Bahoza Aborînas Dr. Uzunoglu Ewropa Navîn hejand
“Nasnameya kurd nas bikin!”

Gabar Çiyan

Berî niha li komara Çekê, li navenda PENê, serokê Charta 77, prof. Janouch, nivîskara pirtûkê Jana Kluskova, gelek nivîskar û siyasetmedarên çekî, heval û dostên Dr. Yekta Uzunoğlu gihiştibûn hevûdu. Armanc danasîna pirtûkekî bû. Uzunoğlu nijad kurd e. Ew bi salan li Çekê maye, ji bo wî welatî xebatên hêja kiriye. Bi taybetî ji awira aboriyê ve şopên xwe pir alî hiştiye û ji ber xebatên xwe rêzdariya li hemberî wî bilindir bûye. Xebata Kluskova bi navê “Yekya `Monte` Uzunoglu- Kurdê ku serê wî nayê tewandin“ li Çekê, rê ji niqaşên nû re vekir. Ji ber ku Doktor Yekta li hemberî qencî û fedekariyên xwe hatibû girtin. Zindanîkirin. Spasiya ji bo xebatên wî hatibû jibîrkirin.
Rewşenbîr û nasdarên Çekî di kombûnê de ji dewletê lêborînek fermî dixwestin. Piştî kombûnê, berhema giranbûha ya Kluskova ne tenê li nav çêkiyan û kurdan, lê li deverên din jî bû sedama balkêşiyê.

Uzunoglu, ev demek e hewil dide ku nasnameya kurd bi şêweyek fermî bide pejirandin. Ji bo nasîna nasnameya kurd ji awira polîtîk û fermî li Komara Çekê bi serê xwe bi birêvebirên wir e gavek mezin avêt. Ji bo bidestxistina vê armancê ev deh roj in li Komara Çekê ketiye rojiya birçîbûnê. Bi sedan kesên navdar ji tevayê cîhanê di birçîbûnê de ne û piştgiriya çalakiya wî dikin. Tv, radîo û çapemenî qala wî dike. Bi hezaran mesaj jê re tê şandin. Me xwe gihand Dr. Yekta Uzunoglu û li ser armanca çalakiya wî pê re hevpeyvînek kir.

– Doktor, em gelek spas dikin ji bo ku te wextê xwe da me…
Ez jî spas dikim ji bo nêzîkbûna we.

– Li gorî em pê hisiyan li komara çekê we dest çalakiyekê kir. Çi şêwe çalakî bû? Ji ber çi sedeman û li çi cihî ev çalakî çêbû?
Di minasebeta şahiya 30. saliya avabûna sayiza Charta 77 -ku di Çekoslovakya ya berê de şoreşa qadife di sala 1989 de pêk anibû – seroke Charta(Xarta te xwendin) 77 ulumdare herî navdarê Komara Çekî Prof.Fratişek Janouch di peyva xwe ya vekirina şevê de li ser şerê min a bo abori, demokrasî û heqên mirovayetî sekinî û dawî got ku ‘’ Dr.Yekta biryar da ku ewê bo pekanîna reformên hiquqê di welatê me de , bo nasîna nasnama Kurd û bo derxistina kesên bi nifûse Tirk ku ser wan de şik heye û giredayiyê mafia tirk in, we dest bi rojiya birçibûnê bike. Ji ber ku gelek caran me ji hikûmetê xwest ku van daxwazên Dr.Yekta pek bînin, neanîn cîh min bi xwe wek şaxs biryar da ku ezê jî bi Dr.Yekta re 24 seet rojiya birçîbûnê bigrim. Em ji endamên Charta 77 ku li vir in hêvî dikin ku piştivaniya vê çalakiyê bikin. Û buyer li pêş mêvanan, diplomatên mêvana şevê, li ber V. Havel û wezirên ku di dêrê de hazir bûn, hat îlan kirin.

– Çend rojan domand?
Ev deh roje dom dike. Ez deh rojin di rojiyê de me. Le hevalên din ku min tenê nehêlin timî 24 saet rojî digrin û dorê teslimê yen din dikin.

