26

Pîroz be

lotikxane


W
ek tê zanîn, brayê me, Kurdê hêja Dr.Yekta Uzunoglu xelata herî mezin a Komara Çekê ku salê carekê li ser navê Keyserê Bohamyayê Karleyê IV.tê dayîn, girt. Ev yekem care ku biyanîyek vê xelata bilind distîne û çi serbilindîyeke ku yekî Kurd dibe xwedîyê vê xelatê. Em ji dil û can Dr.Yekta Uzunoglu pîroz dikin û di kesayeta wî de vê xelatê wek qezenca milletê Kurd dibînin. Wê di 01.06.2006an de şahîyek jibo xelatdayînê bê lidarxistin û wê Doktorê me xelata xwe ji destê Prof.Dr.Frantîesekê Janaouch bistîne. Dr.Yekta Uzunoglu ji Farqînê ye, zewicandî û bavê du zaroka ye. Bi xwe aborîzan e û di 1980î de li Almanya bajarê Bonnê Enstîtuya Kurdî a Bonnê ava kiribû û xizmetek baş jibo milletê xwe jî kiribû. Em cardin jiyanek bextewar û serketî jê re dixwazin