31

Konferansa hevbeş a Penên Kurd û Çekî li Pragê di navbera 27 û 29-ê Nisanê pêk hat. Di Konferansê de perpirs û endamên herdu Penan û herweha nivisakrên Kurd û Çekî jî başdar bûn.

 

 

 

 

 

Konferansa hevbeş a Pena Kurd û Pena Çekî li peytaxta Komara Çekî, Pragê bi hevkarîya Komela Kurdê a Çekê û Dr. Yekta Uzunoglu di navbera 27 û 29ê Nisanê de pêk hat.

Konferans bi axaftinên helbestvanê çekî ê bi navûdeng Vaclav Danke û serokê Pena Kurd Dr.Zerdeşt Haco  dest pê kir. Di Konferansê de 25 niviskarên kurd ji welatên cuda ê Ewropayê her wusa ji Kurdistana azad jî şandeyek ji niviskaran amade bûn.

Di roja duyem ya Kinferansê de endamê Pena Çekî fîlozofê navdar Ivan Klima gotarek li ser “zimanên qedexe” pêşkêşî Konferansê kir. Klima di gotara xwe de li ser  rewşa zimanê çekî di destpêka sedsala 20î de rawestîya û got, di sal 1906an de li Pragê tenê ji %10 kesî zimanê çekî ên din jî zimanê almanî bikar tanin. Dîsa wî di gotara xwe de zilm û zordarîya Împaratorîya Avusturî bi mînakan berbiçav kir.

Seroka Pena Kurd Haco di gotare xwe de li ser felsefa Zerdeşt, li ser nave şandeya Kurdistana başûr jî Dr. A. Nakşîbend jî li ser pêşketinên çanda kurdî li Kurdistana azad rawestîya.

Di  dawîya Konferansê de Helbestên helbestvanê çekî ê navdar Vaclav Danek bi kurdî û herweha helbestên Ahmedê Xanî, Goran û Ahmed Arif jî bi çekî hatin xwendin.

Berpirsên herdu Penan biryar sitendin ku danûsitendinên xwe bidomînin û di pêşerojê de Konferansekê li Kurdistan başûr li dar xin.

Di roja dawî ya Konferansê de Dr. Yekta Uzunoglu mazubantîya beşdaran kir û Konferans bi şahîyekê bi dawî bû.