Dr.Yekta Uzunoglu

Ez Casimê Celîl ji welatê Qersê me, ji qeza Qersê me. Ji 1918ê em ji Qersê tevî êla me êşîrê em hatin Ermenistanê Êrîwanê. Biçûktîya min rind tê bîra min. Gundê me deşt û zozanên me, dora wê, zevîyêd me,bostanê pêşîya gundê me, ber gundê me. Çemek di orta gund da dikişîya. Hûrik hûrik biçûktîya min tê bîra min. Navê gundê me Qizilqûle bû. Bintara Qizilkuleyê bevrek bû, gundê ermenîya. Fêza Qizilquleyê Dîgor bû. Du Dîgor bûn. Dîgorekê ra digotin Dîgora Elîaxa, Dîgora din ra jî digotin Dîgora ermenîyan demek qeza bû reyon bû. Reyona wan gunda bû. 

Bawer bike gund bi ser gundan ra hene. Gundê me wê qezê de di ser gelek gundan ra bû. Gundê me ra pêşîyê gotine Qizilqule yanî “Deşta Zêra”. Bi rastî jî Deşta Zêra bû. Kîjan alî bizîvirîyayî, biçûya kîjan goşeyî, te dît her hêşînayî, her Xwedê çi ku çêkiribû dabû tebîetê. 

Welat da kurd, eşîreta êdzîya, ermenî, tirk, eşîreta me kurda diman ti kes kormîşî ti kesî nedibû. Yekî nedigot te nigê xwe xwar danî. Tu çira aha hatî, çira aha çû yî? Cimeat her çar millet çawan malek e bû. Lê şerê 14an şerê pêşîyê, şêrê mezin gelek millet cimeata tev hev kir. Pev ra da şerkirinê. Piştre hêla me da bû şer û daw, di wî şer û dawî da em hatin Êrîwanê. 

Apo ew di kîjan salê da bû?

1918ê salê bû. Paşê ke em hatin vira em dîsa zivîrin. Em çûn dîsa hatin. Lê wê hingê dê û bavê min tune bûn miribûn. 

Apo dê û bav hatin kuştin?

Dîya min ji kerba bavê min mir. Bavê min birin Pilê, tevî gelek mêran biribûn Pilê. Li cihê Pilênîyê miribû li Erzirûmê. Cara duduya ke em tevde hatin tevî meta xwe meteka min mabû. Navê wê Şarê bû. Wê dema em hatin, ez bûm meta min Şarê bû, wê hingê 3 xwişkên min hebûn. Yek berbistan mir, ya din birçîva mir, min yek jî winda kir. Ez bi xwe jî biçûk bûm. 10 -12 salî ya hebûm ya nebûm. 

Merîyên nas ez biribûm dabûm yêtîmxanê. Yêtîmxaneya Amerîkayê.Wê hingê dewleta Amerîkayê Gumrîyê da yêtîmxane vekiribû. Weke 10-15 kesan dê û bavê kê tunebaya ew xweyî dikirin. Nan dikirin av dikirin hîn dikirin. Hînî xwendinê dikirin. Wê hingê 3-4 salê li yêtîmxanê mayîn şûnda li hev hat ez çûm Celaloglûyê. Celaloglû jê ra dibêjin Staphanavan ji wê yorê ra. 2 salan jî li wê derê mam li yêtîmxana Amerîkayê. 

Apo li yêtîmxana Lenîngradê li dervayî we kurdên dine jî hebûn?

Yêtîmxanê gelek kurd hebûn. Hebûn dorê 30 kurd hebûn. Zarê kurdan, dorê 30 zarê kurdan hebûn. Hêla min da, Hecîyê Cindî bû, Emînê Evdal bû, Cerdoyê Gênco bû. Cerdoyê Gênco yanî redakterê gazeteya me Rîya Teze bû wextekê. Pêşîya Cerdo helbet hevalekî din redaktorê gazeteyê bû ermenî bû kurd baş nizanî bû. Paşê Cerdoyê Gênco bû redektorê gazeteyê. Em 4-5 lawik bihevra digerîyan. Bawer bike em ku da biçûna bihev ra digerîyan ku da biçûna em tevayî bûn. Him jî em merîyên hev tên. Pismamê hev in, kurapê hev in. Ji êlekê ne, ji eşîretekê ne. Celaloglûyê me çend sal xwendin. Rind me ra dan xwendinê. Xwendina heft salîyê yanî ya orta min kuta kir. Wê hingê min kuta kir. Ji wê şûnda em hatin Yêrîvanê.

