Ey felek bo te dinalim;

Bo çi nêrgiz çilmisîn?

Ew çima bextê me ho ye?

Em bê dost û bêkes in.

Gava ku di ciwantiya xwe de me ev rêzikên ku ayidî Dr.Bedirhan Sindî ne û ji aliyê M. Şêxo ve ji bo stranê hatî veguhestin dibihîstin, meriv dikare bêje ku ji 7 saliyan heta 70 saliyan kê dibihîst bi ber keseran diket û digiriya.

Ev yek bi salan jî her wisa ma.

Neteweya kurd piştî her qirkirin, êş û bobelatên bê dawî xêjî gotin û nameyên vê stranê ne xwediyê ti alternatîfan bû û ji ber vê yekê her bang li “Felek”ê dikir. Kurd ew ên ku bê dost û bê kes xwe bi êgir werdikirî bûn.

Piştî giştpirsiya meha îlona borî ya ku li başûrê Kurdistanê pêk hatî ku wê navajoya neteweya kurd a jiyan û berxwedanê nîşan dida û di rojên bi depresyona “tenêmayîn”ê de di Televîzyona Zagrosê de me bi dengê jineke kurd a stranbêj ev strana bihîst. Ev strana her kesên ku bi êş ên ku li ser medyaya civakî parvedikirî bû û vê stranê gelê kurd ê ku di her dera hebûna xwe de birîndarî dihewand, di nav hêsiran de dihîşt.

Lê vê care weke ku di dîrokê de her diqewimî sedem ne tenêmayîna digel qederê û bê dostî bû.

Tekane berpirsên tenêmayîn û bê dostiya kurdan a piştî giştpirsiyê siyasetmedarên kurd in.

Piştî 1980’î felekê da ku kurd bikaribin qedera xwe diyar bikin û dewleta xwe ya netewî ava bikin gelek fersendên ku nedane ti neteweyên din di siniya zêrîn de pêşkeşî kurdan kir.

Di 1980’î de mezintirîn dewleta herêmî ya Şah “di rojekê de” rûxiya û felekê Kurdistana rojhilat di siniyeke zêrîn de pêşkeşî kurdan kir.

Piştî çend mehan, di navbera Îran û Iraqê de şerekî 8 salî qewimî û van her du dagirkerên Kurdistanê xêjî çekên atomî her cûre çekên nû li hemberî hev bi kar anîn û wê çaxê him li Kurdistana rojhilat û him jî li Kurdistana başûr yên serdest kurd bûn.  Kurdên Kurdistana rojhilat her cûre alîkarî ji Bexdayê werdigirintin û ya başûr jî ji Tehranê werdigirt.

Digel ku wan diviya ev çekana li hemberî dijminan bi kar bianiyana. Lê wan ew çek li hemberî hev bi kar anîn û di dîrokê de birakujiyên herî mezin di wê heyamê de dest pê kirin. 

Felekê em ne bi tenê ne jî bê dost hiştibûn. Sûc ne yê felekê bû. Yê me bi xwe bû. Li ber çavên dinyayê yên ku em ji dijminan xedartir dikûştî dîsa em bi xwe bûn.

Feleka belengaz ma îdî bo Kurdan dikarî çi bike?

Vê tevkujiyê an jî birakujiyê heta salan 1991’an ango heta dijmin em bi hev hîn xedartir dane kuştin berdewam kir.  Di 1991’an de felekê digel ku ti ked û hewla me tune bû dîsa di siniya zêrîn de di herêmeke biçûk a welatê me de roja jiyanê bi saya Emerîkayê û bi dehan hêzên hevpeymaniyê da me. 

Lê me çi kir?

Me di bin wê tavê de, li ser parçeyekî erdê Kurdistanê, li pêş çavên kesên ku em bi moderntirîn çekan diparastin, da ku em birayên xwe bêhtir bikujin bi pêşengiya leşkerên Sedam rê vekir. Yên din jî rê li pêş pasdaranên Îranê rê vekirin.

Dibe ku felekê gava ku li jor li me nihêrî û rewşa me dît li me nelet barandine. Ji ber ku felekê hêzên herî mezin ên diyayê weke dost ji me re şandin. Lê me weke serdestên herî xedar ên herêmê me kêr dida qirika hev. 

Lê felekê dîsa gunehê xwe bi me anî. Wê da ku birayên kêr dayî qirikên hev rawestînê dewleta herî mezin dilbirehm kir û birayên dijmin yanî em li hev aşt kirin û ji bo ku careke din em bi çekên dijminan êrişî hev nekin bang li kamera û televîzyonên dinyayê kir. Bi wê xwest ku birakujiya bi hezar kîlometreyan dûrî Waşîngtonê bi delîl bike û bêje: “ Vaye we li ber çavên dinyayê tev dest da hev. Dinya êdî şahid e. Qet nebe êdî xwînxwarîya xwe ya xwîna birayan veşêrin.”

Di sala 2003’yan de dîsa felekê dilovaniya xwe ya ku nîşanî ti candaran nedaye, nîşanî kurdan da û careke din tevahiya xenîmetên heyî di siniya zêrîn de pêşkeş kir û herwiha parçeyekî din ê mezin ê Kurdistanê jî di nav de… da ku kurd bihuşta xwe ava bikin.

Felekê ev xenîmetana da ku bira, bi birayên xwe re parvebikin û wan ji xulamtiyê, ji zilmê, ji tevkujiyê biparêzin dabû. Lê me çi kir? Hinekên ji me dijminên xwe li xwe kirin dost û qedera me dan destên dijminan, hinekên din jî bi hinek dijminên me yên din ev kirin.

Li rojava hinekên me gava ku zarokên me li hemberî DAIŞ’a hov şer dikirin û şehîd dibûn nedihiştin ku bavê wan zarokên ku temenê xwe ji bo doza kurd têrxan kirî biçin ser cenazeyên xwe. Hinekên me yên din jî nedihiştin ku ji bo birayên me yên li rojhilatê Kurdistanê tên darvekirin li Silêmaniyê protestoyek were lidarxistin.

Me birayên xwe yên ku ji rojhilat reviyayî û hatî başûra ku bi destê Emerîkayê hatî azadkirin 25 salan mecbûrkirin ku di kampan de bijîn. Lê wê gavê em jî li cîpên Land Cruiser Monika siwar dibûn, me li qeraxê gola Xezarê tetîlên bi hawyar dikirin, li Stenbolê, li Antalyayê li dîsko û baran şad dibûn em.

Giştpirsî gihişt. Felekê dîsa ji bo kurdên Vladivostokê bigirin, heta yên Californiayê, piştî sedsaleke tuje êş û elem di siniya zêrîn de xenîmeta azadiyê anî.

Di hundir şevekê de yên ku doh digotin “Kerkûk Qûdsa Kurdistanê ye, em ê ji bo Kerkûkê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer bikin.” Kerkûka ku hatî azadkirin tevî peykerê pêşmergeyê ku nîşaneya serhildan û egidîyê ye bêyî ku guleyekê biavêjin ji dijmin re hiştin û paş ve vekişiyan.

Bila felek hîn çi bikebo Kurdan ?

Eger Dr. Bedixan Sindî îro ev hemû bidîtana wê ev helbeta xwe wisa bihûnanda:

Ey felek bo te dinalim;

Bo çi nêrgiz çilmisîn?

Ew çima bextê me ho ye?

Em ewaqa  birakuj in?