Gabar Çiyan

Vaclav Danek li Ewropa Navîn ji awira nîvîsên edebî ve, bi taybetî nîvîsîna gazel, dîwan û destanan ve pisporekî mezin e. Ew edebiyata gelên li Rojhilata Navîn baş nas dike û şêweyê nîvîsîna li wan welatan têkilî xebatên xwe dike û bi yekê pirekê di navbêra edebiyatên cewaz de ava dike. Wî beşek ji Mem û Zîn, helbestên Goran, Hejar û Ahmed Arîf wergerandibû zimanê çekî. Piştî salên 90 î, bi guhertina rejîma komunîst, li PEN a Çekê naveneda Huneriya Gelerî saz kir. Danek 75 salî ye û niha karbidestê hejmarek saziyên çandî ye, aktîf kar dike.

Vaclav Danek, dostê kurda ye. Edebiyata kurdî ji nêz ve nas dike. Wî çend roj berê jiyana kurdekî li sirgonê, a aborînasê kurd Dr. Yekta Uzunoğlu kir destan. Destan di vê hefteyê de dê di Kovara U2 ya edebî de bê weşandin. Di hefteyê pêş de dê di radyoya netewî ya Çekê de bê weşandin. Projeya ku weke pirtûk çap bibe, ber bi dawiya salê ve dê pêk were.

Dr. Uzunoğlu di sala 1953 de li Farqînê hatiye dinyê. 1971 ji bo xwendina bilind tê Fransayê. Li wir zimanê fransî dixwîne. 1973 de tê Pragê. Piştî xwendina tendurustiyê, dibe doktor û di 1980 de di gel hejmarek doktor li Kurdistanê dixebite. Piştre tê Almanya. Li wir di avakirina Enstituya Kurdî a Parîsê û Enstîtuya Kurdî a Bonnê rolên berbiçav hildigre ser milê xwe. Paşê vedigere Pragê. Dr. Yekta di saxiya şehîdê nemir hêja Evdirehman Qasimlo de jê dersên aborî digirt. Paşê li ser makro ekonomî xebitî, li ser zaniyariya aboriyê kur bû. 1993 de li gel Serekomarê Çekê Veclav Klaus û hejmarek ekonomîstên wir, li ser bingeha berhema xwe bi navê “Perspektîvên Aboriya komara Çekî“ xebatên aboriyê dikin. Ji ber komployekê di sala 1994 de tê girtin. Ew di sala1997 de azad dibe. Di sala 2006 de xelata Frantisek-Krigelê girtiye. Dr. Yekta zewiciye, du zarokên wî hene û li Komara Çekê dijî.
Ev jiyana Uzunoğlu ya xuya ye. Lê salên wî yên li zîndanê û piştî derketina ji zîndanê, konaxa dadgehkirina wî li Çekê bi serê xwe mijara romanekî an fîlmekî ye. Konaxa girtin û dadgehkirina wî wisan bû: Aborînasê navdar Dr. Yekta Uzunoğlu piştî komployekî ji aliyê mafîa Çek û sixurên dewleta Tirkiyê li Komara Çekê, di 1994 an de hatibû girtin û zîndanîkirin. Demekê di hepsê de ma. Serokkomarê nû hevalê wî bû. Xwest ku wî efû bike. Lê Dr. Yekta Uzunoğlu red kir. Ji ber ku ew ne sucdar bû. Ew, ji ber xebatên xwe yên polîtîk ji aliyê hêzên nedilxwaz weke qûrban hatibû hilbijartin. Piştî demek e dirêj Dr. Uzunoğlu hatibû berdan. Dadgeha Çekê xwest ser pirsê biseyîne, bide girtin. Lê Uzunoğlu li dijî helwesta dadgehê rawestiya û dadgehkirinek vekirî û demokratîk xwest. Piştî demek dirêj, berxwedana Dr. Yekta Uzunoğlu bi ser ket û piştî dadgehkirinek vekirî, tevayên bendên sucan bê bingeh derketin, û ew piştî 13 salan azad bû.
Edebnasê navdar Danek li ser sedema nivîsîna destanê û buyera Uzunoglu dîtina xwe wisan anî zimên: Di diroka medeniyeta Ewrupî ya sedsela 19 û 20 an de 3 skandalên adaletê yên herî mezin henin ku nayên û dibe neyên bîra kirin:
1. Skandale Alfred Dreyfusî – ku cihu bû li Firansayê,
2. Skandale Leopold Hilsnerî – ku cihu bû li Avusturyayê,
3. Skandale Yekta Uzunoğlu – ku Kurd bû di Komara Çekê de. Û her sê jî berjewendiyên welatên ku te de dijiyan ji welatiyên wan welatan zêdetir diparastin.
Alfred Dreyfus di meha îlona sala 1894 an de hatibû girtin. Yekta Uzunoğlu di meha îlona sala 1994 an de girtibûn! Tam sedsal piştre. Ev yek bi xwe nîşan dide ku medeniyeta me piştî 100 salan ji hê gav kî ji peşda neçûye! Ji ber ve ji eyba bûyera Yekta Uzunoğlu ji a A. Dreyfus mezintir e û dibe em ve bûyerê şev û roj ji nebiyên xwe re wek destanan, kilaman bêjin ku êdî cardin bûyerekî wusa di medeniyeta me de pêk neyê. Em tev de qersdarê (deyindar) Yekta Uzunoğlu ne. Ew merxasê Kurd in ku bo webeyê nebiyên me dev ji şerê dijî neheqî û bê adaletiyê berneda, nereviya û 13 sal tek û tenê şer kir. Bo tu kesî û tu tişte 170 zana, ilûmdar, siyasetmedar nediketin greva birçîbûne. Lê Yekta Uzunoğlu wan kesên herî navdarên gelê me – Vaclav HAVEL ji tê de – rakir ser piyan, wan kişand nav grêva birçîbûne bo dinya kî adîl.
Me ji xwendevanên xwe re beşek ji orîjînala destana bi navê “UZUNOGLIYADA” wergerand kurdî:
„ Li esman bi baranan digiriya Zerdeştê Dilovan
He beriya Îsayê me digot „wê ser bikeve qencîtî li ser zilman“
Tenê qencan re vekiriye deriyên muqedesê buhuştan(cenetan)
Bo kesen ku rastiyê bi agir be jî binîn ziman,
yên bi namus re bi xwe vedibe deriyê esîman
Sêzde sal bihurin ta ku ve yekê fahm kir adalete çekan

Idi Yekta ket riyan ji Fakíre bi mehre Kobra hostatir
Bi Alfa Romeo xwe re dileyst bi destê vala
Lêdixist kaportaye ta ku wek tawus firiya
Xwe da ber bi Dicle û Diyarbekir
Nirvanê xwe bilind kir di esmanan wek teyrokê ji êgir
Ber bi welatê ku ji xwewnan (dihat dinê) geş dibû: Kurdistan…”
Dr. Uzunoglu hayê xwe ji nivîsîna destanê tune bû. gerînendeyê kovara U2 ew pîroz kiribû û li ser destanê zaniyarî dabû wî. Me xwe gehand Uzunoğlu û dîtina wî li ser destanê girt. Wisan got Uzunoğlu: Ez bi xwe gelek dilxweş bûm. Kemanî bi saya ve destanê, gele Çekê dê navê Kurdistan, Zerdeşt, Dicle û Amedê (Diyarbekir) baştir nas bikin. Dîroka me, hebûna me wê bikeve nav hebûn û dîroka çekan (Zarathustra News).