We bi zimanê filehî dixwend?

Me bi zimanê filehî dixwend. Gişt bi zimanê filehî bû. Em hatin Yêrîvanê weke salekê dudan em dîsa di yêtîmxanê da bûn. Êpey em gihiştîn nêzîkî 14- 15 salî bûm ez derketim xebatê. Demek em mezin dikirin didan xwendinê wekî em kêrî cimaetê kêrî merivatîyê bên û sineat hîn dibûn xwendin hîn dibûn. Min xwe li xwendinê girt. 

Ew jî mekteba Amerîkanî bû?

Na li Yêrîwanê mekteba Sowyetê bû. Belê yê Sowyetê bû. Halê Ermenistanê zaf baş bû. Qayim bû.  Wê demê Ermenistanê zar, yêtîmxanê dan destê Sowyetê. Sowyetê hemû hildabûn destê xwe. Min xwe li xwendinê girt. Lê 2 sal xebitîm dîsa. Ser elektîrikê dixebitîm. Mekanîk bû. Min got; na ev e herkes dikare hîn bibe, ez ê dîsa ber bi xwendinê herim. Min xwe li xwendinê girt. Ez çûm mekteba Vayenê min 4 salan wê derê xwend Berkûye û Tîflîsê. Sala 31 xwendina min êpeyce bû. Rewanê da Teknîkoma kurdan vekirin. Yanî hat gotin Teknîkoma Kurdan a Qefqasê Pedagogê vekirin. Wê hingê ez ûzê partîyayê bûm. Ji kola Vayenayê ez ûzê partîyayê bûm. Her sê respûblîka şêwir kirin tê ra dîtin ez kişif kirim, ez kirim dîrektorê Teknîkomê Kurdan a Rewanê da. Dêmek 1931ê salê, Rewanê da yanî Yêrîwanê da Teknîkoma kurdan vebûye ya here pêş. Ez nizanim li dinê da berîya teknîkoma me teknîkomek heye yan nîne bi min eyan nîne. Lê teknîkoma me zaf mezin bû. Nêzîkî 200 -250 şagirtên min hebûn. 

Tev kurd bûn?

Belê tev kurd bûn. Ji sê respûblîkan, ji her eşîretan, çawanî em dibêjin “Millî, Kîkan, Zîlan,” tê yê bigota yarebî Xwedê eva na ne ji başqe başqe eşîretan hatine. Yan ji Azerbaycanê hatine, yan ji Gurcistanê hatine, yani ji Ermenistanê hatine. Tê yê bigota ev malek e. Malekê da ewqas xortên kurmancan tevda bûn. Ne zar bûn xwendkarê herî biçûk 15- 16 salî bû. Gelek salê wan êpeyce bûn. Forma malekê bû. Zarê malekê bûn. Wexta yek nexweş diket giş lê dicivîyan miqetî lê dikirin. Xwarin jê ra dianin, hertişt dianîn. Îcar li bal me îndernet bû îndetnet yanî her zehmetî dewletê dikişand. Kince wan, xwarina wan, razana wan hertişt dewletê zehmetî dikişand. Gelek hezar manat ser teknîkoma me xerc dibû. Wê hingê teknîkomê da bal min Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Genco, hevalêd kurmanc cem min dixebitîn. 

We dersên çi didan li teknîkomê da?

Li bal me dersdarê hevalê ermenî jî hebûn yên kurdî zanibûn. Yên ji welatê Romê hatibûn. Kurdî rind zanibûn wana jî ders didan. Ser xeberên akademîk (28:39…………….)Sason Gasparyan, çûye rehmetê ew jî çûye rehmetê ew jî dersdar bû. Yerîtyan hebû ba min dersdar bû. Vartab Pedoyan destgirtîyê min bû ermenî bû xwendina wî epeyce hebû. Ji min mezintir bû. Ez gelekî cehel bûm wê hingê 23 salî bûm. 

