30

Divê ew wê uzurnameya xwe di rojnameyekê de biweşîne û mesrefên dadgehê jî bide.

 

 

 

 

 

Dadgeha herêmî ya Pragê a Çekê, biryar da ku dive fîzîkerê kurd Yekta Uzunoglu ku di meha hezîrana buhurî de ji gumanên fişardan û îşkencekirinê beraat kir, divê uzurxwestinekê û 250 hezar kronan wek telafiya zeraran (qerebû) ji Görkan Gönenê tirk werbigire û ku goya ew bi xwe bûbû mexdûrê Uzunoglu.

Divê Gönen uzurxwestineka nivîskî ji Uzunoglu re verêke ji ber ku wî ew bi krîmîneliyê û rêbirriyê tawanbar kiribû.

Divê ew wê uzurnameya xwe di rojnameyekê de biweşîne û mesrefên dadgehê jî bide.

Dadgehkirina li hember Uzunoglu bi gelek fetl û çivan 13 salan ajotibû.

Gönen îdîa kiribû ku Uzunoglu tevî sê hevalên xwe yÊn din ew revandiye lê daye, ew şelandiye, wêneyên wî yên tazî kêşane, cilên jinikan lê kiriye û di buroyekê de di eylula sala 1994-ê ew girtî hiştiye.

Dadgehakirina dengvedayî sala 1994-ê destpêkir, polis Gönen li buroyeka şirketa Uzunoglu îşkencekirî dît. Li gor dozgêran, gumanbaran ji bo ku li ser hin karên Uzunoglu yên bişik wî bibilînin, Gonen îşkence kiribûn.

Uzunoglu hê ji serî de diyar kir ku ew di hemû îdîayên tawanbariyê de bêguneh e. Gelek kesên binavûdeng li pişt Uzunoglu rawestiyan, piştgiriya wî kirin. Wan welê kir ku siyaset û dadweriya çekî di vê doze de felişî.

Sala 2006-ê Uzunoglu xelata Frantisek Krigel ji ber li berxwederiya camêrane wergirt ku her sal ew ji bal Fonda Charter 77-ê tê dayin.