Min weke ku wan belgeyan tije dikim xwe mijûl dikir û Hecî jî li maseya hemberî min heman tişt dikir. Hecî gelek bi aqilane tevgeriya û ji jinê re digot ku hinek beşên di formê de fêm nekirine û jê pirs dikirin. Heta car bi car pê re henek dikirin. Di vê navberê de hevalên din jî bi heman awayî ketin eywanê! Me ji wan îşaret û mîmîkên wê yên wekî yên sîxûran ku hişk û ji xwe bawer bûn hîs kir ku bi zêdebûna hejmara me re dilnerehet dibe. Jixwe em hemû jî ji Rojhilata Navîn bûn û xwedî şeklekî egzotîk bûn. Bawerim ji roja ku ew avahiya Seferatxaneyê hatiye çêkirin heta niha ti caran di carekî de ewqas kesên ji Rojhilata Navîn neketibûn vê eywanê. “Welatê Perdeya Hesinî” bû lewma hejmara kesên ji derveyî Ewropayê dihatin Çekoslovakyayê pir bisînor bû!
Dema hejmara me gihiştî derdora 20 kesan, tirsa dilê wê jinê hîn zêdetir bû û bi dengekî bilind qêra wêr kir û pirsa “Hûn kî ne? Hûn çi dixwazin?” ji me kir. Me tevan jî kartên xwe yên xwendekariyê nîşanî wê dan û jê re got ku em xwendekarên bibûrs ên Çekoslovakyayê ne. Lê hêj jî diqêriya. Bawerim êdî tehemûla wê nemabû lewma bi dengekî bilind ji me xwest ku em demildest ji Seferatxaneyê derkevin. Me jî jê re got ku dê Seferatxaneyê neterikînin û em ji bo serlêdana vîzeyê hatine vir. Danûstandina me her ku çû dijwartir bû. Armanca me ew bû ku hinek din jî dema me çêbibe da ku hevalên me yên din jî bikarin xwe bigihînin hundir. Lê jinik di carekî de teqiya, rahişt telefonê û got: “Ger hûn dernekevin ez ê gazî polîsan bikim.” Çawa ku wê wisa kir, du hevalên me demildest rahiştin maseyên li eywanê û birin xistin pişta dergehî ku bi qasî 8-10 cm’an stûr bû û bi hêsanî nedikariya bihata şikandin. Heke derî dabûna zorê jî nedikariyan ji derve vekin! Korîdor herî zêde derdora mîtroyek û nîvan fireh bû lewma bi rastî jî wan maseyan ji hundir ve derî asê kiribû û wisa girtibû ku ji der ve nedikariya bihata vekirin.

Jinik zêde bi hêrs bû û ji rexekî ve li me diqêriya û li rexa din jî bi polîsan re xeber dida! Bi dijwarbûna nîqaşê re deriyê ji camê yê li pişta resepsiyonê vebû û kesekî girgire ku xuya bû Swêdî ye kete hundir û got: “Li vir çi diqewime?” Di wê navberê de me tevan jî ew kartên xwendekariyê yên navneteweyî nîşanî wî dan (hevalê me Hecî bersiva wî bi Almanî da) me jê re got ku em tevek jî xwendekar in, derveyî seferatxaneyê ji bo me cihekî talûke ye û dixwazin li vir dest bi grevê bikin. Her wiha me jê re got ku jina sekreter li ser telefonê bangî polîsan kiriye. Li ser vê gotina me jî camêrî demildest ji jina sîxûr xwest ku ji wir derkeve û got: “Hinekî bêhnfireh bin. Ez ê vê mijarê demildest bi Sefîr re parve bikim.” Piştre jî ji wir çû…

Em li eywanê bi tena serê xwe mabûn. Di vê navberê de hevalekî me yê ku çûbû destavê bi diltirsî vegeriya û got ku di paceya daşirê de dîtiye ku polîsan derdora Sefaretxaneyê bi wesayîtên zirxî dorpêç kiriye. Ez û hevalên xwe yên din bi bazdanî ji nava daşirê re derbas bûn û me ji paceyê li derve nihêrt. “Erê” bi saya wê jina sîxûr bi rastî jî dor li me hatibû girtin. Lê hem camên daşirê û hem jî yên temamiya paceyên li jêrzemînê, bi hesinên stûr hatibûn girtin. Ew hesinên stûr heta roja me jî hîn li cihê xwe ne. Îxtîmalekî mezine ji bo ku bikarin li dijî her cureyeke talûkeyê biparêzin ew der ava kirine.

