Berîya em werin Wiyana’yê, ji bo çûna Pragê min biryar dabû. Bê dîtina doktor ez ê venegerîyama Amedê. Dîtîna wî, sihbeta wî û pir tiştên aîdê jiyana me ya bi şirîkanî hebûn. Berîya her tiştî birayê Erdinç bû. Erdinç ji bo min hevalekî pir qedirbilind bû. Me pir ji hev hez dikir. Di jiyana me ya bextireş da me gellek tişt bi hev ra parve kiribû. Dost û hevalekî min î rojên teng bû. Parêzerê min î zindana cehennem, zindana tarî, zindana zilma devleta dagirker bû.

Erdinç di nava komek parêzerên 12ê Îlona 1980ê zindana Amedê da bû. Komek dibêjim, lewra parêzerên bawermend komek bûn û komek biçûk bûn. Vê koma parêzeran jî rastî erîşên zilma dewletê hatibûn û hinek hatin girtin, hinek jî revîyan. Erdinç jî yek ji vana bu. Ew jî revîya, li ser Sûrîyê derbasî Libnanê, ji wirê jî xwe gîhand Romayê, mixabin û pirr mixabin, ji be’ca(hêrs) ji Romayê her tişt, mirin jî da ber çavê xwe û vegerîya Tirkîyeyê. Di vê bûyerê da gellek zahmetî û gellek zordarî kişand, di jiyana wî da cudayiyek pir mezin hate holê û bi wê qehr û kederê ji vê dinyayê koçber bû çûû!
Bi rastî hêjayî(qedirbilindî)ya Erdinç li ser vê rêyê bi kurtayî nayê ziman. Ji bo wî; demên dirêj, rûpelên bi tomar û mêjîyekî bi hesta nivîsandinê lazime. Ez ê wî bi wê hestê bibîr bînim û li vê derê bihêlim.
Çend caran bi doktor ra bi telefonê peyivîbûm. Doktor dixwest ew were Wiyana û me bibe Pragê. Lê min qebûl nekir. Bi rastî min nedixwest bibetile. Me lihev kir û îro em ê herin Pragê.

Birayê M. Zeki Metin ji bo me bibe gara (istasyona) Wiyana hat hotelê.
Li garê Nuran û hevala wê Buse li benda me bûn.
Nuran jî xwedî çîrokek dirêj û bi qehr bû. Keça hevalekî min î pir qedirbilind bû. Çîroka vî hevalê min jî wek çîroka Erdinç bû. Mixabin dawîya wê çîrokê bi dramek pirr mezin bi dawî hatibû. Herhal lazime van herdu çîrokan jî bi hevdu ra bên nivîsandin. Ez ê çîroka Nuran jî li virê bihêlim.
M. Zeki bilêta me ya trenê stend û me xatir ji hev xwest.
Em, Nuran û Buse li cîhekî runiştin, me bi hevdu ra xwarin xwar, piştî xwarinê jî em ketin guftogoyê. Guftogoya me heya dema rabûna trenê dom kir. Bi rastî, ji Nuran xatir xwestin ji bo min pirr zor bû. Piştî ew qas salan min ew li virê dîbû û ez ê wê li virê bihêlim. Mixabin rêyek din jî ji bo me tune bû. Me dê ew li virê bihişta û em ê bi çûna. Bi hêvîya hevdîtinek din min ew li sînga xwe pêça û bi hestîyarîya bavê wê, bi hestîyarîya ew insanê welatperwer, ew insanê alîkar, ew insanê fedakar em ê ji hev bi qetiyana. Wê, Nuran me zûbizû berneda. Heya cihê em lê rûnin hat/hatin û bi destpêkirina çûyîna trenê, ji mecburî, ji pêlikê trenê daketin û me destê xwe, ji hev ra hejandin. Bi dest hejandina demek kin û şûn da, em ji wan dûr ketin û hêdî hêdî me hev wenda kir.
Derd û kedera jiyanê wek ji nû da li min hatin pêçandin. Mêjîyê min çûbû paş jiyana min.
Li jiyanê caharna mirov xwe tenê dibîne.
Erê; der û dora te tije insan in. Nasê te, hevalên te pirr in. Mirovê te, malbata te fire ye. Li bajarê xwe, li herêma xwe tu nasdarî. Di nava dinya siyasetê da, li der û dora jiyanê da nasê te, hevalên te, dostên te pirr in, pirr xuya dikin. Lê di mijara jiyanê da gellek cara tu xwe tenê dibînî. Ez aniha û gellek caran xwe ji wan insanê tenê dihesibînim. İnsan hene, heval hene, hun bi hevdu ra rûdinên, hun bi hevdu ra guftogo dikin, li ser jiyanê, li ser welat, li ser siyasetê, li ser çandê, li ser mizikê hun dipeyivin, hun didin û hun distînin. Lê mixabin ew dayin û stendin piştî veqetandinê li wirê dimîne, li wirê xelas dibe.
Hinek insan jî hene, ji jiyanê koçber jî dibin, ew hîn jî bi te ra ne. Tu bi wan ra dijî. Tu bi wan ra didî û distînî. Di mêjîyê te da ne, ji mêjîyê te dernakevin. Ji bo min jî 4 insanên wa, çar insanê bedev, çar insanê nayên jibîrkirin hene. Erdinç, Dr. Umit, Şevket û M. Ali.
Erdinç û M.Ali; bi wê nexweşîya dijwar, bi wê nexweşîya bê bext, bi nexweşîya pençeşêrê min hiştin û çûn.
Dr. Umit; bi qehr û kulên jiyanê, bi qehr û kulên welat, bi qehr û kulên zarokên di zindanan de û… Bi qehr û kulên çîroka zaroka wî; Nuran ( li gor wî; Nurikê) ji vê dinyayê koçber bû û min hişt, çûû!

Şevket; min ew pir dereng nas kir, xwezîya min ew nasnekira. Xwende bû, yê zanista eborîyê bû, zanayê çanda Kurdî bû. Pênç, şeş zimanên biyanî, zimanê teknolojîyê, zimanê eborîyê zanibû. Li Amedê yekem pêşengeh ( fuar) vekir. Bi xebatek pir zahmetî cihê pêşengehê amade kir û pêşengeh jî vekir. Yekem ji Kurdistana Başûr heyetek anî pêşengeha Amedê. Di amedebûna serokê komara Tirkîyê Suleyman Demirel û serokê hikûmeta Tirkîyê Bulent Ecevit da, bi zimanê Kurdî pêşvazîya heyeta herema Kurdistanê kir û bû semeda rengwendakirina rengê rûyê herdu serokan. Di sala 2004ê da bû mêvanê sekreterê PDKya Başûr, Sami Abdurrehman. Di roja cejna olî da, bi bombeya xwekujekî bê îman, xwekujekî piyonê devletên dagirker bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Kekê Şewket jî yek ji wan insanê jiyana xwe ji dest dan bû. Di destê min da ew mabû, wî jî ez bi tenê hiştim û ew çû.
Her çar şirîkê derdê min, her çar hevalê mêjîyê min, her çar hevalê rojê min î teng, her çar hevalê parvekirinê min…
Her çar insanê bedew, her çar insanê qedirbilind.
Min tenê hiştin û çûn.
Çûn û nema vedigerin!

Trên diherike, di nava newalan, di nava tunelê çiyan da.
Trên diherike, li ber çeman, li nava daristanan da.
Tren diherike.

Di herike û her herikandina wê, min nêzî Dr. Yekta dike.

 

Nuri Sınır