Hûn kîjan salê zimanê rûsî hîn bûn?

Ez 27a da rûsî hîn bûm. 

Dema hûn ji yêtîmxanê derketin we zimanê kurdî ji bîr nekiribû?

Na na min bîr nekiribû. Me kesî ji bîr nekiribû. Me hev ra xeber dida. Em rûdiniştin me kilam digot hevra. Dê û bavê xwe me dianî bîra xwe. Em rûdiniştin em digirîyan. Tevayî digirîyan. 

Îcar teknîkomê da temamîya dersa ortê didan. Dinya zanibûn, tebîet, ziman, matematîka, algebra demek ew çik mekteb milleta gişkan ra lazim e. Me ders dida. Kitêbên derse kêm bûn. 

Wê hingê piştre jî li bal min dixebitî, Îsqaq Morogulov Îshaq Morogulov xwe asûrî bû. Dêmek respûblîka ma da mala wî Erdeşêrdê da dima. Nahîya Erdeşêrdê “Diwîna Jorîn” dibêjin. Lê xwe dixebitî li Enstîtûya Ronkayê da. Dêmek weke wekîlê milletê biçûk ji 25ê salê. Îshaq Morogûlov dersa alfabêt dida. Demek dersa herfan. 

Ew herfana îshak morogulov uymişî zimanê Kurdî kir. Wê hingê min li Bakuyê dixwend. Di sikola Vayînê de. Îshak Morogulov tim diçû û dihat. bi xeber, bi gotinên herfên xwe ve. Herfê latînî bona Kurdî saz dikir. Wê hingê hebû komediya alfabeya zimanê Tirkî. Yanî Ezerbeycanî. Weke 40-45 miletan re herf çêkirin. Bi herfê ser hîmê, bi herfê latînî. Wisa Morogulov bi herfan re mijûl dibû. Ew herfên Morogulov teknîkomê de pê ders didan keç û xortên Kurdan ew herfana wî bi xwe çêkirine. Xwe uymişî zimanê Kurdî kiriye. Îshaq Morogulov wê çaxê devdevê 70 salî hebû. Wexta ku di teknîkomê de dixebitî. Bal min dersdarê zimanê Kurdî, dersdarê herfhînkirinê bû. Yekî gelek maqûl bû Morogulov. Nazik bû. Xeberdana wî ewqas nazik bû ku meriv digot ya rebî ez qet ji xeberdana wî neqetim. Dûr nekevim. Kurdiyeke temiz dizanibû. Wî miqaleyek gelekî mezin nivîsî derheqê Kurdan de. Derheqê zimanê Kurdî de. Ew neşir bûye. Di 25’ê salê heta 32’yê salê li Bakuyê derketin. Bi zimanê Rûskî 3 cild bi qasî ku tê bîra min derketin. Cilda duduyan de nivîsên herfê herfê Kurmancan de, Kurdan de… ez ê gaveke din wê kitêbê, miqaleyên wî nîşanî te bidim. Fonetîka… ku wî nivîsiye derheqê Kurdan de… hecî zimanê Kurdî ders didan. Emîn jî zimanê kurdî dîsa…. Me ciyekî mezin dida zimanê Kurdî. Me Kurdî rind hîn dikir. Ez naxwazim peyê hevalên Ermenî bidim ku guhdariyeke çawa mezin didan ser me. Dewletê yanî Firqa koministan… wisa li me dinêrîn ku çawa kurê xwe, ewladê xwe… navê wan ez dikarim bidim. Wan her ro guh didane me. Navê serkanê firqê wê hingê Heciyan bû. Navê serkarê dewletê Sehe Gabriel bû. Li çîkê dixebitîn. Her ro li zengilê dixistin. Hevalê Casimê Diyalî… çi lazimetiya te heye? Çi lazimî şagirtan e? Şagirt tazî nîn in? Şagirt pêxas nîn in? Şagirt birçî nîn in. Çi lazim e ji me re bêje. Her ro tu dikarî bal me. Lazimetiya xwe hema xurt ji me re bêje. Ji şagirtên me yên wê çaxê gelek xort dersdarên baş derketin. Gelek. Me nêzikî 2 salan, salnîvekê defter hazir kirin. Me şandine nahiyê Kurdan. Dêmek gundên Kurdan. Devdevê 40-45 gundên Kurdan hebûn li Ermenîstanê. Niha jî hene ew gundana. Hindek gundên biçûk hebûn. Paşê me gihandin gundên mezin û bi zimanê Kurdî ders didan bona lawên Kurdan. Ez 2 salan li teknîkomê mam. Weke serkarê wê, mezinê wê.  2 salan şinve dewletê gazî min kir û got Casimê Celîl mekteb vebûne. Ev teknîkom e, ev cimaeta we xort û mezin êdî dixwînin. Me mezin jî hînî xwendinê dikirin. Gotin em dixwazin te bişînin ser neşirxana Kurdan, çiqlê kitêban. Tu gerek teşkîl bikî. Ez rastiyê bêjim ênêgiya min baş bû. Ez jîr bûm. Ez guhastim xaynpêdrek, jê re digotin. Kitêb neşir dikirin. Ez guhastim wê derê. Min li wê derê dest pê kir. Kitêbên zimanê Kurdî. Neşra wan. Hîmê wan danî. Qewîn kir. Nêzikî 10 cûre kitêbên dersê me neşir kirin.  Bi herfên latînî. Ji wan kitêban gişk hene bal min. Min ji bo newiyên te, bona newiyên Kurdistanê çirt kirine. Ku bibînin Ermenîstana Sowyetê de me çi şixul kiriye. Ez bi xwe li êtîmxana mezin bûm. Bê dê û bê bav… lê me miletê, cimaeta xwe, kurd û kurdîstan ji bîr nekir. Ji her tiştî bilind xweyî kir. Ez ê ji wan kitêban çend heban nîşanî te bidim. Wê hingê dîsa kadroyên me kêm bûn. Yên xur û Kurd gelekî kêm bûn. Heciyê Cindî bû, Emînê Evdal bû. Cergoyê Gênco bû. Pêşiyê ewana bûn. Weke çar pênc salan. Paşê me zêde kirin. Min wisa kir wekî qadir jî hazir kir. Wezîrê Nadir, Çerkezê Beko.

