Dem: 04.08.2007 Sehet: 00:12
Sernivîs: Nûçe & şîrove (Cîhan)

Aborînasê navdar Dr. Yekta Uzunoglu piştî komployekî ji aliyê mafîa Çek û sixurên dewleta Tirkiyê li Komara Çekê, di 94 an de hatibû girtin û zîndanîkirin. Demekê di hepsê de ma. Serokkomarê nû hevalê wî bû. Xwest ku wî efû bike. Lê Dr. Yekta Uzunoglu red kir. Ji ber ku ew ne sucdar bû. Ew, ji ber xebatên xwe yên polîtîk ji aliyê hêzên nedilxwaz weke qûrban hatibû hilbijartin.

Piştî demek e dirêj Dr. Uzunoglu hatibû berdan. Dadgeha Çekê xwest ser pirsê biseyîne, bide girtin. Lê Uzunoglu li dijî helwesta dadgehê rawestiya û dadgehkirinek vekirî û demokratîk xwest. Piştî demek dirêj, berxwedana Dr. Yekta Uzunoglu bi ser ket û piştî dadgehkirinek vekirî, tevayên bendên sucan bê bingeh derketin, û ew azad bû. Ev çend roj in, medîa çekê bi firehîli ser pirsê radiweste. Ew bi Dr. Uzunoglu re hevpeyvîn ûhwd pêk tînin. Di demek wisan xweş û serkevtî de me xwe gihand Dr. Yekta Uzunoglu, me serkevtina wî pîroz kir û em pê re axifîn. Wî ji me re bûyera hatiye serê xwe wisan anî zimên:
Salen 1993-1994 li Turkiyê – di dema Tansu Çiller de – biryarekî neresmî bo kuştina Sermeyadarên Kurd derketibû. Çendan Kurd bi desten reşê dewletê li Turkiyê hatin kuştin. Tiştê ku min li vir dikir, ji kirina saziyen Kurd zedetir bu. Min pirtoken li ser Kurdan bi çermê xezalan dida çapkirinê, çendan xwendekarên Kurd dida xwendin, diçum kîjan Konfrenansên navnetevî bi nasnama xwe ya Kurdi diçum. Rojnama min a aborî li Ewrupa navîn deng dabû ûhd. Ev bê guman nediçu xweşa dewleta zilimkar. Ji ali din ez li vir di nav rekekatiya tekoşîne bo demorasî û aboriya azad bûm. Ev jî nediçu xweşa komunistên berê ku dixwestin bibin mafya nûjen. Ev tirken komunisten berê bi komunistên vir re girêdayî bûn. Yanî her du dijmin ûn yek di hember min de. Min bihist ku li komara Çekê çendan endamên berê ya TKP ê bi pasaportên sexte dijîn û bo mafya tirk-rus kar dikin. Pasaportên wan ê sexte ji wan re sefareta tirk li Pragê direj dikir. Bi bendan rojnama min nave wan da weşandin û min ji hikumeta Çek vekirî xwest ku van kesan bigrin û ceza bikin.

Rojekî kesek ji wan bi awakî mucizî ket nav şirketkî min û gihisht ta oda xebata min. Sîstema kamera, ya alarmê û muhafizê min çava derbas bû he jî roşen nîn e. Û ku ket oda xebata min xwest min bikuje. Lê diyar e nizanîbû ku li oda min bi xwe ji muhafiz – Bodygard – hene, tevde Kurd. Wi girtin, çekê wî ji destê wî stendin û teslime polîs kirin.

Min xwest ku wezirên karên hundirê çend welatan bicivin û tedbîr li hember wan bistînin. Çend seet berya vê civîne ez ji alî polisê Çekê hatim girtin. Min îtham kirin ku muhafizen min li wî kesê tirk işkence kirine. Ku ez hatim girtin îdî ew cihine weziren karê hundir- vexwe-pêk nehat.
2.5 niv li hepsê de mam. Vezire karên hindur hevalê minê xortaniyê bû, serokomar V. Havel bû û me bihevre di salên 70 de bo demokrasî tekoşîn dabû. Le hikmê tu kesekî ji wan têr nedikir ku min azad bikin. Gor qanun V. Havel dikaribu min „afu“ bike û bide azad kirin. Min vê peşneyarê red kir. „Afu“ bo sucdaran e ne bo kesên be suç. Gawa ku ez li hepsê bûm hikumeta Alman biryar girt ku min bikin hemwelatiyê xwe. Min nifuse alman li zindanê de stend. Ku karbidestên nû û ya alman dîtin ku bi van saziyen mafyaî nikarin serî derkevin, di sala 1996 de komandoya taybetî ya Komara Alman bi îcaza Komara Çekê, bi helikopterekî nîve şevê hatin Pragê û hinek ji wan tirkan girtin, kirin zindanê.

Piştî azadbûna min du (2 ) car dadigeh bê ku vekîrî min dadideh bike min azad kir. Lê cara yekem di diroka komara Çek te min îtîraz kir. Ji ber ku di demokrasî û hiquqê de nabe ku bê dadigehê vekirî wusa dizî mirov azad bikin. Min xwest ku dadigehe azad û vekirî pêk were ta ku hertişt gel hîn bibe, bizanîbe kî çi ye.
Min wan mecbur kir ku dadigehê bi min re çêkin. Hinek hakîm jî gotin: “madem bi azadbûna bi ya me ne razîye, emê wî ceza bikin“. Û çar (4) meh berê jî min ceza kirin – Cezeya bi merc -. Wan bawer dikir ku ezê gav paşde bavêjim. Min îtîraz kir û dadigehê bilind bi awakî vekirî û azad civîya û biryara azadkirina min girt.

Îro, lîsteken xulamokên dewleta kur a Tirkiyê li vir kêm bûbe jî hê hinek heye, lê ta ku dewlet wan ji hole raneke dê destê min ji qirka dewletê dernekeve. Îro dayinustendina dewleta kur a Tirkiyê bi Rusya û komunistên berê re ji Emerîkayê zêdetir e.Hem ji aliyê aborî de û hem jî ji aliyê leşkerî de. Mînak: Proja helikoptere bi navê ERDOGAN ku maliyeta wî ji Tirkiyê re kêmani 4 milliar USD bû. Ne tenê Tirkiye lê tevekên rejimên dîktator, antîdemokrat bi rusya ye re kar dikin: Îran, Suriye ûhd.

Min du seet bere ji rojnamevanên Çeki re jî got: Tu hiski min e wusa nine. Ji ber ku ev mişkile yên han ji me bûye îdî rojane – rutîn-. Ku mirov bixwaze serbilind bi nasnameya xwe ya Kurdî bijî dibe hesabê zehmetiyên wusa bike. Rehmetiye Dr. Kamîran Bedirxan timî ji me re digot: Kurd bûn meslegekî zehmet e. Lê me vê zehmetiyê berya dehsalan qebûl kiriye û daniye ser serê xwe.

Lê bi vê buyerê jî min navê gelê xwe koland li ser bircên adaleta Komara Çekê. Gelê Çek ku Kurd kêm nas dikir, nuha Kurd wek şervanên demokrasiye û adalatê nas dikin û dizanin ku Kurd bi zilmê, neheqiyê, işkenceyê nayên rayê (Zarathustra News).