Helbestek Siyahpoşê Farqînî ji dengê Şêx Mîsbeh…Ev helbest li sala 1975 hatîye tomarkirin. Ev 44 salin li arşîvê min de ye ! Ev dewlemendîya çanda me ye. Min xwest piştê 44 salan bi we re parve bikim ku hûndanebe !
Xezel
Ez nizanim ew çi sûret bû me dît der cameyê
Şibhê şem’ê sohtî cergê min wekî perwaneyê
Wayêweyla sohtî cergî ez kirim mest cunûn
Lew me qesd e secde bim ber saqîyê meyxaneyê
Min qebûl in xemr û saqî dêr û zunnar û senem
Me navên seccade û ewrad digel sed daneyê
Ey hebîba ger cehennem dave bit tu dane bî
Bi qesem dê biçme nav de ez bi qesda daneyê
Lê nizanim tu ji kêy Leylê ebnayê Tay
Şibhê Mecnûnê zemanî rû bikeym wêraneyê
Ez çi çare kem kî j’derdê min xeber de ey hewar
Dê ji kê bipirsim nizanim menzîlê cananeyê
Şem’ê cana dûredest e menzila min zulmet e
Ez ji kê gazinde keym bînî şemala xaneyê
Xuzîya roja wisalê bixûyê zulfê hebîb
Ku bi mijga ta bi ta kem ez mîsala şaneyê
Muhbetê kuştim Sîyahpoş şibhetê Seyfulmulûk
Lew li ser min ferzê ‘eyn e secdeya putxaneyê
Aşiqê sadiq ew e ê ku di rêya dîlberê
Ger ewî bînin bi ker kin neşkêne peymaneyê
Karê şem’ê her şewat û muhbet û sohtinî ye
Lew disojitin Îranê şibhetê perwaneyê
Sîyahpoş
Leave A Comment