13 Çirîya pêşin 2019
Trên diherike.

Di nav gelî û nevalan de diherike, di..he…ri..ke. Çem, daristan û şênkayîya derdoran, min ji xwe re heyran dihêle. Li wan dinihêrim, caharna bi telefonê, caharna jî di hundirê mêjîyê xwe de ez wênê wan, wênê derdorê dikişînim. Mesajek(Peyam) tê telefona min. Dibêje “hun bi xêr hatin Çekyayê. Lazimîya we hebe, hun karin bi vê telefonê, bighêjîne me.” Peyam ji balyozxana Tirkîyê hatîye. Min fêm kir ku em derbasî Çekyayê bûn. Europayî bingehê gumruka ji nav sînoran rakirine. Qerekol, polis li ser sînoran rabûne. Ne kontrola passeporta û ne jî kontrola insanan. Wek tu li welatekî rê diçî, kes te nasekinîne. Bi van xeyal û fikira trên ket deştekê. Deştek dûzz û beran berî şênkayîyê. Min li kompîtura tirênê a dalqandî nihêrt. Prag nêz maye. Avayî û avayîyê febrîqa dest pê kir. Hêdî hêdî em ber bi bingeha Pragê de diçin. Dem pir derbas nebu, trên sekinî.

Erê; vira istesyona Pragê ye. Min telefonî Yekta kir. Li benda me bû û em gihaştin hev. Me çentê xwe avêt paşîya texsîya wî û em ji istesyonê derketin. Yekta hêdî hêdî di nav Praga kevn de texsîyê tajo. Bi çavekî nû em li vî bajarê her alîyê wî kevir temaşe dikin. Kevir… kevir û her alî kevir. Lê ev kevir ne wek kevirê Qerejdaxê ne. Kevir, kirine nexş. Bi kevira ev bajar hatîye neqişkirin. Pir, avayî, kolan bi giştî wek xalîyê ecêm hatine neqişkirin. Em him digerin, him jî sihbet dikin. Tav hêdî hêdî li ber wendabûnêye, Prag wê têkeve şevê. Yekta ji me pirsî, “Hun xwarinek çawa dixwazin. Li vir xwarina me ya Kurdistanî tuneye.” Min go; “ keko tu çawa dixwazî wer bike. Pirr jî ne girîng e. Dilê te çawa dixwaze, tu zanî. ”Yekta go “ Baş e, kekê Nuri xwaringehek heye em bi rehmetîyê Niyazi abê re her dem diçûn wirê. ”Navê Niyazi abê peyva “temam” ji devê min derxist. Niyazi abê… İnsanekî bedew, insanekî zana, zanayê zana bû. Herê terzî bû, lê liber çavê me fîlozofek bû. Şîrovekarekî pir qedirbilind bû. Dikkana wî bingeha çepgiran, bingeha welatparêzên Kurd bû. Ji derve kî bihata Diyarbekirê, miheqqeq wê serî bidana dikkana Niyazi abê. Ne tenê bû. Ew û Mêhdi Zana bi hevdura di şuxulîn. Di derbe(kudeta)ya leşkerîya 1971î de ew jî hatibû girtin. Îfada wî ya dadgehê gellek nav da bû. Dadger jê dipirse “Hun li dû perçebûna devletê ne.” Niyazi abê bersîva wî dide û dibêje; “ma devlet xiyar e, em ê wê çawa perçe bikin?” Piştî derketina zindanê, wê nexweşîna bê bext, nexweşîna penceşêrê bi qerrika wî girtibû. Mehdi Zana wî anî Pragê, ba Yekta. ji bona tedawî bûnê. Mixabin pirr dom nekir, vegerîya welat. Di sala 1977an de jî çû ser dilovanîya xwe. Tesîra navê wî û tesîra zanabûnîya wî li ser me bi giştî tesîrek mezin hiştibû.

Yekta li cîhekî sekinî û texsî xist parqê. Em daketin û me berê xwe da xwaringeha hemberî me. Li derve cihê rûniştinê tunebû, bi tevahî mêze tijebûn. Em ketin hundir û Yekta me li cîhekî ku qedirbilindê mezin Niyazi abê lê rûniştibû da rûniştandin. Şagirtê xwaringehê hat, Yekta hinek tiştên bi goşt ji mere xwest û sihbeta me jî, ji virê des pê kir.

Ez ê sihbeta me û serpêhatîyên wî yên dûr û drêj, ji we re kom bikim û binivîsim.

Kaynak: Prag û Dr Yekta Uzunoglu 2 – Rojnameya Kurdistan