Piştî 10-15 deqîqeyan ew ciwanê giregir ê Swêdî kete eywanê. Xwest ku em di navbera xwe de 2-3 kesan wek berdevk hilbijêrin. Berdevkên me ji xwe diyar bûn. Hecî Ehmed bi zimanê Almanî, min Fransizî û hevaleke din ê Iraqî jî bi zimanê Ingilîzî dizanî lewma jî em bi awayekî xwezayî dibûn berdevk. Xwest ku em wî bişopînin. Li pey wî em derketin qata jor û di odeyeke bihişmet de zilamek û jinek li benda me disekinîn. Ev jî efser û rawêjkar bûn! Me ji serî heta binî tevahiya çîroka xwe bi wan re parve kir. Lê me baş pê da fêmkirin ku tenê dikarin cenazeyên me ji vir derxînin! Bi hêmînî em guhdar kirin û piştre ji me xwestin ku em qedereke bi qasî nîv saetê destûrê bidin wan da ku rewşa heyî bikarin bi Wezareta Karên Derve ya li Stockholmê re bişöwirin. Gotin ku ew nikarin li gorî serê xwe biryarên bi vî rengî bidin. Me jî ev daxwaza wan qebûl kir lê bi şertê ku polîsên li derve êrîşî me û bînayê nekin. Me jê re got ku armanceke me ya wisa nîne ku ziyanê bidin kesekî lê heke polîs êrîşî me bikin, em ê tevî xwe vê bînayê jî bişewitînin. Me jê re got; li cihê ku em bibin sedem ku Sedam me li meydanan bi hilayîse û vê yekê weke tirs li ser gelê me belav bike, wek mirovên birûmet em li vir xwe bi destên xwe bikujin baştir e!

Em dîsa vegeriyan cem hevalên xwe yên li eywanê. Hemû kesî mereq dikir bê ka li jor çi çêbû çi çênebû. Piştî axaftinên me jî hem dilê her kesî rehet bûbû û hem jî bi gotin û îşaretên dest, zend û serên xwe ew hîs dan ku tev li biryara me dibin.
Hevalekî me her gav nobed digirt û di paceya daşirê de hêzên ewlehiyê yên li derve dişopand. Em tevek jî bi disiplînekî bêqisûr û bi yek parçeyî tevdigeriyan. Anku tiştekî wisa bû ku me liv û tevgerên herî biçûk ên hev jî hîs dikir û dijiya!
Demekî kin piştre dîsa ew ciwanê giregir ê Swêdî tevî peywirdarekî hate cem me. Du telefon di destên wan de hebûn. Qabloyên dirêj xistin prîzên li pişt resepsiyonê û piştre jî danîn ser du maseyên li eywanê. Me bi baldarî liv û tevgera wan dişopand. Piştî ku ew telefonên mezin û klasîk têxistin prîzan, li min û Hecî zivirî û got: “Ev her du telefon di xizmeta we de ne. Hûn kê bixwazin dikarin lê bigerin. Gavek şûnde ji cîhanê dê rojnameger li we bigerin. Hûn çawa bixwazin wisa bi rojnamegeran re biaxivin.” Dema me ev gotin bihîstin, em veciniqîn û di her hucreya xwe de me hîs kir ku di vî şerî de em bi ser ketine…

Dema me zêde nebû lewma me xwest ku di nava yek du deqeyan de li hevalên xwe yên li Ewropaya Rojava bigerin û ji rewşa heyî agahdar bikin. Dê me bi malbatên xwe re jî têkilî nedanîbûna!
Bi telefona ewil re me çend xwendekarên Kurd ên li Swêdê dijiyan ji rewşa xwe agahdar kirin. Min rêbera telefonan negirtibû cem xwe lê du hevalên me yên ji Iraq û Sûriyeyê bi xwe re anîbûn. Dê me telefonek ji bo ku li kesên derve bigerin bi kar aniya û bi ya din jî dê me bersiva telefonên ji derve dihatin bida. Ji bo ku xetên telefonan bi tiştên berneketî mijûl nebin, dê me her tişt bi kurtasî vegotiba. Me ji peywirdarê Sefaretxaneyê re jî got bê ka dê kîjan telefonê bi kîjan armancê bi kar bînin. Ew jî ji vê biryara me ya di cîh de keyfxweş bûn. Wî ciwanê Swêdî di serî de xwe zêde nêzî me nedikir lê ew helwesta xwe guherand û êdî ew jî li cem me di nava şer de bû.

