Ev kûlam ji alî pismamê dayka’m Felemez de ku gundê Dêrûn ( Farqîn) da dîjîya , li sala 1975 sitirîye. Ev 44 salin li arşîvê min de bû ! Ev perçekî ji dewlemendîya çanda me ye. Min xwest piştê 44 salan bi we re parve bikim ku hûndanebe !
Were Cînar
Ax were cînar were cînar were cînar were cînar were cînar
Were cînar were cînar were cînar were cînar xayînê li min
Lêlê cînar qamê îşev şeva Leyletu’l-Qedirê
Qîza malmîratan dîkê serê sibê min û cînara’m bang da bidil û sebir
Ax were cînar were cînar ax were cînar bêmalê li min…
Hayy hayy hay hay…
Lêlê cînar qamê îşev şeva Leyletu’l-Qedirê
Qîza malmîrata dîkê serê sibê min û cînara’m bang da bi dil û sebir
Ax were cînar were cînar bêmalê li min
Ax were cînar were cînar were cînar xayînê li min…
Lê lê cînar qamê Malabadê wê da wî dî pir e
Qîza mal mîrata ava Bêlecûga xopan tê û dibihire
Wey gûndîno malîno mêrê cînara’m malikmîrat
Wele nedimiro lê ne berdide
Ax were cînar were cînar ax were cînar bêsozê li min
Lê lê cînar qame çiqa ne teyir û bêrê li esîmana meymene
Qîza malmîrata temamê bi şûşeno lê çavlembe ne
Wey bê malê çiqa hene şêx û hecî sofî melê vî zemanî
Temam serê sibê berê wan ê ber qible dikin du rik’et sinet limêja sibê
Wele temam diaciyê min û te ne
Ax were cînar were cînar ax were cînar bêhêqîqatê li min
Leave A Comment