Apo Erebê Şemo li ku bû wê çaxê?

Me wisa kir, kitêbên dersê pê re gihandin. Ez dikarim lib lib nîşanî te bidim. Wê hingê min atlasek neşir kir. Bi zimanê Kurdî. Xwerû Kurdî. Bona teknîkomê mektebê Kurdan Orte… Reng rengî… Li Tiflîsê me neşir kir. Feqet tenê libek maye. Ez digerim. 2-3’yan nikarim dest bixim. Lê wê libê tu dikarî bibînî. Heger dilê te bixwaze tu dikarî şiklê wê jî bikşînî. Hereb Şexîlo kutabûna 30’yê salê wextek hîmê teknîkomê danîn 2-3 mehan xebitî teknîkomê de. Dêmek sipartibûn wê ku miqayetiyê bike. Wexta ku ez hatim. Teknîkom min qebûl kir 31’ê salê Ereb Şemîlo çû Lenîngradê. Çû hînbûnê. Devdevê 25 salan em rastî hev nehatin. 2-3 salan li wir xwend. Ji wê şinde dereng hate ba min. Lê beriya çûyîna xwe Ereb Şamîlov 2-3 kitêbên delal neşir kirin. Ji yekî re digotin Şivanê Kurd, Ya dinê fetalîzm nav Kurdan de…2-3 broşûr bûn. Neşir kirin. Komekdariya wî zefh bû. Komekdariya Ereb Şamîlov bona lîteratûra me, kultura me… her 5 lawikan nayê qetandin. Dêmek hîndar vê kultura me sowyetê himliyê bûn Ereb Şamilov, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, ji êla Şamlîkan bû.  Û çend lawikên din. Wê hingê me kitêbên siyasetê jî neşir dikirin. Ew tişt bona Kurdan hêsantir dihat hêlandinê. 36’ê salê me Manîfestoya Kominîst neşir kir. Libên wê hene bal min. Ez her kitêbekê 3-4 heta 5’an xweyî dikim. Tu dibînî şikir ez epeyce mezin im. 71 salî me. Bona lawên kurdan xweyî dikim. Rokê azadiya kurdan jî wê bibe. Dewleta kurdan jî wê çêbe. Ev kitêbana giş em ê bidin lawên Kurdan. Bibînin, bixwînin. Pê şa bibin. Teknîkoma Kurdan hetanî 5-6 salan kişand. Yê ku li wir xwendin xilas kirin. Nava gundan de hê hene. Lawik dixebitin. Nêzikê 40-50 lawik hene nava nehyan de. Gelek jî çûn eskeriyê. Nezivirîn. Hatin kuştinê. Wenda bûn. Di şerê dudan de. Di 1956’an de… Di teknîkomê de min dersê dinêzanbûnê didan. Yanî dinya çawa çêbûye. Ew kitêbana hene bal min. Min dersa vayînî dida. Yanî eskeriyê. Wisa jî min dersa siyasetê dida. Min 3 tişt hîn dikir. Dersa siyasetê, ya dinêzanbûnê, ya eskeriyê… her lawikekî me 2-3 tişt didan. Di 1954’an de min magnetafonek kirî. Jê re dibêjin dinêpir 3. Vaye li malê ye. Niha ezê nîşanî te bidim. Gelek Kurd dihatin mala min, mêvanên min zehf bûn. Me kilam dinivîsîn, gotin dinivîsîn. Me pirs pêş da kişan wekî Ermenîstanê de em devdevê 50-60 hezar in. Gotiye di radyoyê de bi zimanê kurdî em xeberdanê bikin.  Xeber bidin. Min li ser qeytanê dinivîsî, strandin, meqam… îcar min bi telefonê ji hevalê cavdar re girêdida. Yanî ji dewletê re, ji hevalên mezin re. Min digot hele binêrin. Kurdî çawa distrên, meqama çawa dibêjin. Hele guhdar bin. Min girêdida digotin çiqas xweş e. Çi kilamine baş in. Meqamên baş in. Em heyirî dimînin. Em nikarin bibînin van strandinan. Lê digotin tu van ji kur dibînî.  