KURDEK XELATGIRTÎ / M. Şefîq ONCU

Helbet em zanin dewlet jî ji alîyê însanan tên birêvebir û her însan bi hestê xwe bi bîranîn, peyvendî û jiyana xwe ya teybet însan e û ev xusûsîyet dikarin tesîrek mezin li siyaseta dewlatan jî bikin.
Serokê Kongreya Cihûyan Nahum Goldmann jibo fikir û ramanên rayedarên DYAyê di derbarê damezrandina dewletek Cihûyan fam bike, tevî şandeyekê diçe Dewletên Yekgirtî ên Amerîkayê. Ew di bîranînê xwe de dibêje ew hefteyekê li Washingtonê mane lê wan kesekî ku amade be bi wan re rûnê, peyda ne kirîye.

Paşê hevalek wî ku wan bi hev re li Zanîngeha Frankfurtê xwendîye, hatîye hewara wî û derîyê razîkirina DYAyê bo damezrandina dewletek Cihûyan weha li ber wan vebûye.

 

Roja yekê Hezîranê li paytexta Komara Çekî merasimeka xelatdanekê hebû ku ji çavan dûr lê gellek manîdar bû. Kurdekî ku bi salan ji Kurdan dûr ketibû an jî xwe ji Kurdan dûr xistibû li xerîbîyê li navnedeka Ewropayê xelatek girîng a wî welatî distend lê haya me Kurdan jê nîn bû. Di merasima xelatdana vî Kurdî de bi sedan pispor, alim, zilamdewlet, siyasetmedar, navdar, hunermend û rewşenbirên ewropî amade bûn, lê em Kurd di rojek weha de ne li gel birayekî xwe bûn. Ev Kurd Dr. Yekta Uzunoglu bû û jiber xebat û biryardayîya xwe bo mafên mirovan û demokrasîyê û xizmeta bo pêşdaxistina aborîya Komara Çekî ji alîyê Jurîya xelata Frantisek-Kriegelê, bo vê xelatê layiq hatibû dîtin.

 

Naskirina min û ya Uzunogluyî bi rêya Internetê bi saya paşnavê min çêbû bû. Herçiqas ez ne ji wê malbata ku wî weha texmîn dikir ku ez jê me jî êdî peyvendîyên me dest pê kiribûn. Teqrîben salek di ser maila wî ya pêşî de derbasbibû ku xebera xelatwergirtina wî hat. Wî min bo merasima xelatdanê dawet kir, min jî bê teredut qebûl kir û ez çûm.

 

Merasim li dêra Qesra Klementinumsa ku ji alîyê Qralê Bohemyayê, Karlê IV.an hatibû avakirin û niha weka Zanîngehê dihate bikaranîn, pêk hat. Salon gellek delal, stûnên wê ji mermer û bi risiman xemilandî bû. Xwedîyê xelatê pêşwazîyek nazik û germ li me kir. Me û  hemû mêvanên xwe yeko yeko bi hev da nas kirin. Lazime bê gotin, min heta niha Kurdek ku ewqas nas û dostên wî ên ewropî û paye bilind hene, nas nekirîye.

 

Ji nava mêvanên hilbijartî ên ku derfeta em bi hev re sohbet bikin çêbû, keça Dr. Qassomlo, Mîna Norlin, hevalê Dr. Qassemlo ê bi hev re di wargeha xwendekaran de mabûn, Prof. Karel Jesch, Bernhard von Grunenberg û Prof. Frantisek Janouch (bavê nivîskara swêdî Katerina Janouch e) bûn.

 

Esaleta Mîna Norlinê her xuya bû lê heyf e ku bi kurdî nizanibû. Ew û zilamê xwe ê swêdî Jorg bi hev re hatibûn. Norlîn jî paşnavê zilamê wê ye.

 

Prof. Jesch digot wî kesekî din ku bi qasî Qassemlo ewqas zû fêrî zimanê çekî bû nas ne kirîye. Dîsa wî digot Qessemlo di demek kurt de bo xwendekaran bûye serokek nehilbijartî.

 

Çîroka malbata von Grunenberg û Prof. Janouch ku bi eslê xwe Cihûyê Swêdê ye, bi qasî hev trajedîk bûne. Jiber bavê Grunenbergi alîkarê Hitler bûye ji alîyê Rusan hatiye girtin û li girava Gulakê girtî maye. Dîya wî jî bi pênc zarokan û bi halekî ji welatekî Ewropayê revîyaye welatekî din, li Ewropayê bicîh û war nebûye paşê jî çûye Amerîkayê lê wê jî hatîye girtin. Dê û Bavên Janouchî jî li kampên Nazîyan girtî mane.

 

Bêguman mumkin e di nava beşdaran de kesên ku çîroka wan balkêştir jî hebûne. Lê derfeta ku em karibin sohbetek dirêj bi hev re bikin bi van şexsîyetan re çêbû. Dîsa beşdarbûna Senator Karol Schwarzenbergê ku erd û milkê malbata wî di nava sê welatan de hatiye parvekirin û serokkomarê kevn ê Komara Çekî Vaclav Havel manîdar bû.

 

Kurdekî di huzûra ewqas beşdarên li welatên xwe navdar, xelatek sitend. Xelatdanan û herweha gotarvanan Kurdayetîya wî derxistin pêş.

 

Ez bi xwe, bi xelatgirtina wî jî bi merasima xelatgirtinê jî serbilind bûm. Bi hêvîya xelatgirên Kurd her zêde bibin. Ev Kurd ê rojekê bi qasî rêxistinekê bikêrî erk û armancên Kurdayetîyê bên.

QASÎ_DIZANIM
qasi-dizanim@netkurd.com