Ev kûlamê navdar li sala 1975 hatîye stiirandin û tomarkirin. Ev 44 salin li arşîvê min de ye ! Ev dewlemendîya çanda me ye. Min xwest piştê 44 salan bi we re parve bikim ku hûndanebe !
Mala Cemîl Paşa
Weyla mîro weyla mîro weyla mîroo weyla mîro wey dinyayê
Wî felekê xayînê ez ê bala xwe didimê hisa torinê Mala Cemîl Begê nayê li Dîyarbekira şewitî alvêgra Ahmedê li qaw avê serayê mîrê mi mîrê mi mîrê mi mîrê mi
Ax de feleka me xayinee me dixapîne lo mîro li pêy me lo mîrê mi nayê lo mîro oy oy oy
Lo lo mîro qurban digo ez e çû me Diyarbekira şewitî bira bişewite lê li kaşo oy oy oy maşa
Lo lo Bego qurban wez ê çû me Dîyarbekira şewitî bira bişewite lê li aşooo oy oy oy oy ma şa
Lo lo Bego qurba qurba wez ê çû me Qerejdaxa xopan hûn ê binerin li aş û medrevê Mala Cemîl Paşa
Wez ê çû me Elîpara xopan hûn ê binerin gov gohara sintê raşaa
Bira kula Xwedê bi kul be têkeve devê derê Xazî Mûstafa Kemal Paşa ew ê çawa deranîyê fermana serê ax me şêxa û melan û van kurdan e
Mîrê mîrê mîrê mîrê mîrê mîrê mi ax de mîrê mi ferman e, de begê mi ferman e, de bi Xwedê fermana serê me kurdan e
De fermana serê me hatîye ji Enqarê ji meclîsa mub’ûsîyan e
De lo lo lo mîro wez ê çû me Dîyarbekira şewitî wez ê wez ê bala xwe didimê Isa Ekrem Begê Mala Cemîl Paşa ax nayê li Dîyarbekira şewitî mêrga Ehmedê li qaw avêt lo lo mîrê min vê serayê mîrêêm
Lo lo mîro qurba wez ê çû me Dîyarbekira şewitîî bira bişewite lê bavo oy oy oy kanî
Lo lo Bego qurba wez ê çû me Dîyarbekra şewitî bira bişewite lê bavoo oy oy oy kanî
Bira kula Xwedê bi kul be têkeve devê derê meb’ûsê miclîsa Enqerê Mûstafa Kemal Îsmet wî berazî
Ew ê çawa rabûn rayên mişewreka giran li hev datanîn
Digo wele çend serê rabûne ji kurdan e
Kanî em ê çawa winda bikin serê wan e
Ew ê kaxed li ser kaxetê dişandin Yedincî Qolordîyaa Dîyarbekir
Gava kaxit dikete destê Yedincî Qolordî û Qumandanî
Ew ê emir tebrîqî kûçikê qomserî û polîsa dikir digot hûn ê de bidin ser Mala Cemîl Begê Xwedê Ekrem Begê Mîrê Zirav fermana serê wan ê hatîye hûn ê wan bernedî nîvê şevê …
Mîrê mîrê mîrê mîrê mîrê mîrê mîrê mîrê mîrê mi de mîrê mi ferman e, Begê mi ferman e, de vîya fermana serê me kurdan e
Fermana serê me yê ravîye ji Enqarê ji meclîsê meb’ûsan e
De bi Xwedê mirê mi fermana serê me hatîye tu caaa lo wa nabe
Ax weylo mîroo weylo mîro wey dinyayê de felekê xayînê wez ê bala xwe didimê hisa Mala Cemîl Begê Mîrê Zirav nayê ax Dîyarbekra Şewitî li Mêrga Ehmedê Mîrêm qawayêê lo vê serayêê mîro oyoy
Lo lo mîro qurba wez ê çû me Dîyarbekra Şewitî ti yê binêre hewro oy oy bîne
Lo lo Bego qurba wez ê çû me Dîyarbekra Şewitî bira bişewite bihewro oy oy bîne.
Wele bila kula Xwedê bi kul be têkeve devê derê meclîsê Enqarê ji meb’ûsa yek nemîne
Têkeve devê derê Îsmet Paşaa Kemal û Siltanî wê çawa deranîye fermana serê şêxan û mela ax Mala Cemîl Paaşa
Wele digot Mihemed Begê Mîrê Mala Cemîl Paşa ew ê rabibe gelî Mala Cemîl Paşa bi Xwedê rabin min ê tişkî seh kirîye
Lo lo mal neketiyo Xwedê fermana serê me hatîye ji Enqerê hûn ê rabin em ê bi çeplê çûlûq û çûcûq sebî û şîfşanê xubreeevînin
Wele Mala Cemîl Paşa hûn ê jê jî bawer nekir go mal neketo li bîra te nayê
Roja Xazî Mûstefa Kemal dihat Dîyarbekirê rûdinişt, Xazî koçkê vê li dorê bûn hemû Mala Cemîl Paşa bûn
Hûn ê nizanim bona me tiştek tu nîne
De digo bira Mala we xira be hûn nizanin mêr tê romê ti bext û namûs û xîreta wî ti nîne
De bi Xwedê fermana serê me hatîye li dinyayê xelasbûna me ti nîne.
Ax weyla mîro weyla mîro wey dinyayêê
De felekê xayînê wez ê bala xwe didimê hisa Mala Cemîl Begê Mîrê Zirav nayê li Dîyarbekira şewitî ax Mêrga Ahmedê Qawa vê serayê mîrê lo mîrê mi nayêê lo mîro hayy hayy
Leave A Comment