Telefona ewil ji Radyoya Ewropaya Azad hat ku weşana xwe li Munîhê dikir û di dema şerê sar de çeka herî xurt a Amerîkayê bû (bi gelek zimanan weşana xwe dikir). Sîxûrên Yekitiya Sovyetan gelek caran xwestibûn bi bombeyan êrîş bibin ser. Bêguman rojnamegerê ku ji me re telefon kiribû Çek bû û bi zimanê Çekî diaxivî! Piştî ku me hemû pirsên wî bersivandin, em piştrast bûn ku dengê me ji Moxolistanê heta St. Petersburgê belav bûye û bi vê yekê re gihiştiye Kurdên li Yekitiya Sovyetan jî. Ew hêviya me ya herî veşartî bûn ku dikariyan ji bo vê mijarê zextê li rejîma Sovyetan bikin!

Di dîroka komunîzmê de cara yekemîn bû ku li paytexteke komunîstan li dijî siyaseta komunîzmê bi ser sefaretxaneya welatekî biyanî de dihat girtin û greva birçîbûnê dest pê dikir. Îca yên ku bi ser sefaretxaneyê de girtin jî xwendekarên gelê qedîm û mazlum ên Kurd bûn ku xwendina bilind didîtin. Û ev yek li bajarekî çandê yê mîna Pragê dikir.

Telefon li ser telefonê dihatin û qet nedisekiniyan! Ji Dengê Amerîkayê bigire heta BBC’yê me ji tevan re bi vekirî got ku armanca me serbestberdana hevalên me yên hatine girtin, rêzgirtina li hemberî mafên mirovan û balkişandina ser zext û cudakariya derveyî mirovahiyê ya li her çar parçeyên Kurdistanê li ser Kurdan tên meşandin e!

Hecî Ehmedî 4-5 salan ji min mezintir bû. Ev ferqa emir a di navbera me de di mijarên civakî de bi çalakbûna wî ya nûwaze re xwe nîşan dida!

Di vê navberê de hevalên me yên Kurd ên li Swêdê agahiya me gihandibûn Kurdên her çar aliyên cîhanê. Kurd seferber kiribûn û hejmara telefona ku bo me hatibû veqetandin dabûn her kesî. Ez bixwe hêviya min ji Kendal hebû lê wî bes carekî jî telefon nekir. Li gorî min di dawiya dawî de kursiyerê TC’ê nexwestibû xwe û perwerdeya xwe bixe talûkeyê. Û divê neyê jibîrkirin ku hem wan salan û hem jî di salên piştre de di nava temamiya welatên Ewropayê de dewleta herî zêde bi Iraqê re bazirganî dikir Fransa bû…! Di demekî ku Ereban nedizanî bê ka nukleer çi ye de Fransayê li cihekî nêzî Bexdayê santrala nukleerê ava dikir! Piştre jî me xîret-hewldanên Dr. Qasimlo yên derhêza mirovan bihîstin! Rêveberiya komunîst a Çekoslovakyayê digot qey ev çalaki wî birêxistin kiriye. Tevî ku xistibûn dorpêçê jî bi saya zanyar-muxalîfên bi nav û deng ên Çek ku li kêleka mala wî dijiyan, alîkariyeke mezin dan ku dengê me li temamiya cîhanê belav bibe.

Di şerê sar de dengê me bi kêrî karê aliyekî hatibû û xebera berxwedana me gihiştibû ber destê wan kesên ku heta navê Kurdan jî nedizanîn! Agahiya “Xwendekarên Kurd ên zanîngehê radestî Sedam tên kirin û ev xwendekar li meydana Bexdayê tên bidarvekirin” mîna bombeyekî di rojeva çapemeniya cîhanê de deng vedabû.

