Dr. Uzunoglu: Tiştê ku Tirkiye di warê elektrikê de dike talan e. Û ne tenê di warê elektrike de. Kurdistan, tene ji Silopî bi kemasî 220 MW / seet kehreb distîne.

 

Berî niha li komara Çekê, li navenda PEN-ê, serokê Charta 77, prof. Janouch, nivîskara pirtûkê Jana Kluskova, gelek nivîskar û siyasetmedarên çekî, heval û dostên Dr. Yekta Uzunoglu gihiştibûn hevûdu. Armanc danasîna pirtûkekê bû. Uzunoglu kurd e. Ew bi salan li Çekê maye, ji bo wî welatî xebatên hêja kirine. Bi taybetî ji alî aboriyê ve şopa xwe pir alî hiştiye û ji ber xebatên xwe rêzdariya li hemberî wî bilintir bûye. Xebata Kluskova ya bi navê ”Yekya `Monte` Uzunoglu- Kurdê ku serê wî nayê tewandin” li Çekê, rê ji niqaşên nû re vekir. Ji ber ku Doktor Yekta li hemberî qencî û fedekariyên xwe hatibû girtin. Zindanîkirin. Spasiya ji bo xebatên wî hatibû jibîrkirin.

 

Rewşenbîr û nasdarên Çekî di kombûnê de ji dewletê lêborînek fermî dixwestin. Piştî kombûnê, berhema giranbûha ya Kluskova ne tenê li nav çêkiyan û kurdan, lê li deverên din jî bû sedama balkêşiyê. Niha ji bo ku pisporê aboriyê Dr.Uzunoglu ji nêz ve bê nasîn, pirtûk dibe bi almanî. Em ji bo pirsên rojane bi Dr Yekta Uzunoglu re peyivîn.

 

 

– Ji kerema xwe re hinekî qala pirtûka xwe ya ji bo serastkirina aboriya Çekê bike. Sedema girtina we çi bû?

Dr. Uzunoglu: Piştî şoreşa qedife di sala 1990-ê de ez vegeriyam komara Çekê. Bi hevalên xwe yen berê ku çekî bûn, û wê demê di hikumetê de bûn, me dest bi reformên abori kirin. We demê 100% di aboriyê de dewlet hebû. Şexsî tiştek tunebû. Çapxaneya min dest bi weşanen pirtûkên ilmî yên li ser aboriyê kir. Min bi serokomare îro – wê demê serokwezîr bû û ew bi xwe aborînasekî navdar e – dest bi nivîsandina pirtûkeka wî ya bi navê „ Perspektivên aboriya Komara Çekî„ kir. Bi me re 6 wezîran jî li ser vê pirtûkê kar kir, nivîsandin. Ev pirtûk weka REHBERa

 

guhartinên aborî bû. Diviya hikûmet li gorî navaroka vê pirtûkê reformên xwe bidomanda. Lê komunîstên berê xwe di nava ”rojekê“ de guhartin, bûn mafya aborî. Tiştên ku min dikir û dixwest ku hikumet bike wan kesan nedihişt. Ji aliyê din, di wê demê de waqfa ku min ava kiribû salê bi dehan burs dida xwendekarên kurd, min bi rojane li ser rewşa gele kurd di çapameniya çekî de bend didan weşandinê, carina bi zora diravî jî…. Ev yek jî ne bi ya dilê sefírê Tirk û wusa ji Hikûmeta Tirkiyê bû.