– Çi kesan piştgiriya we kir?
Ta nuha 120 kes ji tevekên dinê de beşdarî rojiyê bû. Ji Emerîka ta Swêd, ji Fransa ta Avusturalya yê. Ew tev jî navdartirîn şexsiyet in di warê xwe de. Mînak wek Vaclav HAVEL – serokkomare berê û navdartirîn şexsiyeta Çek di dîroka gelê Çek de-, Zdenek SVERAK –filmçeker û artîst, ku xwedanê xelata OSKAR ê, 8 şexsiyetên ku xûdan şana şerefê ya dewlet, navdartirîn senator J. Ştetina, serokê Komîta Helsînkî, rektorê kevntirîn Zaningeha Ewrupa Navîn, du dekan, çendan Profesor, ulumdar, rojnemevan, şervanên heqên mirovayetî, parlamenter, dengbêj, nivîskar, serokê PEN a Çek û rojnemevanên herî navdar jî. Kem kes heye di Komara Çekî de ku beşdarê vê rojiye nebûbe. Yên ku hinek navdar be û hê beşdar nebûbe jî bê agahiye ye. Kesên beşdar ev in. Her ku diçe ev hejmar zêde dibe:

Prof.František Janouch(Navdartirin ulumdare ve welate ,seroke sayiza Charta 77), Markus Pape(rojnemevane alman), PhDr.Libuše Šilhánová(Seroke Komita Helsinky, xwedane Sana Serefe ya dewlete), PhDr.Květa Jechová, Svatopluk Karásek(Parlamenter, servane demokrasiye navdar,berpirsiyare hikumete bo heqen mirovayeti), Doc.Dr.Miloslav Kalab (Kanada), Jan Rejžek( Navdartirin rojnemevan), Martin Vadas( Filmcekere navdar), Václav Marhoul, Táňa Fischerová(Parlamenter), Martin Chramosil, Ivan Peschka, JUDr.Milan Hulík(Navdartirin Avukat), Ing.Karel Jech( Heval u hogire 40 salan a Dr.A.Qasemlu), prof.Dr.Pavel Štěpánek,Ph.D., Jan Křivonožka, Tomáš Kramár, Jan Beránek, Doc.Dr.Boris Krška, Josef Hrdinka, Mgr.Radim Ucháč, Alena Abbrentová, Jaromír Štětina, Monika Uzunoglu, Slávka Pešulová, Mgr.Petr Nymburg, Dr.Pavel Gan (Almanya), Milan a Zdeňka Bártovi, Jiří Stránský, RNDr.Gustav Louženský, Věra Trakalová, Jiří Fojt, Pepa Nos, Claudie Nikolajenková, Magdalena Šebestová, Gabriela Červená, Doc.RNDr.Zdeněk Kluiber,CSc.Ph.D., Jaroslav Kos, Jan Dus, Petra Alexander (USA), Igor Linhart, Ivana a Milan Bártovi, Ing.Karel Hegenbart, Jitka Žáková, Martin Štumpf, Jan Šinágl, Karel Kramář, Věra Roubalová, Pavla Hájková, prof.Dr.Jan Čermák, Mgr.Karel Mrzílek, Jiří Jína, Philipp Janýr, Ing.Hynek Bulíř, Petr Kotouček, Otakar Vojtěch, Bc.Jana Mulačová, Ida Kaiserová, Emílie Nečasová, Michal Dočekal, Dušan Dvořák, Dobroslava Gabryšová, Daniel Vacek, Eva a Jindřich Růžičkovi, Jiří Peňás, prof.PhDr.Daniela Jarušková CSc., Ladislav Maria Wagner, Božena Wagnerová, Barbara Issa Wagnerová, Jaromír Vacek, Dana Križaničková, Jozef Wagner, Dušan Mlynarčík, Alena Rusňáková, prof.RNDr.Martin Černohorský,CSc., Martin Maděra, Martin Reiner, Dr.Marta Chovancová, Mgr.Tomáš Jurčík, Ing.Blanka Císařovská, David Navara, Georg Warning (Almanya ), Doc.PhDr.Zdeněk Pinc( Navdartirin FILOZOFE cek), Mgr.Eliška Pincová, Bc.František Pinc, Vratislav Pinc, Benedikt Pinc, Jindřich Pinc, Barbora Pánová, Martina Rychlíková, president Václav Havel, Břetislav Rychlík, Tomáš Cejp, Lubor Veleba, Zuzana Schreiberová, Milan Hanyš, Alida Horváthová, Jiří Vaněk (Sydney), Petr Pojar, JUDr.Mgr.Jaroslav Grinc,Ph.D., Gerald Turner, Milan Kozelka, Ing.Pavel Galle, Prokop Voskovec, Vlasta Voskovcová (Paris), Klaus-Henning Rosen (Almanya ,Seroke daira Willy Brandt ya bere , cigere seroke UNHCR ya yekitiya netewi ), Vladimír Hučín, Ladislav Zikmund, Emanuel Mandler, Andrea Lexová, Jaroslav Čarady, Ing.Zora Rysová, Jiří Hrdina, Petr Borka, Milan Hrabal, MUDr.Petr Kašpar

