Êrîwan, 7ê tîrmehê, sala 1979 Di salên gulvedana çand û edebîyeta me da, firsenda hevpeyvînên bi deng destê her kesî nediket. Îro em pir kêfxweş in, ku nivîskarê me, doktor Yekta Uzunogluyê navdar berî 40 salan, sala 1979an bi profêsor Hecîyê Cindî ra hevpeyvîneke bi deng kirîye, pê ra têksta wê amade kirîye, ji malpera me ra şandîye û em careke din dengê nivîskar, zanyarê mezin, folklorîstê kurd yê herî eyan li cihanê guhdarî dikin, wî di dema zindîbûna wî da bi bîr tînin û jê ra dibêjin: -Hezar rehmet li ruhê te be, welatparêz û zaneyê mezin!