Rewşenbîrên Çekî Ji Bo Kurdekî Rabûn Ser Xwe: Em Li Ser Navê Gelê Çek Leborîna Xwe Dixwazin

 

68 kesayetên herî navdar ên Komara Çek di roja Cejna Dewletî de, di roja  89’ ê avakirina Komara Çekoslovakya de, Dr.Yekta Uzunoglu di mala wî de ziyaret kirin û jê re bi navê gelê Çek têksta xwestina lêborîna xwe xwendin. 

Weke tê zanîn, di sala 1994’an, de Dr.Yekta Uzunoglu li ser ixbara ajanê polîsê tirk û çeka Göksel Otan, ku dawî hat tesbîtkirin ku navê wî yê rast Gürkan Gönen e, hat girtin û 2.5 sal di zîndane de ma.

Serokkomarê berê ya Komara Çek Vaclav Havel, ku dinê de wek navdartirîn kesayetê çek tê naskirin,  serokê parêzgehên Çek, Doc. Dr. Vaclav Mandak, Seroke Akademiya Zanyariya Komara Çek Prof. Dr. Pavel Martasek, ku bi doktror Yekta Uzunoglu re di dema xwendekarî de 5 sal di heman odê de mabû, artistê herî navdar ya sînema û şanoyê Vlasta Çramostova bi navê saziya artîstên çek, Dr. Libuse Silhanova seroka Komîta Helsinkî bi navê Komîta Helsinkî, rojnemevan Markus Pape bi navê Qereçiyên Komara Çek, navdartirîn helbestvan Martin Jirous bi navê saziya helbestvanen çek, helbestvan Vaclav Danek cigere seroke PEN a Çek bi navê PENa Çekê, dekanê Zanîngeha Pilsen Dr. Věra Tydlitátová bi navê Cihûyên Komara Çek, Egon T. Lánský hemwelatiyê Çek û Swêdê, Cîgere Serokê Hikumeta salên ku Dr. Uzunoglu hatibû zîndankirin bi navê endamên hikumeta wan salan, Senator Jaromír Stetina bi navê Senatoya Komara Çek, rojnemevanê navdar Jan Rejzek bi navê rojnemevanên Çek, navdartirîn fîlozofê komara Çekê Prof. Jan SOKOL ku 5 sal berê namzetê Serokomariyê bû, bi navê fîlozofen Çek, Sitranbêj Josef Pepa Nos bi navê sitranbêjan, serokê yekîtiya mamosteyan Tomáš Jurčík bi navê saziya xwe, nivîskar Jana Červenková, bi navê yekîtiya nivîskaren Çek, keşeyê navdar ê protestant Jan Zeno Dus bi navê dera Protestanta, Prof. Fr. Janou bi navê saziya ÇARTA 77 ku di sala 1989’an de şoreşa qadîfe pêk anîbû, Prof. Dr. Venek Silhan bi navê saziya aborînasên Komara Çek, Prof. Dr. Otakar Vojtěç, bi navê ulumdarên fîzîkarê atomê, navdartirîn ulumdarê sosyolojiyê Prof. Dr. Jiřina Šiklová bi navê yekîtiya sosyologan, pirtirîn nivîskarê efsanevî Mîlan Jungmann, ku di sala 1968’an de serokê yekîtiya nivîskarên çek bû. ku serê xwe hemberî dagirkirina Soviyetê rakiribû, qeşeyê navdar a dêra Katolik Miloš Rejchrt bi navê Katolikan, serokê mezintirîn waqfa komara Çek Dr. Věra Roubalová, bi navê waqfên xêrxwaz, Dr. Jan Payne bi bi navê yekîtiya doktorên Çek, serokê saziya kameramanên Çek a efsanevî Stanislav Milota ku di sala 1968’an de wek yekemîn kameraman dagirkirina Komara Çek ji alî Soviyet kişandibû, bi navê saziya xwe, Prof. Anna Kareninová, bi navê saziya wergerên çek, Prof. Dr. Viktor Žárský, bi navê saziya kîmyagerên Çek, resamê herî navdar Jiří Oves bi navê saziya xwe û hwd. Ji Dr.Yekta Uzunoglu lêborîna xwe xwestin, ji ber ku di dema ku ew trajedî hatibû serê Dr. Uzunoglu dengê xwe bilind nekirin, bo azadiya wî şer nekirin, hiştin ku ew trajedî di erdê gelê Çek de pêk bê.

 

Dîsa ew kes di nameya xwe ku di mala Dr.Uzunoglu de xwendin, Serok Komarê îro Vaclav Klaus tawanbar dikin ku di wê roja cejnê de, ew wek ser komar lêborînê ji Dr. Uzunoglu wek serokê dewletê nexwest .

Nameya lêborînê di tevekê Çapa Çek de bû sernivîs û hate weşandin. 2 saet piştî weşandinê, Ser komarê Çekê bersivek fermî da.

 

Bersiva Serokomar Vaclav Klaus ne tenê kesayetên navdarê gelê Çek dan, lê wusa jî bi rêya dîplomatîk Cîgirê Serokê Senatoyê ku dema xwe de Serok Wezîr û serokê Senato bû, da û bi namekî vekirî lêborîna xwe hem wek şexs û hem jî wek cîgirê Senatoyê ji Dr.Uzunoglu xwest.

 

Di dîroka Komara Çek de, ev cara yekemîn e ku gel bi vê cureyê dijî Serok Komarê xwe derdikeve û dibejin „ ger tu nekî em wek gel dikin, em vê bêedebiyê qebûl nakin, nahêlin ku navê gelê me wek celad were bîranîn.  Ev bûyer jî ji bo Kurdekî dibe (Zarathustra News).