Di êvareke reş û tarî de, şeveke sar, 21.1.2014, li ber guve guva bayê kur, li ser banan û bi dengê kekê Mehmûdê mella Ebdulla(Begik), li ser telefonê, min nûçeya koç kirina te ya dawî bihîst !!!! Erê ev nûçe ne ji nişkave bû, lê gotin alîkariyê nakin, û têrê nakin ko ez bêjim bê çiqasî ev nûçe bi min giran, tal, û nexweş bû !!!!
Min zanî bû ko wê nexweşîya dijwar û dirinde, pencên xwe yên çepel û qirêj, di bedena te de, kûr çikandine, lê mane, keko, çi cara ko em bi hev re diştexilîn, te digot ez ji nexweşîyê natirsim, ezê zora wê bibim, ma tu min nas nakî qey ??!! …… 
Ma çawa ez te nasnakim, keko, berê bi Xwedê ez baş te nasdikim; ma ne tu ew mêr û mêrxasî ku çavên te ji tiştekî ne dişkestin, di rojên gelekî zehmet û dijwar de, te xwe nedaye paş, her û her tu li pêş bû, di gel wan hemû zor û zehmetî,wan hemû asteng û kelemên ku hebûn, te rê ya xebata xwe bernedida ……
Tu ew mirovê hevalê hevalê xwe bû, hevaltî û biratiya te bi rast û ronî bû, ji dil û can bû; û ji bo dost û hevalê xwe, çi ji te dihat, te ne dida paş, loma herdem tu xwediyê ciwanmêriyê, qenciyê, û danê bû; qencî û dana te jî bê beramber bû; ma ne, keko, mirovên wilo gelek kêm tên peyda kirin û ti carî nayên jibîrkirin jî, cihê xwe di dilê mero de kûr û asê çêdikin, û heya heya tê de dimînin ……
Ma îcar, ez û malbata xwe, kengî em te jibîrdikin, keko ??!! Bi Xwedê, heya ku em hebin em te jibîrnakin, emê her dem jî çavên xwe li te bigerînin, li her derê bajarê Amedê emê li te bigerin, emê te li her derê li bajêr bibînin û wê wêneyên te, li ser seranserî dîwar û bircên Sûrê, wilo rêzkirî, li ber çavên me bin …… 
Çi gava ku ew bayê çiyayê Hezarê, yê hênik û xweş, rabe, bilebite, û bihêle ku pêlên ava gola Hezarê li hev kevin, tê li bîra me bî; û her ku ew pêl bêtir xurt û bilind bibin, wê bêtir bîranînên me û te, yên me û malbata te, tevrakin û nûjen bikin, wê weke rêze filmekî bînin ber çavên me, hemûkan rêz bi rêz, xelek bi xelek di ber çavên me re derbas bikin …
Ma eger em deriyê wan bîranînan, hemûkan, vekin, emê te li ku bibînin gelo ??!! Emê te li Geliyê Madenê bibînin, li ber wan kaniyên di devê rê de?? Li derdora çiya û gola Hezarê? Li Alezîzê û li sûka wêyî sergirtî, emê te bibînin? Yan li Xarpûtê, li ber keleha wê ya kevnare, û di nav rûpelên tarîxa Ûrarto de? Lli cem wan şikeftên qeşa girtî û bê binî?? Li ser Beraja Kebanê?? Gelo emê li ser sûlava ((Ala Balik çirçir şelalesi)), te bibînin ?….
Yan li Farqînê? Li ser Pira Mala Badê? Li cem Ziyareta Weysilqerenî? Li wî Geliyê Bedlîsê, û li ber wan kanîyên av xweş û qerisî ? Yan li bajarê Bedlîsê bi xwe, emê te bibînin, da em bi hev re hinek (Parêv) bixwin ? Gelo li Tetwanê, li ser çiyayên Nemrûd, di wan rêyên gelek kûr, teng, û bi tirs de?! Yan li ber wan golên bi ava germ û sar li cem hev, û di navbera wan çiyayan de, emê te bibînin ? …
Yan jî li Exlatê, ku gerek em li ber pala çiyayê Sîpanê bisekinin, di germa havînî de, belkî em te di nav belekên berfê de, ku hîna li serê wî çiyayî xuyadikin, em te bibînin? Li dora Adilcewazê, Ercîşê, û li nava bajarê Wanê? Li ser keleha Ûrarto, yan di nava gola Wanê de? Gelo li Dêra Axtemarê, yan li Gewaşê? Yan li Sasonê, li nav wan çiyayên hawîrdor, emê te bibînin ?…
Gelo em herin deşta Qereşdaxê, da em te bibînin û li germava çermûkê, yan li Siwêrekê, li Ruhayê, li Adiyemanê, li Kexta, li ser Pira Cenderê, û li deşta Semsûrê?  Belkî divê em herin ser çiyayê Nemrûd, û berî rojhilat, em li ber peykerên wî, li ber gora wî bisekenin, û berê xwe bidin rojê, gava ko nuh ji nav çiyayên Toros û di ser çemê Ferat re, tîrêjên xwe belav dike û bi gelek reng û haweyan derdikeve û dileyize, da em te bi wê re bibînin?…
Gelo em berê xwe bidin bajarê Dêrsimê, belkî em te li wir bibînin? Yan em têkevin geliyê Munzirê, yê gelekî teng, asê û dirêj, û eger li wan deran refin kewan ji ber me rabûn, firiyan, ma tê di nava wan de bî gelo? Yan belkî em te li wê ( Deşta Biçûk), li (Ovacik)ê te bibînin?…
Yan em herin serê çemê Munzirê, li serê kaniyê, ango li serê wan kaniyên ku ji binê wan çiyayan derdikevin, dipijiqin, bi xume xum û bi hawar ber bi jêr de dibezin? Emê te li wir bibînin gelo? Ma ne divê em li nava wan kaniyan çend mûman vêxînin û bi rêz û bi hurmet kêlîkekê bê deng, li ser giyanê te yê pak rawestin? û em li wê derê qurbanekê ji bo te serjêbikin, û xwarinekê bidin çêkirin, li ser wan texte maseyan rêz bikin, da herkes jê bixwe …
Ma eger ji wê derê em berê xwe bidin çewlikê (Bîngolê), ma emê, li ser germava wê, te nebînin ?? Yan em herin Pertekê, li gemiyê siwarên, di ber keleha wê ya ku di nav ava beraja Kebanê de maye re, em derbas bibin, ma emê te nebînin ko va ye tu li ser serê kelehê rûniştiyî, li hêviya me mayî ? ….
Bê gumane ku emê te li van deran hemûkan bibînin, lê di dawiyê de emê polî poşman, serî diber de, û dil şikestî, vegerin malê, ji ber ku emê ji nişkave li xwe hay bibin ku tu ne dinav me de yî, ne li pêş me dimeşî, emê nuh li xwe hay bibin ku me tu winda kiriye, tu ji destê me çûyî; êdî em nema karin li hev bicivin û bi dîtina hev gelekî şa û kêf xweş bibin!! …
Tiştekî din jî, weke kulekê, ku di dilê me de maye, ew kul ew bû, ku di vê nexweşiya te de, di wê berxwedan û kêferata te ya qehremanane de, li himber wê Penceşêra dirinde, me nikarî bû em tiştekî ji te re bikin!!
Lê, xweş bawer be û di gora xwe de rehet razê, em ti carî te jibîrnakin û heya ku em hebin em te jibîrnakin, tê her û her di nîvê dilê me de bî, ey Erdînç!! ……
Birayê te yê dilsoj

Cemîl Îbrahîm

Qamişlo 23.1.2014