Min digot dibên radyoya mala Casimê Celîl. Min laqirdî dikir ji wan re. Îcar deqekê ji xwe bîr dikirin. Îcar digotin em ê werin bibin mêvanê te. Em ê werin strandina te. Ji me ra tenê qatix hazir ke. Ê kurdan, ji çiyan ê kurdan. Hatin bihîstin min got cimaeta me nazik baş e. Tawaqe dikin weke radyo vekin bona Kurdan. Gotin emê vekin. Meha yekê ya sala 55’an me radyo vekir. Gazî min kirin. Gotin Casimê Celîl, tuyî pak î. Em dibînin qeweta te heye. Were qeweta xwe li ser radyoyê jî biceribîne. Gerek tu hîm deynî. Çêkî radyoya bi zimanê Kurdî. Min got serçavên min. Min jî hilda ser xwe. Xebitîm. Pêşiyê 15 deqe bûn. Rojê carekê. Heftê 2-3 car bû. Teze bû. Komekdarên min tune bûn. Kes tune bû. Ez tenê bûm. Gotin em ê kulfetekê jî bidin te. Min got erê. Yanî em bûn 2 xebatkar. Yek ez, yek jî Nûrê Poleto. Xwîşka ferîkê polatbegov. Ku komîser bû li sibirya dûr da. Wexta şerê…. lê Nûrê xwendina wê Rûskî bû. Xeberdana wê hinekî vegeriya bû ser Rûskî. Mesela herfa T, F, Ç… çend herf çetinayî dikşandin. Lê min ew dida xeberdanê hindik hindik. Komekdarê min ê ewil, mezin, cahil Ordîxanê Celîl bû. Maşîna me tune bû. Destnivîsara Ordîxan gelekî bedew bû. Tu dikarî wan jî bibînî. Filekî, Rûskî, Kurdî. Tu bibînî tu hez bikî. Tu yê bêjî Kurd jî ewqas bedew dinivîsin. Min û Ordîxan kar dikir. Yanî jî meqale werdigerand ser zimanê Kurdî.         Me didanî ben mîkrofon. Lê nîvê pir Ordîxan dixwend. 3 salan zêdetir hey Nûrê dixwend, hey Ordîxan. Lê herî pir Ordîxan dixwend. Ordîxan neçûye sikola Kurdî. Ne jî li gundê Kurdan maye. Geriyaye. Çi hîn bûye li malê hîn bûye. Tev birayê xwe Celîl, cemilê. Ordîxan gelek deyndarê diya xwe ye. Xanima Rizgo ye. Xanima Rizgo îro jî Kurdiyeke gelek temiz zane. Wexta me her siyan dinivisî; min, Ordîxan, Celîl û Cemîlê şer pêşda dihat. yekê me bi yê din qayîl nedibû. Wê çaxê me digot gazî xanima Rizgo bikin. Xanima Celîl kin. Yanî meta te. Me digote ev haye yan na. Tu çi dibêjî. Gerek tu… îcar Xanima Rizgo yanî diya Ordîxanê Celîl… çawa digot me digot erê. Xilasî êdî, xeberdan tune bû. Xanim Rizgo bi xwe jî gundiya me ye. Ji welatê Qersê ye. Ji qizilqudê. Li welêt jî em cînarê hev bûne. Lê bextê me wisa li hev hat. Me bi hev re mal çêkir. Ocax çêkir. Ew bi xwe jî li êtîmxaneyê mezin bûye. Teknîkoma me xelas kir. Xwendina orte hildaye. Maqûl, mêvanhez e. Kurdhez e. Wê gavê Ordîxanê li universtita Ermeniyan hîn dibû. Digotin universta Êrivanê. Xeberdana 2 roj carê 11 deqe me kir her roj 15 deqe.

