ymonteuNivîskara navdar a çekî Kluskova bîografyaya doktorê kurd bi navê ‘ Yekta-Monte-Uzunoglu nivisand. Pirtûk li navenda PENa çekî hat danasandin.

Roja berê li Paraga paytexta Komara Çekî, li navenda PENê bi beşdarîya serokê PENa çekî, serokê Carta77, Prof. Janouch, nivîskara pirtûkê Jana Kluskova, gelek nivîskar û siyasetmedarên çekî, heval û dostên Dr. Yekta Uzunogluyî,pirtûkek hat danasandin.

 

Pirtûk ji alîyê nivîskara çekî û ku binivisandina bîografîyan navdar e, Jana Kluskova li ser jiyan û serpêhatîyên Doktorek ‘ kurd ku bi salan e li Pragê dijî û wek çekekî xwe bo hemû pirsgirêkên vî welatî berpirsiyar’ dîtîye hatiye nivisandin.

 

Nivîskar Kluskova di danasandina pirtûkê dibêje jiyana Dr.Yektayî ji a Mîr Monte Krîsto û Alexander Dumas tekuz û girantir e û loma jî wê navê pirtûka xwe; Yekta ‘ Monte’ Uzunoglu – Kurdê ku serê wî nayê tewandin– danîye.

 

Pêşgotina pirtûka ku xebat û şerê Uzunogluyî li Komara Çekî radiweste û gerdelî û kurupsiyona di nava sîstemê de ber bi çav dike, ji alîyê Prof. Prof. Fransek Janouch hatiye nivisandin. Janouch di pêşgotina xwe de weha dinivisîne:

 

Bi xwendina vê pirtuka ku di destê we de ye ta hucreyên dawi yên laşên min hejîyan. Ez ku, hebûna min de ciyê hîssan kêm e, ez ku wek pisporê fizîka atomî jiyana xwe bi hejmaran derbas dikim, bi vê pirtukê hejîyam. Min tu car li ser rewşa demokrasîyê, civaka azad xeyalan nekiribû, dizanibûm ku wê riya me zehmet be. Lê disa jî min tu car texmîn nekir ku bi salan piştî şoreşa me ya qedîfe dikare bûyerên ku di ve pirtûkê de hatine nivisandin di nav dewlete me de rû bidin.

Pirtoka Jana Klusakova a li ser jiyana doktorê kurd, aborînas u nivîskar wê hebûna her kesê dirust û bi namûs behejîne.

 

Prof. Janouch di berdewamîya pêşgotina xwe de dinivisîne:

 

Dr. Uzunoglu wek kesek welatîyê alman dikaribû berya dehsalan bigota;’ çekno rêya we vekiri be !‘ û vegerîya Almanya yan biçûya welatek din. Lê nekir, nerevîya. Bo me, bi me re şerê xwe domand. Em tev qersdarê wî ne.

Doktorê Kurd bo webeya zarokên me di welatê me de jiyana xwe, serê xwe danîbû ortê. Li cîhê ku em goh bidin dengê wî, qêrînên wî , me wi demeki girt avêt zindanan, eşkence, tehde,zilma ku rejîma komunist neanîbû serê me, me anî serê wî. ‘sucê’ doktorê kurd, berpirsiyarîya wî hember webeya welatê me bû. Ne mumkin e ku ev bûyer , bûyera Dreyfusê Emile Zola neyne bira me.

Sala bere wek şana leborinê saziya me xelat da Doktor Uzunoglu, V.Havel li ser şerefa wî qedeha xwe rakir. Lê ev ne têr e, divê serokê komarê V.Klaus û serokê hikumetê ji leborînê xwe jê bixwazin, spasîya wî bikin ku bo aborîya me, bo hiqûq û daletê vi doktorê kurd uzrê bixwazin.

 

ymonteu2