Hevalên me yên li daşirê nobed digirtin derheqê liv û tevgera wesayîtên zirxî û komandoyên taybet ên li derve de kêlî bi kêlî agahî didan hevalên li eywanê disekinîn. Bêdengiya li derve di serê me de fikar çêkirin. Gelo ev bêdengî ya beriya êrîşê bû? Em ji vê piştrast nedibûn. Em amade bûn ku li dijî êrîşeke gengaz li ber xwe bidin. Dê me hem xwe û hem jî avahî bişewitanda. Ji xwe ji bilî vê ne rêyek û ne jî derfeteke me yê cudatir hebû! 2-3 hevalên me yên ji Sûriyeyê karîbûn ku li gel xwe çend şûşeyên alkolê ku kesên vexwer di berîka xwe de digerandin derbasî hundir bikin. Hundirê wan jî tije benzîn kiribûn. Lê ev yek bi koordîneyî nehatibû kirin. Wek dozîneke bi zayînê re peyda dibe, her kes ji hêla dozîniya dijderketina li dijî zextê ve hatibû perwerdekirin. Em li gorî dengê dilê xwe tevdigeriyan û stûna bingehîn a koordîneya me jî ev dozîne bû.
Hinek hevalên ku me bi hev re di civînan de biryara serdegirtina Sefaretxaneyê dabû, nehatibûn Sefaretxaneyê. Ew kes, dema ku çalakî xelas bû û me li odeyên wargehê civîn digirtin dîsa tev li wan civînên me bûbûn. Bi awayekî dramatik digotin ku sedema nehatina wan a Sefaretxaneyê ew bû ku polîsan di rê de pêşiya wan girtiye, xwe ji destê polîsan xelas kiriye û yê din jî got ku ji polîsan re gotiye ”Ez mirtibim” û bi vî rengî xwe ji nav lepên wan derxistiye. Dema ku min navên van kesan di arşîvên îstîxbarata komunîstan de dîtin ku di sala 1990’an de piştî şoreşê qedîfeyê hatibûn weşandin, hem şaş û hem jî xemgîn bûbûm. Min bi xwe şahidiya wan kiribû bê ka dema ew çîrok bi me re parve dikirin çiqasî kesên bawerdêr bûn… Ew kes hêj niha jî li Komara Çekê dijîn. Xuyaye ku niha jî xizmeteke mezin didin îstîxbarata nû anku “Îstîxbarata welatê demokratîk”. Bi guhdarkirina telefonên min re, bi wergerandina axaftinên min ên bi Kurdî ji bo zimanê Çekî û bi lêkolînkirina kesên ez pê re diaxivim û pêşkeşkirina van agahiyan ên bi şefên xwe re…

Ber bi nîvşevê ve Sefîr hate xarê cem me. Ez, Hecî û hevalê ji Iraqê birin quncikekî û mizgîniya berdana Fadil da me! Me bawer nedikir, agahiyekî wisa bû ku me ji guhên xwe bawer nedikir! Ji bo qanehkirina me got ku heta nîv saeteke din dê Fadil li we bigere. Ti kesê li eywanê bawer nedikir ku serkeftin dê di demekî ewqas nêz de bikeve destê me, lewma hemû kes bi guman nêz dibû. Lê nîv saet piştre bi rastî jî Fadil li me geriya û got ku vegeriyaye mala xwe, wî naşînin Iraqê û ev yek gelek caran ji wî re hatiye gotin.

 

Muhsîn Dizeyî û serokomarê Çekoslovakyayê general Ludvik SVOBODA

Ê dê ka were bawer bike! Ji bo ku bi rastî jî em jê bawer bin bê ka li mala xwe ye yan na, me jê xwest ku telefonê bigire û wî jî girt. Em jî demildest li telefona wî ya malê geriyan. Lê bi rastî jî Fadil telefon rakir. Lê em dîsa jî qaneh nebûn û me xwest ku telefonê bide hevjîna xwe. Ev fikar û gumanên me bi keyfxweşî û serbilindî pêşwazî dikir û telefon da hevjîna xwe. Hevjîna wî jî got ku Fadil bi rastî jî li malê ye, lê belê ji Fadil bêhtir biguman nêzî mijarê dibû û got: “Erê rast e niha li malê ye lê belê ya heke sibê dîsa bibin!” Bi vê gotina xwe re ji me re jî got ku hûn jî hêviyên gelek mezin çênekin!