Kîjan salê?

55’an… kutabûna 55’an me kir her roj 15 deqe. Min got nabe. Kurd şikata dikin ji dewleta me. Komekdariya rihê kurdan jî bilind bibe. Dengê xwe bibên. Kilamên xwe bibên.  Gotin çi dibêjî, çi dixwazî hevalê Celîl. Kin bêje. Min got ez kin bêjim divê giliyê min negihije cî. Gotin na. Tu çi dibêjî em te serwext dibin. Min got ez dixwazim radyo bibe nîvsaet rojê. Kurd hez dikin bibe nîvsaet. Gotin me nîvsaet jî da te. Paşê me dît zirna me, fîqa me, bilûra me, strandinên me. Kirinên me yên radyoyê temamiya Êrmenîstanê digirin. Seeta me radyoyê giş digirin. Wê hingê ev dûrdîtok tune bû. Radyo bû tenê. Me go heyran wekî ewqas hez dikin. Strandinên kurmancan dinê hez dike. Got ev strandinê, xeberdanê Romê ne. Ya me bila cimaeta kurdan çiqas dixwazin bigirin. Em teqewat dikin nika jî bikin yek saet. Yek saeta me jî derbas bû. Me xweş çêkir. Çend cahil bi me re gihiştin. Hecî meqale dinivîsîn, emîn dinivîsin, Cerdo dinivîsin. Cerdo tune bû… gihiştin…. ji gundan dihatin. Dengbêj, strancî, zirnecî, sazbend, bê pere. Heta roja îroyî jî bê heq diçin tên. Xercê wan, xerecên wan… ew çikbûna bona Kurdî ye, bona navê Kurdan e. Ti kes nabêje, çira? Yanî min zehmet kişand. Ev yek gelek şerm e.  Ez dixwazim bona sozdayîna Kurdan. Bona giliyê Kurdan wekî Kurd giliyê xwe ye, sozê xwe ye. Nimûnekê ji te re bêjim. Carekê me kifş kiribû wekî Eliyê Hemed ku 5-6 kilaman dibêje. Radyoyê de. Dengbêjekî zehf heyran e. Kilama filîtû quto dibêje. Soz dabû wekî filan rojê wê bê bal min. Min saet hildabû wekî em dengê wî binivîsin. Eliyê Hemed wexta hat mala me. Min dît reng avêtiye. Rengê wî guhestiye. Melûl e. Min got kêfa te ne li cî ye, çima çi qewimî ye? Got apê casim, bi xwe jî mezin bû. Got apê Casim ma ez çi bêjim. Her car kêfa merivan her car wek xwe nabe. Min got ne wisa ne. Min got min tim tu dîtiye Şad. Bi hezkirin. Rû û rengê te guhestiye. Benzê te xweşî min nayê. Got apê Casim çi ji te veşêrim, çi ji te û xwedê. Go giliyek li min qewimî ye. Got loma. Min got de bêje çi bûye. Nedixwest bêje. Min got lê çira tu hatî, got çawa nehatama. Min soz dabû te gerek ez bihatama. Wexta min soz daye, mêrê kurd re eyb e. Min got de bêje çi bûye. Got apê Casim got kurikê min çûye rehmetê. Min got kêngî, got nexweş bû wê roja ku ez hatim. Got duhu çuye rehmetê. Min got kurikê