Yeko Ardil

Doktorê kurd Yekta Uzunoglu xelata herî girîng a komara Chek a li ser navê Frantisek Krîegel wergirt. Ev bûyera ku ji aliyê kurdan ve wekî mizginiyekê hate pêşwazîkirin, bi xwe re pirseke wiha jî anî: Gelo êdî kurd jî wê di qada zanistiyê de cihên berz û bala bi dest bixin? Me xwest em bersiva vê pirsê ji we re bihêlin. Fermo, hûn û çîroka serkeftina kurdekî…

tlbtd-yekta-1


Ji nişkeve hûn ketin rojeva kurdan, ev jî bû sedema dilxweşî û bextewariyê. Gelo Dr. Yekta heta niha li ku bû, çima xwe ji aktûalîte û rojeva kurdan dabû alî? Li gel ku we demên dirêj ji bo doza kurd xebat jî kiriye.

Belê, min salên dirêj li Ewrûpa kar kir. Min û Kendal Nezan ku kurê xalê min e û Yilmaz Gûneyê dilovan di damezirandina înstîtûta Parîsê de kar kir. Beriya wê jî, hêj ku ez li vir xwendekar bûm, min bi aksiyona herî mezin a Ewrûpa re kar dikir. Di salên 75 an de, wê demê welatên sosyalîst piştgiriya Saddam Huseyîn dikirin. Şoreşa başûrê Kurdistanê şikest xwarib û xwendevanên kurd ji vir digirtin dişandin Iraqê. Ew xwendekar li wir dihatin kuştin. 73 an de em sê xwendekarên ji Kurdistana bakur bûn. Mîrhem Yîgît bû, ez bûm û li Slovakyayê jî Memo Çarlî bû. Wê demê me bi hev re belavokek li hemberî siyaseta sovyetê ya kurd belav kir. Armanca me ne li hemberi sosyalîzmê bû. Di dîroka sosyalîzmê de yekemcar bûyerek weha çêdibû. Me alîlariya wê ya ji sîstemên dijminên kurd re rexne dikir. Li ser vê bûyerê Mîrhem ji vir derkirin.

Me li hemberî Saddam di balyozxaneya Swêdê de rojiya mirinê girt. Me xwest em bidin nîşan ku ne tenê dewletên kapîtalîst, herweha sosyalîst jî li hemberî kurdan in. Ev çalakî gelek deng veda. Dû re min çapxaneyek bi dizî, bi navê Ararat vekir. Me ji metelokên kurdî bigir, heta Memê Alan gelek pirtûkên kurdî bi zimanê çekî û fransî çapkirin. 78 an de me bi bijîjkên kurd re xwest em Heyva Sor a kurd ava bikin. Di 79 an de ez ji vir derkirim.

Sedemê derkirina we çi bû?

Sedemên ku min li jor hejmartin. Sîstema kevin ji 73-75 an vir de her çalakiyên me li hemberî xwe didîtin. Wê gavê bandora partiyên komunîst li ser van dewletan hebû û partiya komunîst a tirk kurdan qebûl nedikir. Wisa jî, yên Iraq û Iranê jî wisa bûn. Zor dan hikûmetê û em ji vir derxistin. Ez ji vir çûm Cenevreyê. Ez û Prof. Mönch, mêrê Yayla Zozan Bucak me xwest em heyva sor a kurd bidine qebûlkirin bi xaça sor. Dû re me Rêxistina Bijîjkên Sînornenas ava kir. Wê demê şoreşa Rojhelat li dar bû. Em çûne alîkariya wan. Ez 9 heyv li wir mam, heta di encama êrîşekê de birîndar bûm.

Kê êrîşê we kir, hûn dikarin hinek behsa vê bûyerê bikin?

Helîkopterên Iranê em bombe kirin. Li gel ku em li ser navê bijîjkên sînornenas li wir bûn û gereke em ji her cure êrîşê parasfî bûna, dîsa jî em bombebaran kirin. Merc dijwar bû, li Tirkiyeyê cunta li ser kar bû, li Iraqê

Saddam û li Iranê jî Humeynî…

Şehîd Evdirrehman Qasimlo jî li wir bû, têkiliya we bi hev re hebû? Belê çawa? Ew mamosteyê min ê bê hempa bû. Dû perwerdeya tibê re, min dersa aboriyê ji wî stand. Em mîna malbetek bûn.Xanima wi û keça wî hatibûne merasîma xelatê. Ji xwe di bin pêşengiya wî de doza kurdên Iranê dimeşiya. Lê mixabin dû wê êrîşî re em neçar man bi hevalên xwe yên fransiz re vegerin.

Li dû vegerê hûn li Fransa man?