Me ew fikar bi heman awayî bi Sefîr re parve kir û jê re got ku heta ev yek neyê mîsogerkirin em ê ji Sefaretxaneyê dernekevin. Wî jî ev daxwaza me bi nêzikatiyeke têgihaştî pêşwazî kir.

Di vê navberê de li ser hev telefon dihatin. Rojnamegerên ku telefon dikirin êdî wergêrên Erebî bi kar di anîn. Her cara ku telefon dikirin kesekî cuda radikir. Me di navbera xwe de biryarek nedabû ka dê çi bibêjin an çi nebêjîn lê tiştên dê bihatina gotin jî her kesek baş dizanî. Jixwe hemû emrê me di bin zextê de derbas bûbû û tiştên me jiyayîn jî hişmendiya me ya siyasî ewqas pêş xistibû ku xwendekarên din ên cîhanê yên di temenê me de nedikariyan ber me re jî derbas bibin.

Di nava me de ne pêşengek û ne jî rêberek hebû. Ji xwe hewce jî nedikir. Em wisa baş organîze bûbûn ku nirxên ku me di hundirê xwe de diparastin, di vî şerê man û nemanê de em vediguherandin şervan û xebatkarên bêdeng ên koordînasyoneke bêqisûr û bêpeyv-bêgotin ku nedizanîn ka westîbûn û bêzarbûn çiye.

Di serê sibehê de Sefîr bi kaxizekî hate cem me. Ev kaxiz ji hêla Wezîrê Karên Derve ya Çekoslovakyayê ve hatibû îmzekirin. Di kaxizê de wiha dihat gotin; “Ger ku hûn ji Sefaretxaneyê derbikevin kesek dê destê xwe nêzî we neke, her kes heta ku perwerdeya xwe xelas dike dikare li Slovakyayê bimîne û yên perwerdeya xwe bi dawî dikin jî bixwazin biçin kîjan welatê Ewropayê dikarin derbas bibin.” Sefîrê Swêdî got ku wan ev soza nivîskî bi çapemeniya cîhanê re parve kirine, hemû cîhan êdî ji vê soza nivîskî agahdar e û piştî vê sozê jî ne di wê baweriyê de ye ku bikarin êdî destê xwe nêzî me bikin. Got ku lê dîsa jî biryara herî dawî hûn dê bidin û ji bo vê jî hûn azad in. Ji bo ku em biryara xwe bidin me ji Sefîr hinek dem xwest. Bi erênî nêzî daxwaza me bû û got ku biryara xwe ya dawî bi peywirdaran re “ji min re bişînin.”

Bi çûyîna Sefîr re pirsgirêk dest pê kir. Heta wê kêliyê jî em yek bûn û ji bo teklîfeke wiha jî amade nebûn. Ji me hinekan digot ku hewceye em baweriya xwe bi Çekoslovakyaya komunîst neyînîn û her wiha ji Swêdê re serlêdana îltîcayê bikin. Me ev yek ne tenê ji bo xwe, ji bo hevalên xwe yên ku nekarîbûn bikevin Sefaretxaneyê jî dixwest.

Min û Hecî digot ku hewceye em destûrê nedin ku welatên biyanî me wek çekekî bi kar bînin. Lewma divê em ji vir derkevin û perwerdeya xwe li cihê mayî berdewam bikin. Wekî edetê li Yekitiya Xwendekarên Kurd ên Ewropayê ku me hemûyan baş pê dizanî, me serî li taktîka ”hilbijartinê” da. Di encama hilbijartinê de pêşniyara min û Hecî bi kêm dengên zêdetir be jî hate qebûlkirin. Piştî ku me şertên xwe bi awayekî nivîskî dayîn qebûlkirin û temamiya çapemeniya cîhanê pê hesandî, me biryar da ku ji Sefaretxaneyê derkevin.

Me bang li Sefîr kir û biryara xwe jê re got. Sefîrî careke din ji me re got ku hûn di dayîna vê biryara xwe de azad in û divê em nekevin hizrekî wisa ku li vê Sefaretxaneyê nayên xwestin. Her wiha destnîşan kir ku heke em ji Sefaretxaneyê derbikevin jî deriyê wan her gav dê ji me re vekirî be û wek dewleta Swêdê dê vê mijarê ji nêz ve bişopînin.