Hikûmeta tirk – di dema Tansu Çiler de – bi komunistên berê ku êdî bûbûn wek mafya bi hev re komployek pek anîn û min dan girtin. Komplo ji aliyê wezîrê karê derve yê Çekoslovakyayê Dr.Jaromin Johanes ve hatibû organîzekirin. Ew, reviya çû Tirkiyê û hê jî zêdeyê 13 sal in li Enqerê dijî, nikare were vir. Tirk jî wî diparezin.Ku were vir ê were girtin. Girtina min hem, bi kêrî kesên ku nedixwestin guhartinên aborî û civakî pêk bên dihat û hem jî bi kêrî hikûmeta Tirkiyê. Idîaname ev bû: “Dr.Yekta di roja 13.9.94-ê de li tirkekî bi navê Göksel Otan di navbêra 18:00-22:00 xistiye. Ew roj, di wan saetan da min bi mezintirîn şîrketa inglîz ya dermanan ku 91.000 karkerê wê hene, bi nave BOOTS , li ba reîsê belediya bajarê Pragê peymana aboriyê îmze dikir. Dawî derket ku navê yê Tirk ne ew e , bi pasaporta sexte hatiye Çekê û navê wî Gürkan Gönen e, hikûmeta Tirkiyê wî şandiye vir ku min bikûje. Ez, du sal û nîvan di hepsê de mam. Caran – wek di pirtûkê de jî hatiye nivisandinê – dixwestin min bikûjin u hwd.uhd.

 

Hikûmeta alman nifûsa almanî anîn ta hucreya ku ez tê de dimam, di hucrê de ez bûm hevwelatiyê alman. Ev yek bi saya dehan birêvebirên Almanya pek hat, ku hevalê min bûn, weke malbata Heinrich Boll, wek niviskarê navdar Gunther Wallraff uhwd. Ez neçûm Almanya, li vir mam û min şerê xwe ji bo reformên aborî, civakî, hiqûqî û emniyetê domand. Di vê navê de ji mafya tirk-çek 86 kes hatin mahkûm kirin. Wezirê karên hundur, û yê adalatê, a aboriyê ji min li ber rojnemevanan leborînên xwe xwestin. Serokkomare wê demê Vaclav Havel jî wusa. Ma serokomarê îro – ku wê demê serokwezîr bû – ji min leborîna xwe bixwaze û şana şerefê ya dewletê bide min. Xelata herî mezin ji min re ji xwe hat dayîn, ma şana şerefê.

– Hinekî qala nivîsevana pirtûka xwe bike…

Dr. Uzunoglu: Niviskara pirtûkê Jana Klusakova navûdengtirîn nivîskara Komara Çekê ye. Ta nuha jiyana serokomar Vaclav Klaus, jiyana wezîrê karê derva yê îro û binavûdengtirin arîstokratê Evropa Navin Mir Karel Schwarzenberg nivîsandiye. Mêrê wê J. Klusak, kurê wê Vit Klusak di dinê de nav dane.

 

 

– Gelek kesan ji serekomar xwest ku lêborînê wek dewletê ji te bixwaze, ne wisa?

Ne tenê PEN a çek, lê her wusa Saziya Charta 77 (Ku li vir şoreş kiribû û Vaclav Havel endam e), Saziya Helsinkî Komîte, rektore Universîta Charles (kevintirîn universîta vê komarê ye ), sedan birêvebir, siyasetmedaran ve bi nameyên xwe ji serokê komarê xwestin ku ew wek serokê dewletê ji min leborîna xwe bixwaze ne wek şexs. Wek şexs ji xwe kir camêr.

– Çek kurdan çawa dinasin? Piştî pakêta we ya aborî çawa nêzîkî te dibin?

Dr. Uzunoglu: Çek kurda bi Dr. Qasemlu û bi min nas dikin. Ji ber wê yekê çi ji wan ta nuha hatiye xwestin bo kurda, kirine. Yekemîn car konsulxana dewleteka ewropî ku li Hewlêrê hat vekirinê – sala berê- konsolxana Komara Çekê bû. Piştî 16 salan îro her kes li vir dizane ku pêşneyarên ku min ji bo reformek aborî dikir rast derketin. Tiştên ku min rexne dikir disa wusa.

 

– Em pê hisiyan ku hûn li başûrê Kurdistanê bûn. Ez dixwazim bi taybetî bi te re li ser rewşa aborîya li herêma Kurdistanê`, `têkiliyên wan yên aborî bi Tirkiyê û cînaran re` qise bikim, dîtina te bistînim. Lê em dê dîtina we paşê bi dirêjayî bistînin, belav bikin. Tenê li ser enerjiya ji Tirkiyê dihat wergirtin, rewş çawa bû?

