24

 

Xelata herî mezin a Komara Çek ku salê carekî li ser navê Keyserê Bohamyayê Karleyê IV. tê dayîn, îsal dane doktorê kurd ê bi navê Yekta Uzunoglu.

Balkêş e ku ev xelat yekemcar e ji bo biyaniyek tê dayîn. Li gorî agahdariyên bi dest ketine ev xelata bi nirx a Komara Çekê yekemcar e didine xerîbekî, herwisa ew jî akademîsyen, nivîskar, lêkolîner û ekonomîstê kurd Dr. Yekta Uzunoglu ye. Di 01.06.2006 an de wê şahiya xelatdayînê bê lidarxistin û Dr. Uzunoglu xelata xwe ji destê Prof.Dr.Frantiesekê zanistê fîzîkê û têkoşerê demokrasiyê bistîne. Di şahiya xelatdayînê de dê serokkomarê kevin Vaclav Havel û ê nû Vaclav Klaus û gelek kesên wekî zanist û akademîsyen jî amade bin

 

Şahî wê li seraya bi navê Klementiumê ya zanyarî ku di sala 1348 an de ji aliyê Karleyê IV emîn ve hatiye avakirin, bê lidarxistin. Dr. Yekta sipasnameyek pêşkêşî jûrîyê kir û da zanîn ku ew vê xelatê ne weke xelateke ji bo şexsê xwe nemaze xelateke ji bo çanda kurdî qebûl dike.

Uzunoglu kî ye?

Dr.Yekta Uzunoglu (Geylanî) di sala 1953yan de li Farqînê ji dayîk bûye. Di sala 1971 an de ji bo xwendinê çûye Fransayê û li Enstûtiya Turainê zimanê fransî xwediye. Ji 1973 an heta 1979an li Zanîngeha Pragê tiba universal dixwîne. Uzunoglu di salên 1980yî de demekê li Almanyayê dijî û Enstûtîya Kurdî a Bonnê ava dike, paşê dîsa vedigere Komara Çek. Uzunoglu di sala 1991 de li Pragê li kultur Palasê tevî Serokkomarê niha Vaclav Klaus bo başkirina rewşa aborî ya Komara Çekê rêzesemîneran li dar dixe . Di sala 1993 an de Serokkomar Klaus jî di nav de, li gel komek zanyarên aborî ên çekî, pirtûka bi navê „ Perspektîvên Aboriya Komara Çekî „ dinivisîne. Ew di salên 1990 î de li gelek welatên cîhanê beşdarî Konferansên navnetewî ê aboriyê dibe. Uzunoglu zewicandî û bavê du zarokan e.