Lê belê me êdî biryara xwe dabû ku wekî her carê bi awayekî demokratîk hatibû dayîn. Me hemûyan yek bi yek spasiya Sefîr kir û ji ber rewşa ku ketibûnê jî me lêborîna xwe jê xwest. Me xwest eywanê paqij bikin û wisa derkevin lê Sefîr qebûl nekir. Ji me re got ku aliyê din dixwaze hûn ne bi komî, hûn çawa ketibin Sefaretxaneyê bi heman awayî yek bi yek an jî cot bi cot derkevin. Me jî ev yek qebûl kir. Dema me di paceya daşirê de li derve nihêrtî me dît ku bi rastî jî wesayîtên zirxî ji wir çûne û li şûna wan jî rojnamegerên bi wênekêş û bi kamerayan cihê wan girtine. Bi vî dîmenî re dilê me hîn bêhtir rehet bûbû. Em yeko yeko yan jî cot bi cot ji Sefaretxaneyê derketin. Lê belê me ew maseya ku danîbû pişta dergehî dîsa ji wir rakir û derbasî eywanê kir.

Sersibeheke sar a zivistanê bû û hêj tramvay û otobusan dest bi xebatê nekiribûn. Cihekî wisa jî nebû ku em hemû bikarin xwe lê stare bikin. Memo ji Bratîslavaya Çarîtî hatibû. Ew û çend xwendekarên mîna wî derbasî wargeha Kayetankayê bûn. Ji ber ku mirov dikariya bi qaçaxî pir rehet bikeve wir.

Ez jî di wî hewayê mîna seqemê de, di serê min de tije pirs ji Prag 1’ê ber bi wargeha xwe ya li Prag 3’yê ve dimeşiyam. Hemû cîhanê û bêguman hevalên min jî ev bûyer bihîstibû. Gelo dema niha diçim wargehê ew jina ji îstîxbaratê re dixebite ku di ketina wargehê de karê bînertî-cendirmetiyê dike, dema min dibîne dê bertekekî çawa nîşan bide. Navên me di Radyoya Ewropaya Azad de hatibûn weşandin û li gorî fikra min di dezgehên din ên çapemeniyê de jî hatibûn weşandin. Tam wekî ku ez difikirîm derketibû. Gelo dê hevalên min ên odeyê ji min bitirsiyana û têkiliyên xwe bi min re qut kiribûna? Heke têkiliyên xwe qut bikin gelo dê kê bixwesta bi min re di heman odeyê de bimîne? Ma dê bixwestina? Dê helwesta mamoste û asîstanên zanîngeha ya li hemberî min çawa bûya? Gelo li gorî wan ez mirovekî ku xayintî li Çekoslovakyayê kirî bûm an na? Bi vê tewanê ez ê çawa bikariyam di nava wan de bijiyam? Û bi hêj gelek pirsên din ên ku dawiya wan nedihat re ez 8 km’an meşiyam û di dawiya dawî de gihîştim wargehê.
Ez di nava dudiliyê de bûm bê ka bikevim wargehê yan na?…

Min ji xwe pirs dikirin û bi xwe bersiva xwe dida… Gelo ma em kujer in? Na! – Ma em qetilxwîn in? Na! – Ma em diz an jî sextekar in? Na! Wê demê em çi ne!… ? Min got ku em xwendekar in û her wisa em xwendekarên miletekî qedîm in. Tekane sûcê me jî ev e. Ji ber xwe ve dikeniyam û min digot heke tiştekî wiha jî wek sûc bibînin, ser seran û ser çavan. Û piştre min pala xwe da wî deriyê mezin, fireh, bilind û stûr ê wargehê û bi zor û zehmet min vekir û ketim hundir (di saetên asayî de her gav vekirî dihiştin). Bi awayekî ji xwe bawer min ji wê jina ji îstîxbaratê ya nobedar ku di wê odeya biçûçik a li kêleka derî dima de got; “Sibeha te bi xêr be xanim.” Li ser gotina min jinê berê xwe da min û çawa ku çav bi min ket û ez nas kirim, dê bibêjî qey li cihê xwe hişk bû. Min got qey dê bimre lê min bi ser guhê xwe ve avêt û derketim odeya xwe ya bi hejmar 380 ya li qata sêyemîn. Ji bo ku hevalên min ên razayî hişyar nebin, min hewl da derî hêdîka vekim, lê Pavel hişyar bû. Çawa ku çav bi min ket, xwe ji nav cihan avêt, bi wan hestên xwe yên jidil, germ û paqij ez bihêz hembêz kirim û got: “Birayê min, birayê min di tevahiya şevê de min ji bo te ji Tewratê dia dixwendin. Şukir ji xaliqê alemê re ku dengê min, dayika min û hemû malbata min bihîst.” (Ew hevalê min Pavel anku Prof. Dr. Pavel Martasek niha li cîhanê yek ji zanyarên herî bi nav û deng e.)