– Çapemeniya çek bûyera çalakiyê çawa dinirxîne?
Çapameniya çek ji rojname ta televizon û radyo ciyekî bê hempa da vê bûyerê ji ber ku kes di xewna xwe de jî bawer nedikir ku kesekî wek V. Havel yan Z.Sverak beşdarê bûyerekî wusa bibin.

– Nêzîkayiya gelê çek çawa bû?
Rojê sedan e-mail, SMS û mesaj têne ji min re. Tevde pîroz dikin, spasiyên xwe tînin zimên ku min bûyerek e wusa bê hempa di dîroka vî welatî bicîh anî. Wek tê zanîn hê di sala 1975 de ez, Heci Ehmed, Memo Çalî û deh xwendekarên Kurd, me xwe avêt sefereta Swedê li Prag û li wir dest bi roji yê kir. Armanca wê rojiye protestokirina siyaseta rejîma komûnîst hember gelê Kurd bû. Lê weka gişti gelê çek tiştên wusa nizanin, nas nakin.

– Hûn çiqasî gihiştin armanca xwe?
Wezire karên derva ji xwe piştivanê me ye. Wezirê karên hundûr (vexwe) li ber kamerayên televizyonê soz da ku tirkên ku şik serê wan de heye ji vir derxe, hemkarên wan ên polîs ceza bike û guhartinên bingehîn di wezaretê xwe de pêk bîne. Wezirê adalatê dîsa wusa. Lê ev sozên siyasetmedara ne. Ta ku dest bi icraatê nekin ez dev ji vê aksionê bernadim. Îro serokê polisê komara çek mecbûr ma îstifa bike. Ta ku em neghêjin armancên xwe dev jê berdan nîn e.

– Di plana we de çalakiyên wisan hene an na?
Ne edetê min e ku ji berê de ez qala plan û projeyan bikim. Min tu car nekir. Ve buyerê jî tene min û serokê Charta 77 dizanîbû ta deqa dawi. Lê ez wek istisnaye jiyanê bêjim, belê ez dixwazim ku ev carkî din pêk were, lê îcar li Brûkselê di nav Parlamentoya Ewrupa de ku zêdetir deng bide, bala gelen Ewrupî giş de bikşîne.
Roja 20.03 e mehê li vir, li Pragê şahiya pirozahiya 50. saliya peymana Romê hebû. Ku ew peyman bibû bingeha Yekitiya Ewrupî. Di senato ya komara Çekî de pek hat. Ji seroke parlamentoya Ewrupî ta dehan wezîren ewrupî hatibûn. Ez jî beşdar bûm. Û di wê derê de ji ev bûyer hat danasîne.

Dr. Yekta Uzunoğlu kî ye
1953 de li Farqînê hatiye dinyê. 1971 ji bo xwendina bilind tê fransayê. Li wir zimanê fransî dixwîne. 1973 de tê Pragê. Piştî xwendina tendurustiyê, dibe doktor û di 1980 de di gel hejmarek doktor li Kurdistanê dixebite. Piştre tê Almanya. Li wir di avakirina enstituya kurdî li Parîsê û entîtuya kurdî a Bonnê rolên berbiçav hildigre ser milê xwe. Paşê vedigere Pragê. Dr. Yekta di saxiya Şehîdê nemir hêja Evdirehman Qasimlo de jê dersên aborî werdigirt. Paşê li ser makro ekonomî xebitî, li ser zaniyariya aboriyê kur bû. 1993 de li gel Serekomarê Çekê Veclav Klaus û hejmarek ekonomîstên wir, li ser bingeha berhema xwe bi navê “Perspektîvên Aboriya komara Çekî“ xebatên aboriyê dikin. Ji ber komployekê di sala 1994 de tê girtin. Ew di sala1997 de azad dibe. Di sala 2006 de xelata Frantisek-Krigelê wergirtiye. Dr. Yekta zewiciye, du zarokên wî hene û li Komara Çekê dijî (Zarathustra News).