Min dixwest cardin vegerime Kurdistanê lê tu rê nemabû. Li ser wê, me biryara damezirandina înstîtûya kurdî da. Ji ber ku piraniya kurdan li Almanya bûn, ez derbasî wir bûm û me li wir înstîtûya Bonnê ava kir. Wê demê tevahiya partiyên siyasî yên alman destek dan me. Çapemeniya alman digot, Dr ê kurd mezintirîn koalîsyon ava kiriye. Dêrên katolîk û protestan û heta serokê DGB jî. Sendîkayên karkeran jî…

Heta sala 88 an jî min kar kir, min xwest em bi ser bikevin lê hin komeleyên kurd nehiştin em berdewam bikin.

Hûn dikarin vê mijarê hinek zelal bikin, ji kerema xwe re?

Bêyî ku sedemeke konkret hebe, KOMKAR êrîş dianî ser me. înstîtû mala tevahiya gelê kurd bû. Gelek baş tê bîra min di 86 an de me Kîrschen Tag hebû li Dûsseldorfê, me tevahiya komelên kurdan vexwendibû. Lê KOMKAR belavok belav kir û got PKK gazî kirine em tevli nabin. Nexwe xebatên me yên baş hebûn. Me yekem gramera kurdî bi alîkariya Zankoya Göttîngenê re çap kir. Min û Prof. Mach Kenzî ku yek ji pisporên kurdî ye me kar kir. Ev pirtûka rêziman xizmeteke pir baş bû di wê demê de. Rojnameya Frankfurter Rundschau ser manşet avêtibû. Digot, ji bo kurdan gramatîk jî siyaset e. Heta wê demê di niqaşên li parlamentoya alman de tirkan digot, zimanek wisa nîn e. Piştî ku ev pirtûk ji aliyê Zanîngeha Göttîngenê ve hate çapkirin, ew niqaş bi dawî bûn. Yek jî, me Tewratê wergerande kurdî. Tewrat ji bo kurdan pir girîng e. Beşek mezin ê Tewratê li ser axa kurdan derbas dibe. Dîcle û Ferat, îbrahîm û Nûh tev de ji Kurdistanê derdikevin. Gava me ev proje da destpêkirin, KOMKAR li hemberî me cîhad da destpêkirin. Gotin, înstîtût dixwaze kurdan bike mesihî, lê îro gava em Roj Tv vedikin, dibînin ku ji her ol û baweriyê ji herkesî re vekiriye. Mixabin di wê demê de ev tişt nehate fahmkirin û bû sedemê girtina înstîtûtê.

Piştî girtina înstîtûtê berê we ber bi ku ve zivirî?

Dû re min hêza xwe da ser zanyariya aboriyê, pirsgirêkên aboriyê, makro aborî çi ye, mîkro abori çi ye? Piştî sala 1990 î li çek komunîzm rabû, yek ji hevalên min bû serokwezîr, yek bû wezîrê karê derve û hevalê min Vaclav Havel jî bû serokomar û min dawetî çekê kirin û me li vir dest bi reformên aboriyê kir. Ji Freedmann bigir, heta Thomas Batîya hatin çekê û alîkariya me kirin. Piştî 17 salan ev xebatên han encam da ku riya me rast bûye. Beriya du salan kesên bêkar tunebû, 700 hezar karkerên biyanî hebûn, di nav welatê kevne sosyalîst de rewşa herî baş a Çekê ye.

Hûn berê bijîjk bûn, çi bû sedem ku hûn derbasî şaxa aboriyê bûn, an jî hîsa serkeftinê li we peyda bû?

Dema min bijîjkî dixwend hema bêje her hefte min serdana mala Qasimlo dikir. Ez tevli dersên wî dibûm. Ew yek ji aborîzanê herî baş ê Ewrûpayê bû. Piraniya hevalên min jî pisporên aboriyê bûn. Yek ji aliyê şikestî yê kurdan jî aborî bû. Dema min metelokên kurdî çap kir, min li ser çermê xezalê da nivîsandin û çapkirin. Min xwest ku kes nekare bêje kurd perîşan in û reben in.

Mamoste navê Freedmann derbas bû, ev Freedmannê navdar ê xwedî doktrîn e, ew e?

Belê ew e.

Gelo hûn jî li dû doktrînekê ne?

Di serê min de pirsa Başûr heye. Başûrê Kurdistanê hêdî hêdî dibe koloniya tirkan. Alek dane me, serokê me kurd e, helbet baxtewari ye. Ez ditirsim serpêhatiya welatên efrîkî yên salê 50 û 60 î were serê Başûr jî. Alek û parlaman dane wan lê ji aliyê aboriyê de rewşa wan ji dema kolonyalîzmê xerabtir bû. Ez ji bo 5 rojan çûme Başûr, min dît. Ew jî bes bû. Ji sînor bigir heta navendê kamyonên tirkan in. Di otêla herî navdar Sherethonê de ji avê bigir heta xwarinê tev de malên tirkan in. Îro Başûr ji tirkan re nêzî 12-13 milyar pere tîne. Ev pere ji pereyê ku Tirkiye ji Amerîka pars dikir zêdetir e.