Ez gelekî westiyayî bûm û em li ser kuncikekî doşekê rûniştin. Destên min xistin nava destên xwe û şidandin! Û her ji bo Xwedê dia kirin. Dema ku hinek bi ser xwe ve hat bi awayekî bêdeng ji min re got gelo tu birçîyî? Bi awayekî bêdeng got ji ber ku hevalê me yê sêyemîn xwe negirtibû û ji ber ku hinekî ji derdên xwe dûr bikeve çûbû bîraxaneya li kêleka wargehê, bîra vexwaribû û ketibû xeweke giran!

Ne min û ne jî Pavel qet alkol bi kar ne dianî û em hêj jî bi kar nayînin.

Sal 1975 bû anku dîrokeke 7 sal piştî bihara Pragê ya di sala 1968’an de bû. Weke ku tê zanîn bihara Pragê ji hêla artêşên Pakta Varşovayê ve bi awayekî xwînî hatibû tepisandin û bi sedhezaran leşkerên Pakta Varşovayê (gelemperî jî yên Sovyet) yên ku ketibûn Çekoslovakyayê êdî ji vir derneketibûn. Welat di bin dagirkeriyê de hiştibûn û bi vê yekê re travmayeke neteweyî ya gelek mezin bi serê Çekoslovakyayê anîn. Partiya Komunîst di navbera xwe de bûbû du parçe. Aliyek dijberên Sovyet-dagirkeriyê bûn û yên din jî alîgirên dagirkeriyê bûn. Komunîstên li dijî dagirkeriyê, ji partiyê hatibûn derxistin û ketibûn bin venihêrin-şopandin û zextekî giran!

Bi vê yekê re em wek çend xwendekarên Kurd û kesên biyanî, me li welatekî ku hêviyên bihara Pragê tê de geş bûbûn û piştre jî vemirîbûn, bi ser sefaretxaneyekî de girtibû, li dijî neheqiyê dengê xwe derxistibû û di carekî de di dilê gelê Çekoslovakyayê de bûbûn leheng û vêca lehengên Kurd! Her kes ji bo ku Kurdan nas bike ketibû pêşbirka agahiyan! 2-3 pirtûkên derheqê Kurdan de ku li cem pirtûkfiroşên kevin dihatin firotin jî êdî li tevahiya welat tune bûbûn. Tevî pirtûka Karl May a bi navê “Li ser Kurdistana Har”. Hemû kes bûbû heyranê Kurdan!
Gelek caran dema ku li tramvayê siwar dibûm, jinên sere û pîr dihatin cem min, pora min dixist nav tiliyên xwe û ev pirs ji min dikirin: “Bi rastî jî ew xwendekarê Kurd tu yî?”
Dibe ku gel bi qasî me heq nedikir em kiribûn leheng lê li aliyê din jî rejîmê em wek xayinên bêwefa îlan kiribûn. Lê gel, ji rejîmê gelek zêdetir û bihêztir bû!

