Siyasetmedar û zanyarê kurd Yekta Uzunoglu ku li Paytaxta Çekyayê Pragê dijî, şevîdî piştî ku hat desteserkirin bêyî ku hincetek bê ragihandin hat girtin.

https://krd.sputniknews.com/ewropa/201704295994528-Yekta-Uzunoglu/

 

 Siyasetmedar û zanyarê kurd Yekta Uzunoglu şeva înê li lmala xwe hat desteserkirin. Polîsên ku Uzunoglu desteser kir tu hincetek jî ranegihandin malbatê. Tenê ji mêvanên wîre gotine ku ‘Ji ber dozek wî ku dom dike tê desteserkirin.’

 

​Dr Uzunoglu di sala 1994an de rastî hewldanek ya suîkastê hatibû. Her wiha ew beriya niha jî li aliyê polîsên Çekyayê ve hatibû desteserkirin. Yekta Uzunoglu xwediyê xelata František Kriegelê ye. Ji salên 1970an û vê de li Ewropayê dijî û damezirînek yê Enstîtûya Kurdî ya Kolnê ye jî.