Baş e, çare çi ye? Nêrîn û hizra we ya li ser pirsgirêkê çi ye?

Gereke Kurdistan beriya her tiştî sê pirsgirêkên xwe hal bike. Yek jê petrol e. A herî girîng ew e. A din binesazî ye, rê, elektrîk û hwd. A sêyemin jî ew e ku navenda aboriyê ji Bexda derkeve were Hewlêrê. Fuarên navneteweyî li wir çêbin. Me bi sedan fîrmayên navneteweyî re xeber da, kes naxwaze biçe Bexdayê, lê tev de têne Kurdistanê. Gereke navenda aboriyê li Hewlêrê be, bila paytext dîsa jî Bexda be. Îro rewşa Berlînê jî wisa ye. Navenda aboriyê Frankfurt e. Sanayî û transport li aliyê Stutgartê ye. Ev çareseriyeke herî baş e ji bo rêveberiya Başûr.

Mamoste têkiliya we heye, hûn dikarin van dîtînên xwe ji bo birêz Talabanî û Barzanî ragihînin?

Mixabin. Ew derfet heta vê gavê çênebûye. Piştî ez vegeriyam, min hinek bîr û baweriyên xwe di Radyoya Dengê Amerîka û Awrûpaya Azad de anî ziman. Bê sansûr min rexne li Amerîka jî kir. Tiştî ku me ji azadiyê fahm dikir ne tenê al û parlamento ye. Bawer dikim rexneyên çêker wê bi kêrê rêveberên Başûr were, tenê pesindan nebaş e.

Nûçeya xelata we di bêhtirê sed ajansan de hat ragihandin. Girîngiya xelata Frantîsek-Krîegelê çi ye?

Yek ji girîngtirîn xelata komara çek e. Di lijneya jurî de ne tenê Çekî ne, swêdî, alman hene. Taybetmendiyeke wê ya navnetewî heye. Cara yekem e ku didin kesek biyanî û ser de jî ku kurd be… Min di bersiva xwe de diyar kir ku ez vê xelatê qebûl dikim lê ev ne ji bo kesek e, ev ji bo Kurdistanê ye. Ji ber ku ez her tiştê xwe deyndarê Kursdistanê me. Ew çanda ku bi şîrê dayîka me re gihiştiye me, nahêle ku em li hemberî zehmetiyan serî deynin û zilmê erê bikin. Herwisa jî hate qebûlkirin û serokê juriyê jî di gotara xwe de got ku di kesayetiya Yekta de ji bo gelê kurd e.

Hûn xwediyê pasa alman in, gelo ajansan wekî kurd behsa we kirin, hûn li Chekê çawa tên nasîn?

Ez spasiya welatê alman dikim ku ez wekî mêvan qebûl kirime. Lê ez bi nasnameya kurd hatime nasîn.

Hûn gelek behsa rêzdarên wekî Kendal Nezan û Mîrhem Yîgît dikin, gelo li we geriyan pîrozbahiya we kirin?

Bi rastî, bi sedan pîrozbahî hatine, lê min yek bi yek li wan nenêriye. Lê ew neşînin jî û bi deh salan jî em hev nebînin dîsa jî tiştek ji dostaniya me kêm nabe. Di dilê min de cihê wan taybet e.

Hûn ji wî welatî hatin derkirin û dû re jî we li wir xelata wî welatî ya herî mezin girt, bi hevokekê hîsên we yên di dema xelat standinê de çi bûn? Helbesta Rojen Barnas a bi navê “Mêrxasno…” hate bîra min. Digot, “Emê navê xwe bikolin li ser birca Diyarbekir…”

Ew ji me re nebû qismet. Ne ku ez li dû navê xwe me, na. Ez behsa bi hezaran mêrxasên kurd ên ku can, ciwanî û hebûna xwe di riya kurdan de feda kirine dikim. Dikarim bibêjim min navê gelê xwe kola li ser birca Praga qedîm. Yek jî, hevalê min Tosinê Reşîd nizanim hûn wî nas dikin?

Belê, baş…

Wî ji min re klamek şandibû, navê kilamê jî “Peyayo” bû. Digot, “Peyayekî tek û tenê derketiye meydanê, dibê ew bûka rû bi xêlî destgirtiya min e…”

Bi rastî jî tek û tenê bûm. Ne hêzek, ne dewletek li pişta min bû. Eger ez amerîkî an jî ewropî bûma wê rewş gelek cuda bûya.

Rehmetiyê Kamuran Bedirxan digot, kurdbûn meslekek gelek zehmet e. Lê, me bi wê zehmetiyê ew daniye ser ser û çavên xwe. Gereke em bawer bikin ku serketin pêkan e, bes mirov bixwaze.