Di roja 3’yemîn a derketina me ya ji Sefaretxaneyê de agahiyek ji me re hat ku em neçarî serhildaneke mezintir bibin: “Fadil dîsa hatibû girtin. Îca li mala xwe hatibû girtin!” Êdî hemû rêyên ku em xwendekarên Kurd bikarin bi hev re peywendiyan danîn hatibûn girtin, derdora wargehan bi artêşên îstîxbaratvanan hatibûn dorpêçkirin, dev ji ketina Sefaretxaneyan berde, xwe nedihiştin mirovn nêzî wan jî bibe. Hecî Ehmedî çawa kiribû nizanim lê li klubeyeke telefonan bûyer ji Sefîrê Swêdê re ragihandibû!
Wê demê sûc bû ku li Çekoslovakyayê îstasyonên radyoya rojava bên guhdarkirin. Bi taybet jî guhdarkirina Radyoya Ewropaya Azad û Dengê Amerîkayê ji sûcên herî mezin bûn. Ji ber ku transîstorên Çekoslovakyayê weşanên van îstasyonên radyoyê bi antenên xwe yên diçûn ber asîman dixistin bin parazîtê, jixwe guhdarîkirina wan zehmet dibû. Li firoşgeha Çayka ya Sovyetan a li Pragê transîstorên mezin ên Sovyetan dihatin firotin. Heta ji bo ku kesekî Rûs bikare li Vladivostokê radyoya Moskovê bêparazît guhdar bike, hewcehiya xwe bi van transîstoran dibû. Ji bo ku kesekî bikariya wan transîstoran ji Çaykayê bikire, neçar dima ku bi mehan di rêzê de bisekiniya. Her Çekoslovakyayiyeke diçû Sovyetan, di dema vegerê de teqez yek ji wan transîstoran dikiriya. Bihayê wê yê fermî 1050 kronên Çekoslovakyayê bûn. Lê belê li bazara reş, di bin dezgehan de bi 3000-3500 kronan dihatin firotin. Mûçeyê bijîşkekî ku dibistan nû qedandî jî 1650 kron bûn!

Yek ji van transîstoran jî li cem hevalê min hebû… Bi wê transîtorê re min xwe spart mala hevalekî (li wargehê gelek caran îxbar dihatin kirin) û min bi agahiyên dihatin wir re dest bi şopandina Fadil kir. Demsal zivistan bû, lewma min dikariya kumê xwe bixim serê xwe û di klubeya telefonê ya li kolanê de bi rehetî li telefonên li korîdorên wargehan bigerim. Heke şensê min hebûya rastî hevalekî xwe dihatim. Şensê min ê herî mezin jî ew bû ku gelek hevalên min ên Çek hebûn. Fadil 2 roj piştî girtina xwe, ji Deriyê Sînor ê Frederichstr ê Berlîna Rojhilat ku li temamiya cîhanê bi nav û deng e, derbasî Berlîna Rojava dikin. Hişê Fadil jî li ser me dimîne û li ser vê yekê demildest derdikeve pêşberî tevahiya çapemeniya cîhanê û ji bo kesên ku li pey xwe hiştibûn bi şev û roj kampanya dimeşandin.

 

Musîn Dizeyî û serokê hikûmeta Çekoslovakyayê L. Ştrougal

Şukir ku nedabûn nav destên Sedam. Ji ber ku li Çekoslovakyayê nehiştibûn. Dest danîbûn ser hevjîn û zarokê wî û ew dîl girtibûn. Lê belê Fadil li dijî wan serî netewandibû û ya ku hêjayî xwe kiribû. Ji van agahiyan tevekan em li ser Radyoya Ewropaya Azad hîn bûn.
Piştî Fadil jî hevalên me yên bi eslê xwe ji Iraqê, an hatin girtin an jî neçar hiştin ku Çekoslovakyayê biterikînin!

Ji Tirkiyeyê em tenê du kes bûn. Ji xizmên Mûsa Anter ê ji gundê Stilileyê Mehmet Çali û ez anku Yekta Uzunoglu! Destê xwe nedan me û hevalên me yên ji Îran û Sûriyeyê!

Dest nedan me lê belê ji bo ku jiyana me li me bikin dojeh, ji dest çi bihata qet li ser xwe nedihiştin. Rejîmê em her gav dişopandin û bûbûn şopînerên me yên nêz. Lê belê hema hema her ferdekî neteweya Çek-Slovakan jî di nava hewldanan de bûn ku me hembêz bikin. Lewma di wî temenê xwe yê ciwan de min xwe di carekî li nava şexsiyetên rêzdar û siyaseta cîhanê dît.

Wek Kurdekî, bedela xwendekariya min a zanîngehê ya li Ewropayê bi qasî ku nekare di pirtûkeke bîranînê de bi cih bibe, dirêj e!