Kulamekî ji Farqînê ,Ev kûlam li sala 1975 hatîye stiirandin û tomarkirin. Ev 44 salin li arşîvê min de ye ! Ev dewlemendîya çanda me ye. Min xwest piştê 44 salan bi we re parve bikim ku hûndanebe !

Ehmed Axa û Eyşê
Ax ayyyy erê go Ehmed Axayo digo lê lê Eyşê marûmê buhar eee
Di malê me yê danîne li zozanê sêgira li zozanê vê Farqînêêê
Wî de lê lê lê Eyşê marûmê bejna te Eyşanê zirav e
Ji miranî bînanî mûm û fina meşal û çirayi
Lê lê mal neketê minê bi çavê serê xwe dîtîye
Lawê Derwêş Begê pez xwar kiriye ser bênderaaayoo
Ma wî yê suretê te yê sor û spî nava dergala da daye ber gez û ramîsana
Wî de tobe de tobe eyy,
Wî de Eyşê bi Xudê toba ber mirinê qebûl nabê
Lê lê malikneketê saetek maye fermanek serê te Eyşanê
Li cem mi rabe lê ser singê teyê wera qirmînê qirman û şûra be
Wî de Eyşê de rabe de ti yê sermîyana konê mezinîî
De lê lê malikneketê têy çawa konê min ji nava kona da alîî.
De wê ez ê çi kim ti yê jineka xweşika rinda pir delal îî
Destê min ê ji rindî yû dilberîya te nabe Eyşê de rabê eyy
Di go were Eyşê di go lo lo Ehmed Axayoo malikneketo
Min go bihar e malê me danîne li zozanê Sêgira li şûna ava maraa.
De lo lo malikneketo Xudê bejina min Eyşanê zirav e, ji te ra bînanî mûm û fina meşel û çiraa .
Lo lo malneketo ti yê werê min ne kuje efu kê ji kîsê Xudê û Pêxembera
De ti yê were min Eyşanê efu bike lawê Derwêş Begê bigre bîne bike şivanê van kaviray
Heyanî ku ez sax im ew sax be lê dewrana darê dunyayê de ew ê bêje keko wezê bêjim xuşkê
bira li mi tobe ey ey ey wî de tobe wey dep Xudê ber mirinê qebul nabê
Seetek ma ye fermanê serê te yê li cem mi rabe li ser singê te ye were qirmînê qirman û şûra be
Eyşê de rabe de ez ê çilgirtîyê jineka rinda pir delalî destê minê ji rindî yû dîlberîya te nabe
Eyşê de rabee…
Di go were Meyrem Xatunê di go lo lo Ehmed Axayoo
Malikneketo ti yê werê wusa neke Eyşê nekuje
Eyşê jineka rinda xweşika pir delaleee…
De lo lo malikneketo ti yê cotê guliyê Eyşê jê ke
Şareke reş li Eyşe ke telaqê Eyşê di destê Eyşe ke
Eyşê ber mala bavê wê ve rê ke
Di go were wa Ehmed Axayo di go lê lê Meyrem Xatunê welle nabe bille nabe
Bira bi Quran û kitêbê ser çokê şêxan û mela be
De tiştê ku meruv çavê serê xwe dîtibe bike neke dilê meruva nade
Saete maye fermanê serê Eyşê li cem mi rabe.
Wîy de bi Xudê gava ku ez ê sibê cotê guliyê Eyşê jê kim
Şareke reş li Eyşê kim di telaqê Eyşê di destê kim
Wê ber mala bavê we rêkim
Lê lê malikneketê wê herê nava xelkê da mêrekî bike
De wezê bikim nekim serê minê di nava xelkê da bilind nabee
Wî de Eyşe de rabe ey eyyy e ranebîye de rabe ti yê sermîyana ber konê mezinî.
De tê çawa konê min ji nava kona danî Eyşê de rabee…
Di go wa Ehmed Axayo destê xwe avêt qerta xençerê ooyy
Wî bi cerndekê Eyşê girt û avêt ser derê ooyy.
Wî go Eyşê de rabee, ranebîyê de rabe de ti yê sermîyana konê mezin î.
De lê lê malik neketê
Te yê çawa konê min ji nava kona da alê(î) Eyşê de rabee hayyyy.