26

25


D
r.Yekta Uzunoglu roja Pêncşemê (01.06.06), xelata Frantisek-Kriegelê ku yek ji girîngtirîn xelatên Komara Çekî ye, li Praga paytext, bi rêwresmek mezin ya li Qesra Klementinumsê, ji destê serokê jurîyê wergirt. Di rêwresma xelatdanê de li gel serokkomarê kevn ê Komara Çekî Vaclav Havel, arîstokratê navdar Karol Schwarzenberg, alimê Komara Çekî ê mezin, serokê Nadace Charty 77, Prof. Frantisek  Janouch serokê Pena Çekî Jahn Stranîskî, siyasetmedarê almanî Bernhard von Grunenberg, hevalê Dr. Qassemlo Prof. Lersch, keça Dr. Qassemlo Mîna Norlîn, serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho û li dora 200 huermend, sîyasetmedar û dostên Uzunoglu beşdar bûn.  Em wek xebatkarên Lotikxanê birêz Uzunoglu ji dil pîroz dikin û berdewamîya serketina wî dixwazin