26Mezintirîn xelata Komara Çekî a li ser navê Karlê IV.an tê dayîn, îsal bû para Dr. Yekta Uzunoglu. Ev xelata giranbuha cara yekê dibe para biyanîyekî.

Komîsyona xelata Karlê IV.an, bo xeleta îsal kurdek layiq dît. Komîsyona hilbijartina berendaman Dr. Yekta Uzunoglu bo xelatê hilbijart. Xelat li ser navê Qralê Bohemyayê Karlê IV.an salê carekê tê dayîn.

 

 

 

12528304_162566034111361_1533240481_o

Dr. Yekta bi serokwezîrê kevn ê Kovara Çekê Prof. Petr Pithart re

 

Li gora ragihandinan bo vê xelatê cara yekê ye biyanîyek layiq tê dîtin û ew jî kurdê nivîskar, akademîsyen, lêkolîner û ekonomist, Dr. Yekta Uzunoglu ye.

 

Ahenga xelatdanê di 01.06.2006ê de pêk tê û dê Dr. Yekta Uzunoglu xelata xwe ji destê Prof. Dr. Frantiesek Janouch ku weka mezintirîn alimê fizîkê û şerwanê demokrasîyê tê naskirin, verbigre. Dîsa di ahengê de dê li gel serokkomarê kevn Vaclav Pavel û ê nû Vaclav Klaus gellek navdarên vexwendî amade bibin. Aheng li Qesra Zanyarî ya bi navê Klementinumê ku di sala 1348an de ji alîye Karlê IV.an hatibû avakirin, pêk tê.

 

Dr. Yekta bi Prof. Dr. Fr. Janouch u Karel Schwarzenberg re

Dr. Yekta bi Prof. Dr. Fr. Janouch u Karel Schwarzenberg re

 

Dr. Yekta bi nameyekê sipasîya xwe pêşkêşî jûrîyê kir û ragihand ku ew vê xelatê ne weka xelateka bo şexsê xwe, xelateka bo çanda kurdî qebûl dike.

 

Uzunoglu kîye?

Dr.Yekta Uzunoglu (Geylanî) di sala 1953yan de li Farqînê çê bûye. Di sala 1971ê de bo xwendinê tê Fransayê û li Enstûtîya Turaine zimanê fransî dixwîne.

Ji 1973 ta 1979an li Zanîngeha Pragê tiba universal dixwîne.

Uzunoglu di salên 1980yî de demekê li Almanyayê dijî û Enstûtîya Kurdî a Bonnê ava dike, paşê dîsa vedigere Komara Çekî.

Uzunolu di sla 1991 de li Pragê li kultur Palsê tevî Serokkomarê niha Vaclav Klaus bo başkirina rewşa aborî a Komarê Çekî xelekên semîneran li dar dixe .

Di sala 1993yan de Serokkomar Klaus jî di nav de, li gel komek zanyarên aborî ên çekî, pirtûka bi navê „ Perspektîvên aborîya Komara Çekî „ dinivisîne.

Ew di salên 1990î de  li gellek welatên cîhanê beşdarî Konferansên navnetewî ê aborîyê dibe.

Uzunoglu zewicî û bavê du zaroka ye.

 

S Simonem Peresem, Josefm Mazlem

Bi serokwezîrê Îsraîlî ê kevn Simon Peres re