te çend salî ye, got 3 salî. Lê min got çawa tu hatî, çira tu hatî? Ku ez çawa nehatama. Got kurikê min niha li male û ez hatim. Min got tu serçavan hatî. Min got rabe em tevayî em ê herin gund. Em rabûn. Me maşîne girt em çûne gund. Dora kurikê wî yê 3 salî. Kurikekî tuncî bela. Miribû. Weke 100-150 kulfet û mêr berhev bibûn. Wexta kulfet û mêr em dîtin min û Elî. Elî got kurê min sax bûye, got kurê min nemiriye. Got sax e cimaet, kurê min sax e. Ez 2-3 rojan li gund mam. Me kurikê wî hilda. Paşê ez hatim. Min got Elî tu yê dereng bêyî. Te xwes tu yê bêyî na na. Yanî çi dixwazim bêjim. Bona radyoya Kurdî miletê Kurd, cimaeta kurd, eşîretên Kurdan ku gelek in, hezar eşîret devdevî nava kurdan de hene. Hezar êl. Lê gişk kurê bavekî ne. Gişk ji dê û bavekî ne. Min dît ku Elî hatiye dîsa. Min got Elî tu çira hatî bavocan. Got ez hatime giliyê xwe biqedînim. Paşê me mêvantî xwey kir, anî gerand. Dîsa min hineda dengê wî bona xatirê edetên Kurdî. Dîsa çû gund, bîna wî gelekî vebû paşê hat 5-6 kilam gotin. Lê Elliyê Hemed wê timî sax bimîne. Wê timî qenc be. Me kilamên wî dereng hildan. Salek kete ortê gotin Eliyê Hemed miriye. Gotin xwîna wî gihiştiye ser mêjiyê wî û miriye. Em çûn hewariya wî. Em gelekî bi ber xwe ketin. Radyoya kurdî me saz kir. Gelekî çetin bû. Ti tişt tune bû. Wextê qet tiştek tune be tu çêkî tenê 2-3 lib genim hebûn. Yanî dan hebû. Me avêt. Ji 2-3 liban firîg çêbû. Çawa di zewiyan de genim û ceh diavêjn çêbû me zêde kir. Paşê wextek derbas bû. Min got saetek hindik e. Min got di welatê me de gelek kurd hene hez dikin zimanê Kurdî bigihe. Ez teqawet dikim nîv saet lê zêde bikin. Yekî ez hemêz kirim. Gelekî mezin bû. Hevalekî maqûl, di dewletê de dişixulî. Got Casimê Celîl te gîhande saetekê got êdî çi dixwazî. Got tu yê bikî forma Pûşkîn, masiya zêrîn. Got tu yê werî ew saet jî kêr e. Min got çawa. Min got dewlet bona pala gundiyan e. Dewleta me ye. Got ha binêre. Hevalê Casimê Celîl çi xweş dibêje. Got em êdî kêm nakin. Min got hop, ez hatime zêde bikin. Çi kêm bikin. Nîv saet jî dan bona êvarê. Bû saet nîv. Tevî şevê. Radyoyê de ez ji 55’ê salê heta 63’yê salê xebitîm. Salên min jî mezin bûn. Min devdevî 1200 strandin û meqam di radyoyê de hazir kir.  Wisa jî roportajên mezin, yanî xeberdanên mezin. Me gelek tiştên baş kirine radyoyê.