Dr. Uzunoglu: Tiştê ku Tirkiyê di warê elektrikê de dike talan e. Û ne tenê di warê elektrike de. Kurdistan, tene ji Silopî bi kemasî 220 MW / seet kehreb distîne. Rojê dike 5280 MW/seet. Yani 5.280.000 kW/seet rojê. Gor texmînan Tirkiye 1 kW / seet bi 0.40-0.50 sentê emerîkî difroşe Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ger bi 0.40 sente jî firotibe 5.280.000 kW/seet roje x 0.40 USD = 2.212.000-USD/ Roje. Sale herî kem dike :2.212.000 x 365 = 770. 088. 000-USD

Bihayê elektrikê li USA ji sentralen nukleer 1.6 sentê emerîkî bû, di sala 2006 de. Li Avusturya 1.4 sentê emerîki bû, ji santralên avê. Li Çekê 3 sentê emerîkî bû, ji santralen termikê (komir) û 2.1 sentê emerîkî bû, ji santralen nukleer ûhwd. Em dikarin bi / maksîmum / 5 – 6 sentê emerîkî (sigortakirina sermaya bêgane li Iraqê hinek bihaye, masrafên amortîzasiyonê ûhwd) elektrikê bidin çekirinê ji bo Kurdistanê. Di nav van 5-6 sentan de heqê amortizasîone santralên kehrebê ji heye. Piştî 5 salan ku santral xwe amortize kirin, bihayê kehrebê ji bo Kurdistanê dê bibe maksîmun – herî zede – 2 sentên emerîkî. Bi 6 sentan jî be, ferq navbeyna elektrîka ji Tirkiyê ye û yê ku em bidin çekirinê (6 sent x 5.280.000 kW / seet = 316.800 USD / roje). Ev li salê maxîmum dike : 316.800 x 365 = 113.650.000-USD, Ferq kemani 660.000.000-USD e.

Bi ve ferqê salê çend zanîngeh, çendan nexweşxane, pirtûkxane û dibistan li Kurdistanê ava dibe? Ev tene mînanekek e. Wek giştî pêwistiya Kurdistanê kêmani ji 2000 MW elektrikê re heye.Yani deh qat e ku ji Silopi tê stendin. Ferq ji deh qat e bê guman, yani herî kem 6.6 milyar USD zirara Kurdistana başur e/ bê di qelemeki de. Gor vê mînakê êdî talana Kurdistanê texmîn bikin. Ji hezretî Ibrahîm ta nuha bingeha aboriye, sûk e. Şerên malxirab timî li sedemen aborî çê bune.Yê ku mala gele me xera kiriye jî sedemên aborî ne.

 

 

Dr. Yekta Uzunoglu

Di 1953 de li Farqînê hatiye dinyê. Di 1971-ê de ji bo xwendina bilind tê fransayê. Li wir zimanê fransî dixwîne. Di 1973 de tê Pragê. Piştî xwendina tendurustiyê, dibe doktor û di 1980  de di gel hejmarek doktor li Kurdistanê dixebite. Piştre tê Almanyayê. Li wir di avakirina enstituya kurdî li Parîsê û entîtuya kurdî a Bonnê de rolên berbiçav hildigre ser milê xwe. Paşê vedigere Pragê. Dr. Yekta di saxiya şehîdê nemir hêja Evdirehman Qasimlo de jê dersên aborî werdigirt. Paşê li ser makro ekonomî xebitî, li ser zaniyariya aboriyê kûr bû. 1993 de li gel serekomarê Çekê Veclav Klaus û hejmarek ekonomîstên wir, li ser bingeha berhema xwe bi navê “Perspektîvên Aboriya komara Çekî“ xebatên aboriyê dikin. Ji ber komployekê di sala 1994 de tê girtin. Ew di sala1997 de azad dibe. Di sala 2006 de xelata Frantisek-Krigelê wergirtiye. Dr. Yekta zewiciye, du zarokên wî hene û li Komara Çekê dijî